Nûçe

Barzanî: ‘Heta rews neyê yekalîkirin pêsmerge ji navçeyê venakisin”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî duhî li bajara Kerkûkê digel Wezîrê Pêsmerge, serdana Hêzên Pêsmergeyê yên li sînorê parêzgeha Kerkûkê kir û li wê derê daxuyaniyek da û got; ‘Heta rews neyê yekalîkirin pêsmerge ji navçeyê venakisin.”

Dengê Azad/Hewlêr

Barzanî, ji ber rol û erkê wan ê girîng sipasiya Hêzên Pêsmerge yên Kurdistanê kir û got; ‘Propagandeya serê Kurd û Ereban tawanekî mezin e û em li dijî wê yekê ne.”

Barzanî got; ‘Hatina vê carê ya Hêzên Pêsmerge cuda ye ji carên din, hêza Pêsmerge li vê derê dimîne û wek carên din nabe, her wiha venagerin heta rews yekalî nebe, divê madeya 140ê ya destûrê jî bê pêkanîn.’

Sêwirmendê Wezareta Pêsmergeyê Enwer Hacî Osman derbarê serdana serokê herêmê de got; ‘Hêzên li derdora Kerkûkê hatine bi cih kirin, girêdayî wezareta pêsmergeyan in. Mesûd Barzanî, fermandarê gistî yê hêzên çekdariye û ji bo serdana wan hêzan dike, li eniyên pêsmergeyan ên li navçeyê geriya.’

Serokê Komîsyona Ewlekarî yê Civata Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî jî di vê mîjarê de got: ‘Mafê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî heye ku wek fermandarê gistî yê hêzên çekdarî serdana hêzên pêsmergeyan ên li navçeyê bike.’

Dengê Kurdistan

Back to top button