Nûçe

Barzanî; ‘Bîr û armanca Felakedîn Kakeyî tenê Azadî û Kurdistan bû’

Îro li hola Saad Ebdullah a Hewlêrê, merasîma 40 rojî a matemiya rewsenbîr û siyasetmedarê Kurd Felakedîn Kakeyî birêve çû.

Dengê Azad/Hewlêr
Merasîma ku ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistan-PDK ve hatibû lidarxistin, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Sekreterê Gistî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSKê Mesûd Tek, Sekreterê Gistî yê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistan Heme Hecî Mehmûd, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, Endamê Polîtburoya YNKê Ednan Muftî, endamên Civata Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gelek konsolên welatên biyanî, siyasetmedar û rewsenbîrên Kurd û malbat û xizmên Felakedîn Kakeyî besdar bûn.

Merasîma matemî a 40 rojî bi xwendina sirûda netewî Ey Reqîb û rêzgirtin bo yadî sehîdên Kurdistanê û xwendina çend ayetan a Qur’an a pîroz ve destpêkir.

Pistre, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî gotarek pêskês kir. Serokwezîr Barzanî di gotara xwe de behsa jiyan û xebata xwedê jê razî Felakedîn Kakeyî kir û çend serpêhatiyên xwe yên derbarê Felakedîn Kakeyî de anî ziman. Neçîrvan Barzanî di axaftina xwe de balkisand ku bîr û armanca Felakedîn Kakeyî tenê azadî û Kurdistan bûye.

Di merasîmê de bi navê Polîtburoya PDKê, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî jî gotarek pêskês kir. Herwisa, bi navê partiyên siyasî yên Basûrê Kurdistanê jî Sekreterê Gistî yê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Heme Hecî Mehmûd gotarek pêskês kir.

Di merasîmê de herwisa bi navê malbata xwedê jê razî keça Felakedîn Kakeyî Naz Felakedîn Kakeyî gotarek pêskês kir û spasiya malbata xwe bo amadebûyîn merasîma 40 rojî a matemî re pêskês kir.

Dengê Kurdistan

Back to top button