Barzanî: Nabe ti hêzek nêzîkî Kerkûkê bibe

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Kerkûkê ragihand ku, pistî van hemû sehîd û birîndaran ew razînabin ku careke din ti hêz were Kerkûk û navçeyên kurdistanî.
Duhî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi mebesta agahdarbûn li rewsa siyasî û ewlehî û îdarî ya bajarê Kerkûkê û agahdarbûna li rewsa meydanî ya eniyên ser serdana Kerkûkê kir û li wir ligel fermandarên Hêzên Pêsmerge û berpirsên eniyên Pêsmerge civiya.
Derbarê egera hatina artêsa Iraqê û milîsên sîe bo nava Kerkûkê Barzanî wiha got: ‘Ev rewsa niha li Basûrê Kurdistanê bi xwînekî pir ezîz temem bûye. Em razî nabin careke din ev sînor werin destkarîkirin. Divê her kes vê rastiya niha liber çav bigire. Hêzên Pêsmerge ev hemû sehîd û birîndar dane, ne ji bo ku kesek din van devera têxe destê xwe de.’
Nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye û divê xelkê Kerkûkê biryar li ser çarenivîsa xwe bidin. Hêzên Pêsmerge Kerkûk ji DAISê parastin ji ber ku ne ji Pêsmerge ba niha Kerkûk wek Mûsil di destê DAISê de bû.
Derbarê nêzîkbûna DAISê ji parêzgeha Kerkûkê Barzanî tekez li wê yekê kir ku nabê bi tu awayekî terorîst nêzîkî bajarê Kerkûkê bibin û wiha got: ‘Me ew biryar daye ku, eger kesek ji me nemîne em nahêlin carek din dijmin bê Kerkûkê.’
Derbarê pêsmergeyên dîlgîrtî jî Serok Barzanî malbatên wan pistrast kir ku, çi ji destê wan bê, ewê ji bo azadkirina wan pêsmergeyan bikin. Herwiha tekez kir ku, ‘Her tistek bi ser wan pêsmergeyan bê, DAISê û kesên ji wan re li çepka didin, berdêla wê giran dibin.
Kerkûk (Rûdaw)
Dengê Kurdistan