Bayram Bozyel: Sekinandina ser ne safîkirina pirsa kurd e

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij – Amed
Amed (Rûdaw) – Di Newroza îsal ya li Amedê de serokê PKKê Abdullah Ocalan zengilê pêvajoyeke nû di navbera Tirkiye û PKKê de lêda: Destpêkê serrawestandin û ji 8ê Gulana 2013ê û pê ve vekisandina gerîllayan ji nav axa Tirkiyeyê ber bi Basûrê Kurdistanê ve. Pistî BDPê, li Bakurê Kurdistanê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) partiya herî berbiçav ya Kurdan e di qada siyaseta lêgal de. Bi destpêkirina vê pêvajoya dawî, ku weke pêvajoya çareseriyê tê binavkirin, BDP weke baskê lêgal yê PKKê bêtir kete rojevê. Lê aliyên din yên kurdî gazincan dikin ku ew di vê pêvajoyê de tên pasguhxistin. Cîgirê serokê HAK’PARê Bayram Bozyel daxwaz dike ku partiya wî jî weke yek ji muxatabê çareserkirina pirsa kurd li Bakur bê pejirandin û guhdarîkirin.
Rûdaw: Beriya demekê di navbera Saziya Sîxuriyê ya Neteweyî MITê û Abdullah Ocalan de hevdîtin pêk hatin û pistre sandeyên BDPê ji çûn cem Ocalan. Pistî wan hevdîtinan di Newrozê de Ocalan bang li PKKê kir ku hêzên xwe yên çekdar bikisîne derveyî Tirkiyeyê. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin?
Bayram Bozyel: Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ku di 21ê Adarê de hate xwendin de, banga sersekinandinê kir û ji PKKê daxwaz kir ku hêzên xwe derxe derveyî Tirkiyeyê. Em vê banga Ocalan erînî dibînin û pistgiriyê didinê. Ji ber ku êdi bi ser ti tist bi dest nekeve. Eksê wê, ser li pêsiya hewldanên siyasî û rêya diyalogê bibû gireka mezin. Bi sekinandina ser û pasvekisandina hêzên çekdar pirsa kurd safî nabe, lê derbarê pirsa kurd de ji bo çareseriyeke astiyane dikare zemineke nerm pêkbîne.
Sekinandina ser gaveke bas e, lê bi vê pirsa kurd safî nabe
Em biryara rawestandina ser di cih de dibînin. Lê ji xeynî vê biryarê ti bername yan jî nexserêyek xuya nake. Divê pêwendiya di nabeyna ser û pirsa kurd de neyê jibîrkirin. Sekinandina ser gaveke bas e, lê bi vê pirsa kurd safî nabe. Hewce bû di heman demê de hikûmetê ji bo çareserkirina pirsa kurd bernameyek diyar bikira, sekinandina ser wek destpêkek binirxanda.
Di rewseke wisa de safîkirina pirsa kurd ne mimkun e. Ji ber ku derbarê safîkirina pirsa kurd de ti bernameyeke hikûmetê tine ye. Lê ez bawer dikim ku rews wê roj bi roj ber bi basiyê ve bikemile û zemina çareseriyê xurt bibe.
Ji peyamên Abdullah Ocalan, ku niha ji raya gistî re eskere ne, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê bernameyek xuya nake. Heta behsa daxwazên BDPê yên wek perwerdeya bi zimanê zikmakî û ‘Xweseriya Demokratîk’ ji nayên zimên.
Belê rast e. Di peyamên Ocalan de pirsa ser derdikeve pês. Îro zêde behsa xweserî û perwerdeya bi zimanê zikmakî nabe. Eger Ocalan û BDP bi gistî dev ji van daxwazan berdin ev tistekî gellekî xirab e. Lê eger tenê ji bo îro van daxwazan dernaxin pês, ev tistekî din e. Lê bi baweriya min Kurd divê ti caran daxwazên xwe yên rewa pistguh nekin û ji rojevê dernexin.
Destpêkê Kemal Kiliçdaroglu got me kredî dayê hikûmetê, lê pistre pas ve gav avêt. Hûn helwesta CHPê çawa dinirxînin?
CHP di nava sergêjiyeke mezin de ye. Kiliçdaroglu ji aliyekî de dixwaze qalikê CHPê biskîne û wê ji bandora statûkopereziyê xilas bike. Lê ji bo vê gavê xwediyê bîr û baweriyeke xurt nîne. Di dema borî de carcaran tistên bas gotin. Lê bi gistî rêya guhertineke mezin venekir. Bandora Baykal û hevalbendên wî nesikand. Ji ber vê yekê niha careke din li hember pêvajoya nû disekinê û sistema Kemalîst diparêzê.
Hûn destnîsankirina Komisyona Aqilmendan çawa dinirxînin? Li gor dîtina we ew Komîsyona Mirovên Aqilmend wê di pêvajoyê de roleke çawa bilîze?
Avakirina Komisyona Aqilmendan bi tevayî fikreke bas e. Û niha wek di pratîkê de jî xuya dike, roleke bas dileyîzin. Diviyabû ku komisyoneke wisa bi riza çar partiyan bihata avakirin. Lê wek tê zanîn MHP bi gistî li hember pêvajoyê ye û ne mimkun bû ku bibûya xwedî pêsniyar. CHPê jî helwesta xwe zelal nekir û hîn jî nekiriye. Serokwezîr dikarîbû zêdetir ji BDPê alikarî bistîne lê wisa jî nebû. Bi kurtî komisyon dikarîbû bi awayekî hîn berfirehtir were avakirin. Lê bi vî awayî jî dikare pistgiriya pêvajoyê bike û sûd jê were wergirtin. Rol û însyatîfa ku komisyon bicîhbîne heta asteyekê bi helwesta hikûmetê ve girêdayî ye. Lê carcaran jî komisyon dikare bi pêsniyar û bi raporên ku amade bike, tesîreke erênî li ser hikûmetê û li ser pêvajoyê bike.
Di meclise de bi navê Lêkolîna Pêvajoya Çareseriyê komisyonek hat damezirandin. Hûn wê çawa dibînin?
Komisyona ku bi navê ‘Lêkolîna Pêvajoya Çareseriyê’ hat damezirandin gaveke bas e. Bi avakirina vê komisyonê meclis raste rast kete nava pêvajoyê û berpirsyarî girt ser milê xwe. Bi awayekî din hewldanên pêvajoyê gihîstin asteke nû, rewabûna wê xurt bû.
Ev komisyon ji aliyekî ve li gor hewcedariyên pêvajoya çekberdanê dikare pêsniyaran ji parlementoyê re pêskês bike, ji aliyekî din ve pirsa kurd bîne qada parlementoyê, ji bo nîqaskirin û safîkirinê pêsengiyê bike.
BDP û PKK ji bo pasvekisandina çekdarên PKK ji meclisê mîsogeriya yasayî daxwaz dikin. Divê meclis çi bike?
Ji bo silametî û ewlekariya pêvajoyê hewce ye meclis hin tedbîran bistîne. Ya rastî ewe ku meclis efûyekê derxe, da ku evên li serê çiyayan vegerin malên xwe yan jî bikaribin bi awayekî azad besdarî siyasetê bibin.
Hûn bi gistî derbarê vê pêvajoyê de axaftinên serokwezîr û helwesta hikûmetê çawa dinirxînin?
Serokwezir ji bo safîkirina ser vê carê gellekî bi biryar e û li hember serxwazan bas li ber xwe dide. Lê li himber Kurdan jî gellekî pozbilind e. Naxwaze însyatîfê bi kesekî re parve bike. Siyaseteke pragmatîk dimesîne.
Pêvajoya nû wek pêvajoya çekberdanê destnîsan dike. Behsa pirsa kurd nake, lê li aliyê din behsa Kurdistana dema Osmaniyan dike û dibêje Tirkiye divê ji sistema eyaletan netirse. Ev jî nisan dide ku çiqasî bi awayekî vekirî neyîne ziman jî, pirsa kurd di rojeva wi û ya dewletê de ye jî. Bi qenaeta min, bi van nîqasan dixwaze ji niha ve civatê ji hin tistan re amade bike.
We jî di Newrozê de li Amede bi gel re li peyama Abdullah Ocalan guhdarî kir. Derbarê wê peyamê de helwesta gel çawa bû?
Gelê kurd bi gistî ji sekinandina ser keyfxwes e. Lê ji aliyê din ve jî xwedî gellek sik û gumanan e. Ji ber ku di peyama Ocalan de derbarê daxwazên Kurdan yên neteweyî û demokratîk de ti tespîteke vekirî tine bû. Pistî serekî ewqasî dirêj, pistî ewqas eziyet û berdêl gelê kurd hêvî dikir ku wê bigihije hin armancên xwe. Lê ev nebû, ev jî bû sedema dilsikestinekê. Lê ew nayê wê maneyê ku Kurd dewamiya ser dixwazin.
Di vê pêvajoyê de pesniyar û projeya HAK’PARê ya konkrêt çi ye?
Derbarê vê pêvajoyê de nerîna me gellekî zelal e. Em sekinandina ser di cih de dibînin. Lê di heman demê de em dibêjin sekinandina ser ne safîkirina pirsa kurd e. Pirsa kurd pirseke neteweyî ye û divê li ser esasê wekheviyê çareser bibe.
Li aliyê din divê di safîkirina pirsa kurd de HAK-PAR jî wek muxatab were qebûlkirin.
Herwiha hewce ye ji bo normalîzebûnê efûyek derkeve û rêya siyasetê ji herkesî re vebe. Yên li zindanan werin berdan. Astengên li pêsiya rêxistinbûn û besdariya siyasetê werin rakirin.
Ji bo safîkirina pirsa kurd divê nasnameya Kurdan di qada destûrê de were naskirin. Mafê perwerdeya bi zimanê kurdî û mafê xwebixwe îdarekirinê di destûrê de cihê xwe bigire. Tirkiye li gor hewcedariya pirrneteweyiya welêt ji nû ve bi awayekî federatîv sazbibe.
Ji bo ku ev pêvajo ji bo bidestxistina mafên rewa yên netewa kurd bibe derfetek, divê çi were kirin?
Êdî Kurd divê giraniya xwe bidin ser xebata siyasî ya legal. Daxwazên xwe yên neteweyî û demokratîk zelal bikin û li ser wan lihevhatineke berfireh pêkbînin. Tifaqeke xurt çêkin, da ku bikaribin daxwazên xwe li ser dewletê ferz bikin.
Ev pêvajo wê li ser jinûveavakirina tevgera kurd tesîreke çawa bike?
Pistî dema ser tistekî asayî ye ku tevgera kurd xwe ji nû ve sazbike. Tevgera kurd wê ber bi demokratîkbûn û plûralîzebûnê ve biguhere. Ez bawer im tevgera kurd wê di dema nû de him bi xwe re, him jî bi dinyayê re zêdetir lihevhatî be. Dibe ku hin tevgerên heyî di pêserojê de cihên xwe ji yên nû re bihêlin.
Tê gotin ku DYA û hikûmeta Kurdistanê jî di nav vê pêvajoyê de ne û ji ber ku Tirkiye dixwaze di Rojhilata Navîn de roleke emperyal bilîze, hewcedariya wê bi Kurdan heye.
Bi ya min di pêvajoyê de hebûna Amerîka û ya Kurdistanê bas dibe. Ew dikarin bibin garantorê pêvajoyê. Eger li ser esasê wekhevî û azadiyê be, tifaqa Tirk û Kurdan tistekî ne xirab e. Pirsa ku Tirkiye û perçeyên din yên Kurdistanê bibin yek jî, ne pirsa îro ye. Herwiha pirseke hêsan jî nîne. Eger Tirkiye di pirsa kurd ya navxweyî de çareseriyeke esasî û balkês biafirîne, wê demê belkî Tirkiye bikaribe bala perçeyên din yên Kurdistanê jî bikisîne û ew pirs were rojêvê. Bi kurtî ez vê pirsê ji bo îro pirseke aktûel û rasteqîn nabînim.
Dengê Kurdistan