Nûçe

Barzanî: Gellek welat amade ne pistgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin

Prag (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Komara Çekê ragihand ku, gellek welat amade ne pistgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin.

Barzanî di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku gellek welat wek Mecaristanê pistgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin û wiha got: ‘Gellek welat pistevaniya wê yekê dikin ku, gelê Kurdistanê bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.’

Barzanî pistî civîna xwe ya ligel serokomarê Çîkê, ji Rûdawê re got, wan di vê serdana xwe de ji tistê ku pêsbînî dikirin zêdetir bi dest xistin.

Derbarê helwesta Mecaristanê li ser serxwebûna Kurdistanê de, Barzanî diyar kir ku gellek dewelt pistgiriya gelê kurd dikin ji bo ku biryarê li ser çarenivîsiya xwe bide.

Serokwezîrê Mecaristanê, Vîktor Orban di civîna xwe ya duh ligel Serokê Herêma Kurdistanê de pistgiriya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê anîbû ziman û ragihandibû ku ew pistgiriya hewlên serxwebûna Kurdistanê dikin.

Roja 3yê vê mehê, Barzanî ligel sandekê ber bi Amerîka ve bi rê ket û pistî Amerîka çû Mecaristanê û niha jî li Komara Çekê ye. Ev hevpeyvîna Rûdawê ligel Barzanî li paytexta wî welatî Prag hat pêk anîn.

Rûdaw: Gelo tista ku we çaverê dikir, we bi dest anî?

Barzanî: Bi awayekî gistî serdana me serkeftî bû û di serdana me de ji tistê ku me pêsbînî dikir zêdetir bi dest xist.

Rûdaw: Gelo we pêsbînî dikir ku Serokwezîrê Mecaristanê bi wî awayî pistevaniya biryara pêseroja Kurdistanê kiriba?

Gellek ji wan welat hene ku wiha amade ne, ku pistevaniya biryara gelê Kurdistanê bikin, lewma wexta xwe jî me got bila em referandûmê bikin, da ku gelê Kurdistanê biryara xwe bide. Gellek dost wê yekê bi mafekî sirûstî dizanin.

Rûdaw: Ti welatekî pistevaniya xwe ji were eskere kir?

Gellek welat xwedî heman helwest in, lê çawa eskere dikin û çilo dibêjin, dibe ku boneyeke bi wî awayî hebe heta ku helwesta xwe nîsan bidin. Ew dibêjin, em pistevaniya biryara gelê kurd dikin, derbarê çarenivîsa wî, ku ew yek tistekî pir sirûstî ye.

Rûdaw: Niha hûn li Komara Çek in. Çek û Slovakya bi awayekî pir astiyane ji hev cuda bûne. Gelo baweriya wan bi wê yekê tê ku Herêma Kurdistanê jî ji Iraqê cuda bibe?

Ezmûna Çek û Slovakya pir serkeftî û zindû ye, ku wê yekê pêsan dide, ku ne yekîtiya bi zorê û ne jî jihevcudabûna bi zorê serdigire, lewma ez di wê baweriyê de me ku ezmûna Çek û Slovakya pir bas e û em dikarin gellek sûdê jê werbigirin.

Rûdaw: Dibêjin armanca serdana wê bo Komara Çek û Mecaristanê bo daxwaza çekan e bo Hêzên Pêsmerge, ev yek rast e?

Herdu welat di çarçoveya wan welatan de ne ku di serê li dijî DAISê alîkariya Pêsmerge dikin. Bêguman yek ji armancên me yên sereke ji vê serdanê ku alîkariyên zêdetir bidin Hêzên Pêsmerge di serê DAISê de.

Rûdaw: Soz dan?

Belê, amadebûna xwe nîsan dan.

Rûdaw: Gellek caran welatên rojava û hûn jî dibêjin, Pêsmerge li sûna hemû cîhanê ser dike. Gelo we ew yek li cem Amerîka, Mecaristan û Komara Çek dît?

Bêguman rêz û hurmetekî pir pir ji Pêsmerge re digirin û hemû ew aliyên ku li Amerîka û Ewropayê me ew dîtin, hemû gellekî gellekî pesnê Pêsmerge dikirin û amadebûna xwe bo pistgiriya Pêsmarge nîsan didan û hemû dibêjin, Hêzên Pêsmerge li sûna cîhana azad ser dikin.

Rûdaw: Me bihîst ku serokê Çek destxwesî li Pêsmerge kir û pir rêz û spasiya wî ji wan re hebû, çawa spasî ji we re ragihand?

Rast e, bi awayekî gerim pêswazî li me kir. Gellekî rêz ji me re girt. Pir pesnê Pêsmerge û kurdan didin. Diyar bû ku gellekî kêfa wî ji pirsa gelê me re dihat.

Rûdaw: Revandina jinên kurdên êzîdî bû mijara gotûbêjên we li Amerîka û Ewropayê?

Bêguman, ew mijarekî pir pir girîng e û me ji hemûyan re zelal kir, ku em bi ti awayî wan kekên ku ew tawan pêk anîne, efû nakin. Cihê dilxwesiyê ye ku dezgehên me karîne heta niha 1200 jin û zarokan ji wan rizgar bikin û bi hêviya xwedê wê yên din jî werin rizgarkirin.

Rûdaw: We di gotûbêjên xwe de behsa rewsa niha ya xelkê Rojavayê Kurdistanê kir?

Bêguman pirsa Kobanî yek bû ji mijaran, ku xelkê dizanîn ku Hêzên Pêsmerge çi rolek li Kobanî dîtin. Herwiha behsa Rojava hat kirin û me ji wan re got, ku heta ji destê wan bê kêmasiyê nekin û alîkariya xusk û birayên me bikin.

Rûdaw: Li Amerîka, we ew yek bi dest anî ku we pêsbînî dikir?

Belê, min li wir jî got û niah jî dûbare dikim, ku di vê serdana xwe de ji tistê ku me pêsbînî dikir zêdetir bi dest xist.

Rûdaw: Xelk pir çaverê encama vê serdanê ne, bi çi nûçeyekê hûnê vegerin Kurdistanê?

Bi hêviya xwedê bi nûçeyên xwes. Emê ji xelkê Kurdistanê re rabighînin ku me çi bi dest anî.

Dengê Kurdistan

Back to top button