Nivîsar

Bi Kubarî yan bi zordarî?

Malûm e, em wek HAK-PAR ji bo çareseriya pirsa Kurd federalî dixwazin. Ev yek ji daxwazên me yên bingehîn e.

Hevalekî di medya civakî da (sosyal medya) li binê vê daxwazê nivisandiye, gotiye: ‘Heq nayê dayin, tê stendin Keko, evtist bi kubarî nabe.’

Xwedê ji te razî be, hevalo, me ne dizanibû ku heq tê stendin, me wer zanibû ku zalim û zordest, bê westan û bê xebat, bi dilê xwe heq didine me (!) Lê em saya te da hîn bûn, zor spas!..

Dîsa jî me tistek fêm nekir, gelo ji bo heq stendine ne lazim e ku tu berî hertistî heqê xwe bixwazî? Em jî usa dikin, dibêjin ku heqê me ev in, ev in; divê hûn vana nas bikin…

Eger nas nekirin, eger heqê me nedan, emê ber xwe bidin. Rê-olaxên berxwedanê gelek in. Bi raya me, eger rê û îmkan hebe, berî hertistî bi kubarî, ango bi riya siyasetê, bi rê olaxên astîxwaz be, çêtir e. Eger ew nebû, yê himberê te rê-olaxên astixwaz li ber te girt û li te zulim kir, hingê heqê te heye ku tu jî rê olaxên dinê bi kar bînî.

Lê xuya ye ev heval dijî rê olaxên asitîxwaz e, dijî ‘kubarîyê’ ye, tenê riya zorê nas dike.

Min jî li binê gotina wî evtist nivîsand:

‘Bas e, eger bi kubarÎ nabe, bi hiskî û nekubarî dibe? Va ye, bi destê hinan 30 sal e ser e, Gelê Kurd 50 hezar qurban dan di vî serî da, 4 hezar gund sewitîn, xirab bûn û vala bûn; bi milyonan Kurdê me koç kir… Dawî çi bû, em hatin gihîstin kîderê? Li dawiyê ‘welatê mistêrek, milletê demokratik,’ filan fismekan… Yek jî ‘Tirkiyebûn’ (Türkiyelilesme) û saya wê da xistina 80 mebûsan Meclisa Tirkiyê, her yek bi miesekî 20 hezar lirayê Tirkiyê… Ev tist bi rastî jî qezenceke mezin e, dibe ku tu rast dibêjî KEKO!’

* * *

Vê meselê hin tistên dinê jî anîn bîra me. Wek gelek welatên sundamayî li Rojhilata Navîn jî ji bo çareserkirina pirsan xelk metodên medenî û demokratîk nizane. Zorê, ango ço ji her derdî ra derman dibîne.

Gelo jina te gotina te nekir, yan li himber te êtirazek kir, hema kulmê xwe li pozê wê dayne, bide ber pîhnan…

Gelo zarokan, çi li mal çi li mektebê, tistek kirin ku li te xwes nehat, hema wan bidine ber sîlpaxan û çoyan. Perwerdeya herî bas ev e!

Gelo xelk tistekî dixwaze ku li rêvebiran, ango li berpirsiyarên hukumet û dewletê swes nayê, hema polêz û leskerê xwe bajon ser wan, pozê wan biskînin, çavê wan bitirsînin, da ku ew careke din newêrin dengê xwe derînin, heqê xwe bixwazin…

Lê dîroka mirovan û ewqas tecrubeya civakê nîsan dide ku ev metodên hanê, ango zor û zulm pirsan çareser nakin, lê girantir dikin.

Li welatên sundamayî ku asitî û demokratî lê tune, xelkê bindest jî gelek caran usa difikirin, dibêjin bi kubarî nabe… Rê olaxên asitîxwaz, riya siyasetê didin alîkî û hildikisin serê çiyan, yan dest davêjin ço û silehan, li kûçe û kolanan ser dikin. Ango disibihin zalim û zordestên xwe.

Lê dîsa dîrok nîsan dide ku zor, ango ço û tifing, ger carina bi kar bê jî, tim têrê nake ji bo çareseriya pirsan. Carina jî neyarê te vî tistî bi taybetî dixwaze û berê te dide çiyê.

Mirovên baqil û civakên gihîstî divê berî hertistî bizanibin rê olaxên astîxwaz bi kar bînin.

Eger wekî din rê nema ev tistekî din e, hingê heqê te ye ku li himber zor û zulmê bi her awayî ber xwe bidî. Li himber hovên wek DAÎSê, helbet kubarî nabe…

Kurdan jî di dîroka xwe da gelek caran ji bo azadî serî hildan, ser kirin û kes nikare bona vê yekê wan gunekar bike. Lê ser jî divê li gor siyaseteke rast be. Eger li pêsiyê yekî sas, yan rêxistineke sas hebe, dikare berxwedana gel bike rêyeke sas û hêza gel telef bike.

Di dîroka Kurdan da evtist jî heye û îro jî li ber çavan e…

14 Tebax, 2015

C E M A L Î

Balkêş e ?
Close
Back to top button