Barzanî ji bo pêkanîna komîteya amadekar dawetname ji hêzên siyasî re sand

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, ji hemû aliyên siyasî yên her çar perçeyên Kurdistanê re vexwendineke fermî sand da ku di civînekê de bên ba hev û komîteyekê ji bo amadekariya ‘Kongreya Neteweyî ya kurd’ saz bikin. Li gor dazaneke nivîskî (20/07/2013) ya Umêd Sebah, berdevkê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê biryara serokatiyê ew e ku konferans bi xwe jî di demeke nêzîk de li Hewlêrê bê çêkirin.
Wek tê zanîn ev serê çend sala ye ku daxwaza civandina Kongreyeke Neteweyî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ve tê rojevê. Lê belê daxwaza civandina kongreyeke weha, ji ber hin sedemên dîyar heta niha neçû serî. Çend sedemên sereke ev in: dijwariyên ku pir-parçetiya welat bi xwe re tîne; ango wek nebûna yekitiya navxweyî ya her parçeyekî; destnedana konjuktura herêmê û dest têwerdana dewletên cîran; û ya herî giring bi hev nebawerîya hin aliyên siyasî yên kurd. Evana astengiyan çêdikin. Rewsa heyî zêde îhtimala civandina civîneke weha nîsan nede jî, ev hewldan dikare rê ji bo gihîstina vê armancê xwestir bike.
Têbinî: Hin medyayên kurdan, vexwendina ‘civîna pêkanîna komîteyeke amadekar’, wek vexwendina kongreyê rave dikin. Ev jî bi xwe re sergêjî û tevliheviyan diafrîne. Belavkirina agahdarîyên rast ji bo gel, divê erkê her wesaneke ciddî be.
Dengê Kurdistan