Nûçe

Beyana Meclîsa HAK-PAR’ê

Em wek HAK-PAR çareseriyeke rastî, asitî û demokratîyê dixwazin

Meclîsa HAK-PARê di 31ê Tebaxê-1ê Îlonê da li Enqerê, di navenda gistî ya teze da tevî serokên rêxistinên parêzgehan civîya, li ser babetên rojevê da û stend, bûyerên balkês yên der û hundur nirxand.

HAK-PAR rejîma eskerî ya Misrê gunekar dike

Meclîsa me rejîma eskerî ya Misrê gunekar dike, ku dest da ser hukim û bi vî awayî pêvajoya guhartin û demokratiyê qut kir û dijî gelê masûm qetlîam kir. Em dixwazin Mûrsî û hevalên xwe bên berdan, rojkî berê hilbijartina gistî çêbe û ji raya gel ra hurmet bê nîsandan.

Ji bo çareseriya pirsa Sûrîyê tistê ku lazim e ne ser e, lê bi hevra rûnistin û lihevhatin e.

Serê sûriyê di van rojên dawî da giha derecekî dijwartir, him li Kurdistana Rojava belav bû him jî li dor Samê çekên kîmyewî bi kar hatin û bi sedan kes ji ber vê mirin. Ji bo karanîna çekên kimyewî mixalefeta Sûrî, Tirkîye û Amêrîka rejîma Esed gunekar dikin, lê Esed, Îran û Rûsya jî mixalefetê sûcdar dikin. Amêrîka dibêje ‘bi vî awayî xetên min ên sor paymal bûn û dikarim êriseke eskerî bibim ser Sûriyê.’

Em wek HAK-PAR di wê qeneetê da ne ku midaxaleyeke han vê pirsê çareser nake, lê dikare rewsa heyî zêdetir aloz bike, agirê ser li welatên cîran jî belav be. Helbet, divê sazîyên navnetewî, berî hemûyan jî Yekitîya Milletan, her usa jî dewletên mezin li himber vî serê dijwar bêdeng nemînin, ku ji nuha va bûye sedemê 100 hezar kustî, koça milyonan kes û wêraniya bajar û gundan. Lê tistê ku divê bê kirin ne di ser da besdarbûn e; divê ser bê sekinandin û hemû teref bi hevra rûnin û li hev bên. Divê ji bo asitîyê riya demokratîyê vebe û mafên hemû terefan bê parastin. Ger Yekitîya Milletan, bi taybetî DYA (Dewletên Yekbûyî yê Amêrîka) û Rûsya bixwazin ev yek dibe.

Bi raya me çareserî avakirina Sûriyeya demokrat û federal e. Divê destûreke teze ya demokrat bê çêkirin û bi riya hilbijartineke gistî û serbest parlamen û hukumeteke teze bê avakirin. Gelê Kurd jî divê di herêma xwe da, di Kurdistana Rojava da, karê xwe bi destê xwe rêva bibe. Ew jî gor biryara xelkê vê heremê yan federalî ye, yan jî xwemuxtarî.

Konferansa Cenewrê mixabin gelek dereng ket, Divê ev konferans rojkî berê bicive û ji bo çareseriyeke han kar bike. Partiya me dixwaze ku Kurdên Rojava jî bi riya nûnerên xwe di vê konferansê da besdar bin.

Li Kurdistana Rojava, pirsgirêkên nav Kurdan mixabin hîn jî berdewam in û di navbera wan da carina ser û pevçûn jî çêdibe. Pêvendîyên PYDê bi hukumeta Esed ra ji bo van pirsgirêkan sedemê esasî ye. PYD bi saya hêza xwe ya eskerî rê li ber kar û xebatên rêxistinên dinê digre, dixwaze temamiya herêmê bi xwe qontrol bike û guh nade esasên yekitîya ku bi pêsengiya birêz Mesud Barzanî çêbû bi navê Desteya Bilind.

Ji bo ku gelê me yê vî parçeyî bigihîje maf û azadîyên xwe û karên herêma xwe bi destê xwe bi rêva bibe, divê di navbera partiyên vî parçeyî da pêvendîyên demokratîk avabe, ew yekitîyeke xurt pêk bînin. Bona vê yekê divê hemû kes bi berpirsiyarî kar bikin û PYD jî dev ji sasiyân berde.

Kongra Netewî ya Kurd

Di van mehên dawî da Kongra Netewî di rojewê da ye û eger careke din tehîr nebe, ewê di 15ê îlonê da li Payitextê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê kom be. Em ji bo civandina Kongra Netewî kêfxwes in. Ew bûyereke mezin û dîrokî ye ji bo Kurdan.

Li aliyê din, ji bo serketina Kongrê divê hemû partî ne gor mafên xwe yên teng, lê gor vê gavê dîrokî kar bikin.

Di dema hazirîya Kongrê da mixabin hemû partîyan rê û firsend ne dîtin ku di Lîcna Amadekar da cî bigrin. Ji ber vê, nekarîn daxwaz û pêsniyarên xwe bigihînin Lîcnê, rola xwe bilîzin û di vê qonaxê da çi dibe çi nabe pê bihesin. Dîsa jî Partiya me wê tevî Kongrê bibe û ray û pêsniyarên xwe bigihîne civînê.

Her usa jî, bo ku Kongre ji bo tevgera Kurd roleke erênî bilîze, berhemên bas bide, divê rews û rastiya welat û dinyayê bide ber çavan, di navbera partî û rêxistinan da pêvendiyên demokratik pêk bine, ango divê ew hurmeta hebûna hevdu bikin û mafên gel li pêsiya hertistî bigrin. Hêvî û daxwaza me ev e ku Kongra Netewî kar û xebata xwe gor van esasan bi rêva bibe.

Ji bo çareserî û asitî divê PKK dev ji sîlehan berde û dewleta Tirk jî hemû mafên gelê Kurd nasbike

Li Kurdistana Bakur, ew pêvajoya ku bi navê ‘çareserî û asitî’ dimese, van rojên dawî li himber gelek tengasiyan rûberû bûye. Hat gotin ku qonaxa pêsî bêdengkirina sîlehan e ji bo herdu alî û vekisandina hêzên çekdar yên PKK ye ber bi wî alî sînor. Usa xuya ye ku ev qonax hîn temam ne bûye. Hukumet dibêje PKK heya nuha tenê % 20ê gerîllayên xwe birîye wî alî sînor û dil tune yê din vekisîne. PKK jî dibêje ku qonaxa pêsî temam e, divê hukumet vadên xwe bi cî bîne û gavan bavêje; eger ev yek nebe dibe ku pêvajo bikeve tengasiyê û hertist vegere rewsa berê.

Ango vekisandina hêzên PKK wî alî sînor heya çi derecê pêk hatiye û pistî nuha çi biqewime ne zelal e. Serokê PKK Ocalan gotibû ku êdi dema ser û silehan derbaz bûye, divê PKK bi temamî dev ji sîlehan berde û ji nuha sunda kar û xebata xwe bi rê olaxên astiyane bi rêva bibe. Eger PKK jî gor Ocalan dike, ku gotibû wê bike, hingê divê ji bo çekberdanê li maneyên posmaniyê negere û ji vir ha da ji bo gelê Kurd çi dixwaze bi rê olaxên sîyasî û astiyane bixwaze û metodeki han bide pêsiya xwe.

Hukumeta Tirk jî divê bas bizane ku çareserî û asitî ne tenê çekberdana PKKê ye. Divê hukumet bo çareseriya pirsa Kurd dereng nemîne û gavan bavêje. Bo vê yekê ne sert e ku bi PKKê ra bazarî bike. Asitî û çareserî bi naskirana mafên bingehîn yê gelê Kurd dibe. Divê destûra teze (Makzagon) jî bi rastî destûreke demokrat be û mecalê bide çareseriya pirsa Kurd. Divê dewlet ji tirs û bendên sed salî xwe xilas bike, gor civata pirrengî bê guhartin, siklekî teze bigre. Divê nasnama Kurdan, heqê perwerdebûn bi zimanê dayikê û heqê rîvebirina kar û barên herêmî bi destê gelê herêmê di vê destûrê da cî bigrin.

Mixabin îro hukumeta Tirk ne xudan plan û projeyeke han e ku bikaribe vê guhartinê pêk bîne, pirsa Kurd çareser bike û asitî bîne welat. Van rojên dawî behsa pakêteke teze ji bo demokratiyê tê kirin, lê qasî agadarîyên ku di çapemeniyê da cî digre, di vê pakêtê da ji bo çareseriya pirsa Kurd tisteki usa berbiçav tune. Partiya Mixalîf a Mezin, ango CHP jî ne xudan projeyeke han e. Mixabin vê partîyê ji sazî û destûra heyî ra sîngê xwe kiriye mertal, naxwaze tu guhartineke bas çêbe.

Hingê mixabin mirov nikare ji bo çareserî û asitî xwesbîn be. Em wek HAK-PAR ji bo pirsa Kurd çareseriyeke rastî û asitîyeke rastî, ango guhartineke esasî dixwazin. Divê hemû terefên berpirsiyar ji bo vê yekê kar û xebat bikin. Da ku ev pêvajo qut nebe û ser cardin dest pê neke; divê hemû kesên welatparêz, hemû kesên ku qîmetê didin azadî û asitîyê çi ji dest tê bikin.

* * *

Meclîsa Partiya me avakirin û vekirina rêxistinên teze (Mêrdîn, Konya, Dep (Qereqoçan) û Tatvan) di van sê mehên dawi da nirxand û giha wê qeneetê ku mezinbûna partiya me berdevam e. Meclîsê gazî hemû sazî, endam û dostên Partiyê kir ku nuha sunda jî ji bo karê rêxistinî çi ji dest tê bikin.

Meclîsa Partîyê li ser hilbijartinên herêmî jî sekinî û hazirîyên Partiyê ji ber çav derbaz kir. Meclîsê biryar da ku rêxistina me çi ji dest tê bike da ku di hilbijartinê da berhemê herî bas bê girtin, gazî hemû sazî û endamên Partîyê kir ku ji bo vî karî seferber bin.

Gel û welat hewcedarî HAK-PARê ye ji bo çareserî, asitî û demokratî.

Bila 1ê Îlonê, roja asitîyê pîroz be!

1 Îlon 2013

Dengê Kurdistan

Back to top button