Barzani; ‘Heta dawiya emrê xwe pêsmergeyê parastina vê alê me’

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi mebesta ’17’ê Kanûnê Roja Alê’ peyamek nivîskî wesand. Barzanî da zanîn ku heta dawiya emrê xwe, dê pêsmergeyê parastina vê alê be û amade be ku canê xwe ji bo vê alê bide.
Navenda Nûçeyan
Li Herêma Kurdistanê 17’ê kanûnê êdî dê wekî ‘Roja Ala Kurdistanê’ bê pîrozkirin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi mebesta vê rojê peyamek nivîskî wesand. Barzanî destnîsan kir ku ala Kurdistanê, yekem car û di rojeke wiha de li Komara Kurdistanê, bajarê xwesdiviyê Mehabadê hatiye bilindkirin û wiha got: “Hemû soresên kurdan li jêr wê alê û bi navê azadiyê berpabûne û deryayek xwîn ji bo wê bexsîne. Herdem jî di bîra me de ye ku çawa Pêsewa Qazî Mihemed wê alê bi emanet daye destê Barzanî û ez bi xwe jî li jêr wê alê hatime dinyayê. Heta bimînim jî, ez pêsmergeyê parastina wê alê me û amade me bi navê wê da canê xwe bibexsim.”
Ji bo dayîkan slavên taybet
Barzanî destnîsan kir ku al, li remz û sembola herî pîroz û bilind ên netewe ye ji bo komkirina hemû gedeyan û derketina li hemû civîn û helkeftên neteweyî û nîstîmaniyan da. Peyama Barzanî wiha berdewam kir: “Li ser vê bingehê jî, Parlemena Kurdistanê biryar da ku 17’ê mehê êdî bibe Roja Ala Kurdistanê. Wekî erkekî neteweyî, daxwaz ji dezgehên fermî û hemû xelkê Kurdistanê dikim. Bi rêz ve vê salvegerê bikin ku hêjayî wê xwîna ala bê ku ji bo bilind ragirtina wê nifs bi nifs ji bo wê hatiye bexsin. Her ji vir ve ji bo roja dayik ku hevdeme li gel roja ala Kurdistanê silavên xwe yên taybet ji bo dayikên Kurdistanê bi gistî û dayikên sehîdên qehremanên me bi taybetî disînim. Bi taybetî neteweya me xwedî wan dayikan e ku ji têske sêrên wiha ji bo neteweya xwe perwerde kiriye ku herdem cihê sanaziyê ne.”
www.dengeazad.com
Dengê Kurdistan