Nûçe

Barzanî rizgarbûna Kobanî pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) ‘ Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rizgarbûna Kobanî pîroz kir û wiha got: ‘Ev serkeftin, serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye, serkeftina mirovahiyê ye li hember hovîtiya terorîstan.’

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta rizgarkirina Kobanî ji aliyê Pêsmerge û YPGê ve li ser rûpela xwe ya Facebookê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li gelê Kurdistanê û ragihand, rizgarkirina Kobanî serkeftina hemû gelê Kurdistanê û mirovahiyê ye li dijî hovîtiya terorîstan.

Peyama Barzanî li ser rizgarbûna Kobanî ev e:

‘Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan,

Me îro xebera rizgarkirina Kobanêya berxwedêr bihîst. Vê xeberê dilê hemû Kurdistanî û azadîxwazan sa kir. Bi helkefta vê serkeftina mezin, ez pîrozbahiyê li hemû gelê Kurdistanê dikim. Ev serkeftin, serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye, serkeftina mirovahiyê ye li dijî hovîtiya terorîstan.

Ji bo gelê Kurdistanê serbilindî ye ku bi dirêjahiya 1500 km li dijî dirrindetirîn rêxistina terorstî ser kir û ew sikand. Ez berxwedan û rola servananên qehreman û pistevaniya hêzên Pêsmerge qehreman bo xûsk û birayên wan li Kobanî pir hêja dibînim û dest û çavên wan maç dikim.

Ez lazim dibînin ku bi navê xwe û gelê Kurdistanê spasiya Hêzên Hevpeyman bikin ku bi pistevaniya berdewam a hêzên asimanî, di berxwedana servanan û wê destkefta pîroz de rola xwe lîstin. Ez her wiha spasiya Tirkiyê jî dikim ku rê da hêzên Pêsmerge ji bo alîkariya servanên kurd derbasî Kobanî bibin.

Jidestdana çend gund, bajar û taxekê nabe binketin. Binketin wê demê diqewime ku îradeya man û berxwedanê biskê. Kobanêya qehreman ji ber wê neket çimkî îradeya wê neskest. Ez ji vê yekê pistrast bûm ku bi pistevaniya gelê Kurdistanê, alîkariya dostên gelê Kurdistanê û berxwedana Kobanî dê bibe sedema wê ku îradeya gelê Kurdistanê li hember dirrindetiya terorîstan neskê û Kobanî jî nekeve û bi serbilindî bimîne.

Qurbanîdan ji bona xak û welat, serefeke mezin e û zarokên gelê me di serê terorîstan de qurbanî dan û bi vê yekê qehremantiyek bêhempa ji xwe nîsan dan. Zêrevan ku pêsmergeyekî Basûrî bû, li Kobanî sehîd bû her wiha Nêçîrvan ku pêsmergeyekî Rojava bû di serê rizgarkirina devera Eskê ya Mûsilê de sehîd bû, nîsana biratî, yekitî û yekdengiya gelê Kurdistanê bû, her wiha nîsan da ku hemû gelê Kurdistanê li pey dozekê diçin.

Silav li rûhê pakê hemû sehîdên rêya azadiyê!

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

Dengê Kurdistan

Back to top button