Nûçe

Barzanî bang li Civaka Navdewletî dike da ku alîkarîya xelkê Kobanê bikin

Peyamek ji Serok Barzanî

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Terorîstên dirindeyê Da’îs carekî din êrîsa xwe ya dirindane li ser xusk û birayên me yên li Kobanê destpêkiriye û li encama vê êrîsê da hejmarek ji xelkê Kobanê sehîd û birîndar bûne. Gelek bi tundî vê êrîsa nemirovane sermezar dikîn.

Daxwaz ji civaka navdewletî dikim ku çawa berê hevkar û yarmetîderê Kobanê bûne niha jî berdewam bin li yarmetîdana xelkê Kobanê û biparêzin.

Daxwaz ji hêzên hevpeymanan dikim li hevkarîkirina xelkê Kurdistanê li serê dijî terorîstan de berdewam bin û gelê Kurdistanê ji êrîsan biparêzin. Bi pêwîstî dizanim Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû rêyek ji bo yarmetîdana xusk û birayên me yên li Kobanê û Rojavayê Kurdistanê li ber bigre.

Silav li ruh û giyanê pakê sehîdên me yên nemir!

Serkeftin ji bo Kurdistan û sikest û li navçûn jî ji bo terorîstan û dijminên mirovayetiyê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.06.2015

Dengê Kurdistan

Back to top button