Nûçe

Baregehên PDK bûne armanca terorîstan, 25 sehîd û 216 birîndar hene

Kerkûk ‘ (PNA) ‘ Îro çarsembe di du kirdarên terorîstî de du teqînên bi hêz bajarê Kerkûkê hejandin ku di encam de li gor amarên ber dest heta niha 25 kes sehîd bûne û 216 kes jî birîndar bûne.

Teqîna yekem bi rêya otomobîleke bombekirî ya ji corê (GMC) bûye û kesekî xwekuj di demjimêr 08:40 de li seqama Etles di xaleke piskinînê ya li komelgeha Azadî û nêzîkî çend baregehên rêkxsitinên ser bi Partîya Demokrata Kurdistanê û binkeya Asayisê pêk anîye. Pistî derbasbûna yek demjimêrî bi ser teqîna yekem de û dema ku berpirsên PDK dixwazin serdana cihê bûyerê bikin, otomobîleke din li seqama perwerde ya kevn û bi dûrîya kêmtir ji 500 metran ji cihê teqîna yekem, çê dibe.

Li gor amarên nexwesxaneyan di encama teqînên îro yên Kerkûkê de heta niha 25 kes sehîd bûne û 216 kes jî birîndar bûne. Herwisa ji ber bi hêzîya evan teqînan, ziyaneke mezina maddî jî gihîjtiye avahîyên cihên bûyeran û ku bi çendîn Miliyard Dînar dihê mezendekirin.

Berpirsê ragihandina asayisa Kerkûkê Ferhad Heme Elî di bêjedanekê de ji PNA re di bareya teqînê îro yên li Kerkûkê de ragihand, ku ´´ îro di êriseke xwekujî de bo ser baregehên komelgeha Azadî ku hejmarek baregehên rêkxistin û nivîsîngehên Partîya Demokrata Kurdistanê tê de hene, 15 kes sehîd bûn û pitir ji 100 kes jî birîndar bûn.´´

Ferhad Heme Elî herwiha got:´´ ji evan 15 sehîdan, 8 kes karmendên asayisa Kerkûkê û 7 kesên din jî, ji wan 6 kes polîs û yek jî karmendê rêkxistineke Partîya Demokrata Kurdistanê ne. Di nav Birîndaran de jî 15 kes polîs û karmendên asayisê ne û ewên din karmendên rêkxistinên ser bi PDK û hevwelatîyên sivîlên Kerkûkê ne.´´

Di teqîna yekem a îro de zêdetir ji 15 otomobîl jî sewitîne û ziyaneke mezin a maddî jî ber navçeyê kevtiye. Berpirsê ragihandina asayisa Kerkûkê herwisa got:´´ teqîna duyem li seqama perwerde ya kevn a Kerkûkê çê bûye.´´ Li gor zanyarîyan teqîna duyem di demekê de çê bûye ku berpirsê liqa 3 a PDK li Kerkûkê xwastiye serdana cihê bûyera teqîna yekem li seqama Etles û li komelgeha Azadî bike.

Di bareya teqîna duyem de, berpirsê rêkxistina Birayetî a komîteya 8 a Kerkûkê ya ser bi liqa 3 a PDK Necat Come ji PNA re ragihand:´´ di teqîna duyem de, otomobîlek bi karwana liqa 3 a PDK de teqîyaye.´´ Necat Come herwisa got:´´ di evê teqînê de Muhemed Kemal berpirsê liqa 3 a PDK li gel kargêrê liqa 3 û berpirsê komîteya 8 a Kerkûkê birîndar bûne.´´

Hêsta bi fermî amara dawî ya kesên kujtî û birîndarên di bûyerên terorîstîyên îro yên li Kerkûkê de nehatiye ragihandin.

Dengê Kurdistan

Back to top button