Nivîsar

Bi rûbirûbûna pirsa Jenosîde

Rojev amadekirin an guhertina rojev e bi Kêrî kê tê .? Li welatekî kû Kurd ji hemû mafên xwe yên xwezayî bên bêparkirin û îdêntenta wî werê înkarkirin, tinnekirin bi kêrî kê tê xwendiwan no.

Rojeva kû me Kurda eleqedar dike rojeva me ye. Ev jî bidestxistina maf û azadîyên kû ji dest me hatine girtin e. Dîsa hema bêjê çarêbiserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdîstane wê di rojêva me da be.

Gêlên kû li ser xaka Kurdistanê bi hev ra dijîn û xwedî jîyanek hevparin bi sedan salan di nav hev da jiyane.

Îro û her sal 24ê nîsanê salvegera komkûjîya gêlê Ermenî ye. Him li Ernenîstanê him jî li diyaspora niqasên grîng li ser vê pirsê tên kirin. Li Welatên Ewrupî wekî Fransa û îsvîçre ûhwd.

Kû komkûjîya vî gêlî wekî jenosîd bi navkirin. Û nêzîkî 29 dewletên dinê ev wisa binavkirin. Xên ji dewleta Tirk.

Dewleta tirk û birêvabirinên wê bu salanê vê jenosîde înkardikin û rê olaxên qet ne mirovî digêrin kû bêtê îspatkirin kû dewleta tirk ev nekirîbe. Dewleta tirk û birevabir û hemî

Mixalefet çi çep çi dîmokrat li hev dikin kû ev komkûjî wan nekirîye û dibêjin Kurdan kiriye.

Bi hêmî opsiyonên pirsa jênosîdê tên niqaskirin kû pistî sêrê cihanê a yekemîn dewleta Osmanîyan jî berbi helwesandine va çû.

Tarîx 24.04.1915 bû fermana gelê Êrmenî. Niha ne hewceye kû em îro li ser vê pirsê opsoyonên nû derxînin û ji ber vê yekê gelê Kûrd tawanbar bikin. Ti vîjdan vê yekê qebûl nake. Ji ber kû gelê Kurd wê demê ne desthilatdar bû.

Ev eyba ya dewleta Tirk e. Divê zuttirin dewlet bi vê pirsê rûbirû be. Lêborîna xwe ji gelê Ermen bixwazê wekî Elmanya federal kû lêborîna xwe ji gelê Cûhî xwestin. Kurd jî bila bê xem bin di vî warî da me ti komkûjî nekirîye. Yên kû teda zilm û zordarî û komkûjî ditîne û dibînin em in.

Rênas Sütcü

Balkêş e ?
Close
Back to top button