Nûçe

Berlîn: Civîna li ser Rojavayê Kurdistanê bi serfirazî pêkhat

Dema Nû-Berlin

Di roja 22.9.2013an da li Berlînê, li ser Rojavayê Kurdistanê civîneka agahdarîyê pêk hat. Civîn bi destê KOMKAR-Berlin hatibû amadekirinê.
Bi navê Sepela Pêseroj ya Kurdî li Sûrî berpirsîyarê Ewrupa Sîyamend Haco, bi navê Encûmena Nistimanî ya Kurd li Sûrî (ENKS) Dr. Kamîran Derwesh û Prof. Dr. Ferhad Îbrahîm ji Unîversîta Jena besdar bûn.

Civîn, bi rêzgirtina sehîdên Kurdistanê dest pêkir û sê saetan ajot.
Axaftvanên pêsîn Prof. Dr. Ferhad Îbrahîm bû. Ferhad Îbrahîm di axaftina xwe da, pêsîyê panoramaya Rojhilata Navîn anî ber çavan û pasê jî li ser Sûrî û Kurdistana Sûrî berdewam kir. Li ser sîyaseta Tirkîyê û Îranê, yê Rûsya û Amerîka sekinî û wusa got: ‘Îran nikare bibe navberdar di navbera rejîmê û opozîsyonê. Ji ber ku Îran bi xwe alîyek e û bi mîlyaran pere xerc dike, ku rejîma Esed li ser hukim bimîne. Tirkîye jî dixwaze ser derkeve; lê, bi serê xwe nikare serê Sûrî bike.
‘Li ser sîyaseta Rojavayê Kurdistanê jî du partîyên Kurdistanî, PDK-Îraq û PKK roelk mezin dileyîzin. Herdu jî hesabê hev dikin.

‘Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî dixwazin besdarê koalîsyona Erebî bibin. Ev tistek gellek bas e. Divê hewl bidin, ku pistê ruxandina rejîmê bikaribin mafê gelê Kurd bi dest bixînin.

‘Lê bi rastî jî PYD ji bo tevgera Kurdî li Sûrî astengek mezin e û bi rejîmê ra kar dike.’

Dr. Kamîran Darwîsh jî destpêka axaftina xwe da behsa avakirina ENSK kir û armanca wî da xuyakirin. Rexnên tuj li PYD kir û usa got: ‘PYD dixwaze ku her tist li gor gotina wan be, ew çi gotin divê cîh bê. Ev tistekî gellek xirab e. Derfeteka bas derketîye pêsîya me. Divê em Kurd, vê derfetê bas bikarbînin. Di van nêzikan da peymanek di navbera ENKS û opozîsyona Sûrî da çêbû. Ev gelek girîng e. Divê Kurd serê hev nekin, destên xwe bidin hev û bibin hêzeke mezin. Da ku pêseroja Sûrî da mafên netewî bidest bixînin.’
Sîyamend Hajo jî di axaftina xwe da usa got: ‘Di destpêka soresê da hêvîyek mezin hebû. Lê bi daxawa Kurd ji soresê dûr ketin. PYD di sala 2011an da dest pê kir welatparêzan kust. Yek ji wan Mîshel Temo bû. PYD bi Îranê ra danûstendinan kir, ku li Rojavayê Kurdistanê serhildan çêne û bi wî awayî alîkarîya rejîmê bike. Ne histin xort dakevin kolanan. Wana kustin, birîndar kirin, êskence kirin.

‘Bi bîr û bawerîya min hêzên Îslamî ne dixwastin serê Kurdan bikin. Lê dema ku dîtin PYD bi rejîmê ra kar dike û pisgirîya rejîmê dike, wî demê serê Kurdan kirin. Divîya bû Kurdên Rojava tecrûbeyên Basûrê Kurdistanê wergirtibane. Ger Kurd di roja pêsîn da biketana nav Encumana Nistimanî ya Sûrî, rews wê bi awayekî dinê bimesîya. Lê bi daxawa, hêzên Kurdîstanî vê rastîyê ne dîtin û helwestên sas dan xuyakirinê.’

Di besa dudoyan jî axaftvanên civînê bersîvên pirsên besdaran dan û her usa besdar jî li ser rewsa Rojhilata Kurdistane bi kurtî bîrûbawerîyên xwe anîn ziman.

Civîn bi serfirazî bi dawî hat.

Dengê Kurdistan

Back to top button