Nivîsar

BERÎ 40 SALAN TIRKÎYE BÛ ZINDANEK SERGIRTÎ

Berî 40 salan, Tirkîye bi destê Kenan Evren û hevalên wî, bu zindanek sergirtî. Ev rews çendîn sal dewam kir. Îro hê jî, reveberên 12 yê Eylunê ne hatine ceza kirin. Ev sazumana leskeri bê guman fasizmeke bê emsal bu. Base ku îro, karbidestên vê fasizme niha liber hesabê ne, lê mixabin ku pistevanê vê rejima zordest bi kêf û seyran rojên xwe derbas dikin, xwe dane jibîr kirin.

Ka gelo careke din em encamên 12 ê Êlûnê bînin bîra xwe.

Di 12 yê Ilona sala 1980 e yan de, 1 milyon û 680 hezar kes, hatin kivse kirin ku xeternak in. 650 hezar kes hatin girtin û hepiskirin. Derheqê van girtîyan de li dagehên eskerî de, 210 hezar dawe hatine vekirin û di van daweyan de, 230 hezar kes hatine mehkeme kirin. Ji wan, 71 hezar, bi sika komînistîyê, 9500 kes bi tawanên dûrî sîyasetê, 99 hezar kes bi sika endametîya rêxistinên nehînî, hatine dadige kirin û ji van 99 hezara 22 hezar kes bi bawerîya endametîya rêxistinî, tawanbar bune û ketine zîndana.

Bi hezaran kes ji ber xetara dewletê terka welat kirine. Lewra dewleta ceberud bas nas dikirin û dizanîyan ku çî xedare. Ji wan, ji 30 heazarên wî, wekî xetarnak hatin hisab kirin û rejîmê bangî wan kir ku bên xwe teslîm bikin. Yên ku bi xeberê cuntayê nekirin û nehatin, 14 hezar kes bun, Cunta wan ji hevwelatîbunê dûr xist.

390 hezar kes nekarîn ku pasaport werbigrîn û di wê demê de derkevine derveyê welat.

23 hezar komelên sîyasî û civakî hatin daxistin û girtin. Ji wan 650 komel hatin dage kirin.

Derheqê 7 hezar kesî de, cezayê îdam kirinê hat dayîn.

Di zîndanan de jiber sert û zirûfên xirab bi ecelê xwe, 230 kes mirin. 150 kes mirina wan bi sik bun.14 kes di grevên xwe birçî histinê de mirin.16 kes di dema firar kirinê de hatin kustinê. 75 kes di ser û miqabele kirinê de hatin kustin. 73 kes bi ecelê xwe mirin. 43 kesan jî, ji bersertên dijwar, xwe kustin. 170 kes jî, sedem îskence kirinê, jîyana xwe ji dest dan û yan jî, bi îskenceyê hatin kustin.

Di 12 ê Ilonê de, îskence û xirabmiemeleyek hov hate kirin.

Pîstî wexta sedem îskenceyan, (pîstî rejîma leskerî, di navbera 1983 û 90 an de), 550 kes ji karmendên cuntayê bi zena îskence kirinê, hatin dawe kirin. Lê 1000 kes jî, ji alîyê rejimê ve hatine xelatkirin.

Ji hemuyan giringtir ewe ku, 18.500 memur û karmendên dewletê, bune hedef û armanca sazumana leskerî û ji kar û sixulên xwe bûn. Jimara Memurên ku hatine dawe kirin, 7250,-a mamosta û dersdaran 3850, – ya memurên ewlekarîyê 980, -ya dersdarên xwendîna bi lind 120, -amîrên îdareyê 35, -hakim û sawcî 45,

Jimara kesên ku hatine nefî kirin û sirgûn kirin 7500 bu. Her weha 4900 kes jî, bi fermana sazumana leskeri, ji karên xwe dûr xistin.

Di demên nêzik de ez ne bawerim ku ew îskence û zordarîya ku li îskencexane û zîndanên Tûrkîyê de dihatin kirin li tu cîyê dinyayê hatibîn dîtin.

Nemaze (bi taybetî) zîndana Mamak (Ankara) û ya Dîyarbekir. Her du zîndanên her du paytexta. Mamak û Dîyarbekir. Navnîsana wehseta hevdemî ku mirovayetî li wan deran têkçubu di wan salan de, Dîyarbekir bu. Zindana Dîyarbekir, jimare çar. Esat Oktay Yildiran û dezgeyên îskenceyê..

Ax û fixan û hewar. Isyan û berxwedanên qehremanîyê, nimunejîyanên bijare û serdest.

Dîyarbekir san û serefa Kurda û Kurdayetîyê ye. Zîndana Dîyarbekir, wek cîyê berxwedan û gernasîyê kete dîrokê. Ew canên qedirbilind ku navê xwe bi xwînê kolan li ser bircên Dîyarbekir. Li wan bircên ku bibun nîsana mêrxasîyê ji sal û zemana hetanî îro. Surên Dîyarbekir. Ew sûrên ku sirrên xwe di vesêrin vaye çend sale di temarên xwe de. Lewraye ku, Zîndana Dîyarbekir jî, berxwedana Dîyarbekir jî, tu carî nayê ji bîr kirin.

Qonaxê 12 ê îlonê, li Tûrkîyê tarixek nuye, destpêka gelek buyeran e.

Di navbera salên 1980 û hetanî 1985 an de rewsa rejima sazumana leskerî çawa bu, em dêna xwe bidnê û bizanin ka gelo amar û reqam û jimare çî dibêjin ji mera.

Yên ku bi salek ceza xwarin û tawanbarbun 23 hezar kesin. Yên ku di navbera salek û pênç salan de cezayê hepsê xwarin 10.750 kesin.

Di ve demê de; Yên ku ji 5 salan heta 10 salan ceza wergirtin 6200 kesin, Yên ku ji 10 sal hetanî 20 salan ceza wergirtine, 23 hezar kesin. Yên ku ji 20 sala zêdetir ceza dîtine ji 900 kesî zêdetir in. Her weha 630 kes jî, cezayê muebetê wergirtin.

Di dema desthilata sazumana leskerî de, di derheqê 420 kesan de ferman û qerarê îdamê (kustinê) hatîye dayin û ji wan 50 kes bi destê van hovan hatine idamkirin, ango kustin.

Ji bo rojnamevanan cezayê ku hate xwestin ji 400 sala zêdetir bu. Ji wan, yên ku ceza wergirtin gelek bun û tomara cezayê wan li ser hev gehîste 3300 sala.

3 kes bi hêrîsên gulebaranan hatin kustin.

40 ton kovar û rojname hatin tomarkirin û pasî jî, hatin sewitandin. 40 hezar kilo çapemenî di depoyan de hatin hepis kirin. 980 rojname û kovar hatine qedexe kirin. 190 filmên sînemayê hatine qedexekirin.

Di wan deman de, miqayeseya pês sazumana leskerî û pîstî vê sazumanê rewsa jîyana civakî û ya aborî jî gelek balkês e.

Wekî, pês vê sazumanê 5 milyon û 700 hezar kes xwedî sendîka bun, endamê sazumnên meslegî bun. Pîstî vê cuntayê û bi 5 salan jî, hê jimara kesên xwedî sendîka ne geyîstibu 2 milyona jî, ango 1 milyonek û 700 hezar bu.

Di sala 1979 an de, miasê xebatkarekî rojane nêzîkî 9 dolara bu. Lê, di salên 85 an de, nive- nîv kêm bu û hate dora 4 dolaran.

Cuntaya 12 yê Eylûnê, wek rojeke res û bêoxir wê were yad kirin.

Em wekî partîya Maf û Azadîyan careke din dibêjin:

Divê destura gistî a bermayê Cuntaya fasist were rakirin û destureke demokratik û piralî û pirdeng were çêkirin ku her miletek nav û rengê xwe têde bibine.

HAK-PAR li dijî sazumanên leskeri û cuntayên diktatör e. Xiraptirîn pergaleke demokratik ji bastirîn sazumana laskerî hêjatir e.

Latif EPÖZDEMIR
Serokê Gistîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR

Latif Epözdemir

Balkêş e ?
Close
Back to top button