Barzanî: Emê tola Sengalê bistînin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku karesata Sengalê yek ji wan karesatên mezin e ku biser Kurdan de hatiye.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku dê tolê ji wan kesan bistînin ku li hember gelê Kurd tawan pêkanîne. Barzanî daxuyand ku bo azadkirina Sengalê jî bernemayek berfereh amade kirine.
Mesûd Barzanî îro li bajarê Dihokê besadarê merasîma yekem salvegera karesata Sengalê bû û got: ‘Em di xema malbatên Êzdiyan de ne. Ez soz didim xusk û birayên Êzdî ku heta neferek ji tawanbaran mabe emê tola xwe ji wan vekin. Ez ji bo birayê xwe yê êzdî dibêjim bila ew bixwe jî tola xwe hildin. Emê li meydana ser tola xwe hildin. Ewan bi hovîtî û nemerdane êris kirin û emê jî bi merdanî tola xwe hidin.’
Barzanî ji hikûmeta herêma Kurdistanê jî daxwaz kir ku di demek kurt de xizmetê bigehînin herêma Sengalê û got ku ewê bi hemahengiya hikûmeta Iraqê hewl bidin ku îdareyek taybet bo Sengalê daynin û bikin parêzgeh.
Serokê Herêma Kurdistanê behsa wê yekê jî kir ku bi roxmê ku DAIS’ê bi kiryarên xwe yên terorîstî cîhan lerizand, di destê wan de bastirîn çek jî hebûn lê Pêsmerge karî usturaya DAIS’ê biskîne.
Mesûd Barzanî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku pistî êrîsa DAIS’ê ya ser Sengalê pêswaziya Babe Sêxê Êzdiyan kiriye û sozek daye wî û gotiye, ‘Heta bijîm tola xusk û birayên xwe yên Êzdî ji DAIS’ê vedikim.’
Barzanî got ku ti êsekî bi qasî êsa karesata Sengalê dilê wî birîndar nekiriye û ew ne êsandiye û got ku çi dema tawanbar bêne cezakirin hingî dê dilê wî aram be.
Barzanî got ku wî herdem gotiye ku ‘Êzdî Kurdên resen in’ û got ku Êzdiyan ziman, ol, çand û dabûnêrîtên Kurdî yên resen parastine.
Barzanî her wiha behsa jin û keçên ji aliyê DAIS’ê vehatine revandin jî kir û diyar kir ku keçên Kurdên Êzdî jî wek serefa Kurdanin û soz da ku kesên ev tawan kirine bên ceza kirin.
Barzanî tekez kir ku ew berdêla ku kurdên êzîdî dane ji ber wê yekê bû ku ola xwe bi kurdî parastine û wiha got: ‘Tista ku hat serê kurdên êzîdî, zincîrek bû ji karesatên ku hatine serê gelê kurd.’
Barzanî di axaftina xwe de got ku karesata ser Sengalê de hatiye yek jê karesatek mezine ku biser gelê Kurd de hatiye û weke xeleka enfal û komkujiyên din binav kir.
Barzanî mizginiya wê yekê jî da ku ji bo azadkirina Sengalê planek mezin heye û di dema guncew de dê ew plan bê ci be ci kiirn û got: ‘Emê hemû bi hevre vegerin Sengalê.’
Basnews
Dengê Kurdistan