Nûçe

Barzanî: Rojhilata Navîn li pêsiya guhertinan de ye..Em ti hêzeke din qebûl nakin

Serokê Herêma Kurdistanê ligel hijmareke kesayetî û welatiyên kurdên sebek civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku, rewsa deverê rewseke aloz e û Rojhilata Navîn jî li berdem guhertinan deye. Herwiha da zanîn ku, ti hesasiyeteke olî di nava Kurd de tuneye û derbarê avakirina her hêzekê din ji derveya Hêzên Pêsmerge û Wezareta Pêsmerge, em ti hêzek qebûl nakin.

Îro Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel hijmareke welatiyên Kurdên Sebek civiya û di civînê de behsa rewsa niha ya Kurdistanê, serê dijî terorîstên DISIê, rewsa Kurdên Sebek û azad kirina deverên wan kir.

Serok Barzanî got: ‘Kurdên Sebek beriya hatina terorîstên DISIê jî di dema rejîma Besê de jî rastî zererên mezin hatine û deverên wan hatine terîbkirin (bi erebkirin).’

Serok Barzanî herwiha eskere kir ku haya me ji kêseyên welatiyên Sebek heye.
Serok Barzanî di beseke din ji axaftinên xwe de got: ‘Rewsa deverê rewseke aloz e û Rojhilata Navîn jî li berdem guhertinan deye.’

Serok Barzanî wiha pêde çû: ‘Serbilindiye bo pêsmerge ku kariye efsaneya DISIê sikandiye.’

Derbarê azad kirina deverên Kurdên Sebek de jî Serok Barzanî got: ‘Deverên kurdên sebek nêzî Mûsilê ne lewre lazime yekem car pirsa Mûsilê were çareserkirin û pist re jî pirsa wan deveran were çareserkirin.’

Serok Barzanî got: ‘Niha terorîstên DAISê hêza xwe ya berê nemaye lê lazime ku em hertim di amade basî de bin li hember dijminên xwe.’

Serok Barzanî got: ‘Ti hesasiyeteke olî di nava Kurd de tuneye û derbarê çê kirin anjî damezrandina her hêzekî din ji derveya hêzên pêsmerge û wezareta pêsmerge, em ti hêzek qebûl nakin.’

Di beseke din ya civîna han de Serok Barzanî daxwaz ji besdarwanan kir daku nêrîn û ramanên xwe pêskês bikin û pist re jî aliyên besdar nêrînên xwe anîn ziman û Serok Barzanî jî bi berfirehî sîroveyên xwe pêskês kir.

Dihok-KDP.info

Dengê Kurdistan

Back to top button