Nûçe

Basîk bi temamî ji aliyê Pêsmerge ve hat rizgarkirin

BasNews ‘ Fermandehiya Gistî ya Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê ragihand, hêzên Pêsmerge li nav bajarokê Basîkê de belav bûne û mal bi mal paqij dikin.

Bajarokê Basîkê yê Kurdistana Basûr, ku ev çend roj bûn ji aliyê Pêsmerge ve hatibû dorpêçkirin, îro bi temamî ji aliyê hêzên Pêsmerge ve hat rizgarkirin.

Derheqê operasyona îro de, Fermandehiya Gistî ya Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:

Îro (7 Mijdarê) saet 6 sibê, hêzên Pêsmerge ji sê aliyan ve dest bi êrisên berfireh kirin ji bona paqijkirina terorîstên ku li nav bajarokê Basîkê de mabûn. Ev jî pistî operasyonên serkeftî yên Pêsmerge tê ku sê hefte beriya niha li deverê hatibûn encamdan. Hêzên Pêsmerge karîn heta saet 17:00 derbasî nav Baîkê bibin û mal bi mal dest bi paqijkirina bajêr bikin. Di operasyona îro de hêzên hevpeyman 14 êris encam dan û otomobîleke bombekirî jî hat teqandin.

Dengê Kurdistan

Back to top button