Makale

Bawerî

Bo mirovan,dewlemendîya ya heri mezin bi xwe bawerî ye. Bi xwe bawerî jî bi zaneyîyê va girêdayî ye. Navbera du kesan de jî bawerî bi hevdû naskirinê dibe. Lê belê pir caran, naskirin jî têrî mirovan nake û sasîyêm mezin tên kirin.Ango navbera du kesan de an jî navbera du gelan de ya herê bas peyman çikirin e. Bi peyman tukes nikane ku xwe sûnda û pêsta bikisîne. Bo vê yekê navbera Kurdan û Tirkan de bê peyman bawerî nabe û çaresetî jî tune.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di 30’yê îlonê de pakêta demokrasiyê askere kiribû. Xuya dike ku hinek sîyasetmedarên Kurd bawerîya xwe bi pakêta demokrasiyê anîne.

Serokê gistî yê Partiya Astî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtas civîna çapemeniyê de wiha got:’Çima zarokên Kurd li dibistanên teybet zimanê xwe hîn bibin,çima li yên dewletê hîn nabin?Ma em ji dayika xwe parî parî hatine dinê ku tu mafên me parî parî didî me?’

Parlamenterê AKP-ê ya Amedê Galîp Ensarîoglu wiha got:’Kurd dibêjin ma em zimanê xwe bi pereyan fêr bibin. Divê wisa nebe. Em jî vê yekê naxwazin û daxwaza me ew e ku zimanê kurdî di dibistanên dewletê de were xwendin. Lê belê divê qanûn were guhertin. Ji ber wê jî ev tist vê gavê çênabe.’

Belê,wisa nabe. Bi teybetî mafên kurdan bi pakêta demokrasiyê jî tucar safî nabe. Divê Kurd û Tirk navbera xwe de wakû du miletên sareze (medenî) bernama federasyonê çê bikin. Ji ber ku bernama federasyonê navbera du miletan de dibe û wekhevî ye. Hevdû têw kirina du gelan jî kamilbûnî û serketin e.

Gelo çawa?Li Kurdistana Bakur, Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) partîkî legal e. HAK-PAR di nav kurdan de bi bernameya xwe ya federasyonê va nav û deng e.

Di sîyasetê de bi zanayî xebitandin zehf giring e. Mirovên HAK-PARê kamil in û bi zanayî dixebitin. Bo vê yekê HAK-PAR bi bernameya xwe ya federasyon va, li Kurdistana Bakur bûye kevirê kose.

Gor dîtina min mavbera Kurdan û Tirkan de HAK-PARê barê giran hildaye ser milê xwe. Bawerî, asitî, biratî û wekhevî bi bernameya federasyonê va çareser dibe û têrî piranîya kurdan jî dike.

Balkêş e ?
Close
Back to top button