Nûçe

Beyana dawi ya Diwana Serokatiyê ya HAK-PAR’ê

Diwana Serokatiyê ya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) di 23-24ê tebaxê li Enqerê, di Navenda Gisti da kom bû, gor rojeva xwe li ser babeta haziriya Komcivîna 6’an, li ser hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê û êrisa dawî ya DAÎS’ê dijî Herêma Kurdistanê sekinî û ji bo raya gistî beyana dawi derxist:

Hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê

Ji herkesî ra malûm e, di 10 Tebaxê da hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê çêbû. Çawa di beyana Encumena Partiya me ya 20’ê Tîrmehê da hatibû êlankirin, me gazi heval û hevbendên xwe kiri bû ku neçin ser sindoqê û deng nedin tu kesî. Ji ber ku qanûna hilbijartinê di vî warî da jî ne demokratîk e, ji çend partiyên ku di parlamenê da grûbên xwe hene pêve, rê nade tu partiyekê ku namzetekî nîsan bide.

Di vê hilbijartinê da dereca dengdanê gor hilbijartinên berê gelek kêm bû, di sedî da 73. Ango 14 milyon kes neçûn ser sindoqê û deng nedan. Hinekan gotin ji ber ku havîn e, xelk li der e, tatîlê dike. Lê xuya ye, sedem ne tenê ev e, gelek ji xelkê ji hersê endamên heyî qayîl nebû û dengê xwe nedayê.

Di tûra yekem da Namzetê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan % 52 deng stend û hat hilbijartin. Ev ji bo wî û AK Partiyê serkevtineke teze ye. Pistî hilbijartinê Wezîrê Derva Ahmet Davutoglu ji bo serokatiya AK Partiyê û wek Serokwezîrê teze hat nîsandan.

Erdogan û Partiya wî berî hilbijartinê û pistî wê gelek behsa ‘Tirkiyeya Teze’ kirin. Behsa rakirina ‘vesayetê’ û pêvajoya çareseriyê kirin. Gelo ew gotin û wadên wan, çi encam bidin, bi rastî li Tirkîyê rê vekin ji bo guhartineke teze û bas gor dil û daxwazên welatiyan, yan jî wek gotinên xwes bimînin wek gelek caran?.. Pistî vê demê Erdogan wek Serokkomar, Davutoglu jî wek Serokwezîr çi rolê bilîzin? Zeman dê nîsan de.

Bi raya me, li vî welatî guhartin û pêsveçûn bi çareserkirina pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê û bi avakirina demokratiyeke himçax dibe. Asitî jî bi avayî tê welat. Divê qanûna esasî ya teze û demokratîk bê çêkirin û ji bo çareseriya pirsa Kurd û pirsên dinê projeyên rêk û pêk hebin û pêk bên.

Lê tistê ku xuya dike, hukumeta Tirk îro tenê ji bo bêçekkirina PKKê mijûl e. Em jî helbet dixwazin ku PKK dev ji silehan bi temamî berde. Me tim jî got, pirs bi riya ser û sewatê çareser nabin. Nêzî du salan e ser sekinî bû û em naxwazin çardin çêbe. Bona vê yekê divê herdu alî jî bi berpirsiyari dakevin. PKK divê dirêj neke, dev ji sîlehan berde. Dewlet û Hukumeta Tirk jî zemîna yasayî ji bo vê yekê hazir bike, da ku yên serê çiyê dakevin, yên zindanî azad bin, yên der welat bikaribin bi serbestî vegerin. Her usa jî bo van kesan riya siyasetê vebe. Heya ku ev tist nebin û herdu alî jî di vî warî da dilsoz nebin, ger bixwazin bi vî awayî hevdu bixapînin, dîsa xetereke mezin heye ku ser û pevçûn vegere wek berê.

Li aliyê din, tenê bi bêçekbûna PKKê pirsa Kurd çareser nabe. Esasê vê pirsê naskirina maf û azadiyên gelê kurd e li ser esasê wekhevîyê. Ew jî gor me bi avakirina saziyeke federalî dibe. Lê mixabin di vê pêvajoyê da çi hukumet çi PKK, ne xwediyê daxwaz û pêsnîyareke han in. Hingê gotinên wan jî bawerî nade xelkê. Bi helwesteke han pirsa Kurd çareser nabe û ev welat nagihîje asitîyê û demokrasiyeke himçax.

Êrisa DAÎS’ê ser Kürdistan’ê

Ew guhartinên mezin ên van salên dawî li Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkê, bas nîsan dide ku dezgeya di dema Serê Mezîn ê Pêsîn da li vê herêmê hatibû avakirin êdî têk diçe. DAÎS di dema vê ser û binê da, wek besekî El Qaîdê derkete meydanê. Bi bîr-bawerîyên xwe yên Wehabî-Selefî û metodên êrisger û hovane ku bi kar tîne, koka xwe digihîje boriya Dûr, dema pêsin a Îslamê. Ev ser û pevçûnên ku van salên dawî li Iraq û Sûrî ji bo hukim û bi rengekî mezhebi çêdibin, firsendeke bas dan vê rêxistinê ku xurt be, gelek dewletan jî alîkarî danê. Her usa, pistî ku Mûsil bi dest xist, bû xwedî gelek pere û çekên modern.

Ev êrisa DAÎS’ê dijî hin herêmên Kurdistanê wek Sengal û Mexmûr, bi taybetî ji bo Kurdên Êzdî bû sedema trajediyeke teze. Hukumeta Herêma Kurdistanê ne li benda êriseke han bû, pesmerge ji bo parastinê ne hazir bûn. Di dest DAÎS’ê da sîlehên teze û xurt hebûn ku him dewletên wek Suudî dabûnê him jî pistî dagirkirina Mûsilê sîlehên ku ji leskerê Amêrî mabûn ew jî ketibûn dest vê rêxistina xûnxwar. Di dest Kurdan da tenê çekên sivik hebûn; bona vê yekê nekarîn xwe û xelkê biparêzin û vekisîn.

Ev vekisîn bu sedemê tirs û panîkêke mezin. Bi taybetî Kurdên Êzdi bi rê û çiyan ketin. Yên ku ketin destê êrisgeran ji wan bi sedan mêr hatin kustin, bi sedan jin jî hêsîr kirin û birin. Ji jin, zarok û kalan bi sedan kes di dema koçê da û li çiyayê Sengalê ji tî û birçitîyê qir bûn. Bi dehhezaran jî bi gelek rêyan, bi meseke dijwar çûn gihan ciyên ewle li Herêma Kurdistanê. Nuha li wir digel wan, ji Kurd, Tirkmen û Erebên Sîa bi sedhezaran koçber civîyaye û halê wan ne bas e. Çareserkirina pirs û hewceyiyên ewqas kitleyeke mezin ji bo Hukumeta Herêma Kurdistanê jî ne hêsan e.

Bi vê êrisê careke din li ber çavê dinyayê eyan bû ku ev DAÎS çi rêxistineke hov û xeterbar e. Rêxistina Milletên Yekbûyî dereng be jî bi halê Kurdan eleqeder bû. Kiryarên DAÎS’ê komkujî ye, curmên dijî mirovatiyê ye û divê Dadigeha Cezayî yê Navnetewî dest bavêjîyê, berpirs û curmkarên vê rêxistinê ceza bike.

Pistî ku dereca êrisgeriya DAÎS’ê û encamên vê êrisê eyan bû, hin dewletên Rojava, wek Amêrika, Franse û yên din ji bo alîkariya hukumeta Kurdistanê tevgeriyan. Pêsmerge xwe da ser hev û berê DAÎS’ê da. Amerîkê jî bi bombebarana ezmanî alîkari daye pêsmerge. Bi vî awayi DAÎS hat sekinandin û ji gelek ciyan vekisî. Lê Sengal mixabin heya îro nehatiye xilaskirin.

Vê êrisê kêmasiyên Herêma Kurdistanê di warê parastinê da jî nîsan da. Bas xuya bû Hukumeta Bexdayê, ku xwedî leskerekî mezin e û di dest da sîlehên bas û giran hene, nikare him xwe him jî tu herêmê ji êrisên han biparêze. Herêma Kurdistanê jî nekariye heya îro leskerekî nîzamî û xurt ava bike bi çek û sîlehên teze û giran. Bi vî awayî heq û destkevtiyên Kurdistanê nayên parastin. Bona vê yekê divê Hukumeta Kurdistanê û hemû partî û serokên ve herêmê dest bidin hev, bi vî karî mijûl bin û jê ra çareyekî bibînin.

Dîsa di dema vê êrîsê da cardin xuya bû, ew dewlet, hêz û kesên ku ne dostên Herêma Kurdistana Azad in, heya naxwazin Kurd li tu derê bibin xwedî heq, ev bûyer wek firsendeke teze bi kar anîn, dijî Hukumeta Kurdistanê û dijî pêsmerge propagandeyeke xurt bi rêva birin, xwestin hukumeta herêmê bê êtibar bikin. Em wek HAK-PAR van hêz û kesan gunekar dikin û pistgiriya xwe ji bo Hukumeta Herêma Kurdistanê û bo Serok Mesûd Barzanî nîsan didin. Gelê me yê Basûr û hukumeta wê îro hewcedarî vê pistgiriyê ye.

Her usa jî em wek HAK-PAR gazî hemû heval hogiran, gazî kes û rêxistinên astîxwaz û humanîter dikin ku pistgiriya Kurdên Êzdî bikin, da ku ew birînen xwe derman bikin û ji vê tengasiyê jî xilas bin.

24 Tebax- 2014

Dengê Kurdistan

Back to top button