Nivîsar

Bi tirkan ra wekhevî û asitî

Asitî navbera du mirovan, navbera civakan anjî navbera gelan de dibe. Gelek mirov wiha dibêjin:’Kurd û tirk birayin hevdû ne.’ Nah walle Kurd û tirk cînarên hevdû ne.Heya niha kurdan û tirkan navbera xwe de wekhevî û asitî ava nekirine. Ji ber ku tirk biqwetin û mêtînkarin. Gelê Kurd jî li dijê hukûmatên tirkan bona mafên xwe yê neteweyî têkosîn kirîye û dike.

Kurdan bi rêya îlegal û legal pêsira tirkan bernedane. Di vê rewsa de pêsira tirkan berdan jî ne raste. Lê belê asitî jî bikotekî çareser nabe. Bikotekî/bi zor çareserî jî jê girtine û ne asitî ye.

Demik nêz de,di pênc mehan de li Tirkiyê û Kurdistana Bakur du caran hilbijartin pêk hat. Di 7ê Heziranê de AKPê dengên xwe winda kirin û HDPê jî ji benda sedî deh derbaz bû. Piranîya kurdan û hinek tirkan sansek mezin danîn pêsîya HDPê ku,HDP bi AKPê ra qoalisyonê çêbike û çareseriya pirsgirêka Kurd bidomîne.Pistra serê qêris ji holê dûrkeve û navbera tirkan û kurdan de asitî bê mûyandin.

Mixaben AKPê û HDPê bi hevra qoalisyon çê nekirin û li dijî hevdû lafûkef gotin. Derdorê HDPê jî rê birîyan û li kolanan rê kolîyan. Li Kurdistana Bakur, kurdan bo vê yekê 1ê Çirîya pasîn da dengên xwe nedan HDPê û carik din dan AKPê.

Bi raya min,dema ku HDPê bona qoalisyonê bi AKPê ra rik/îddia bikirina, di1ê Çirîya pasîn da HDPê dengên xwe dikirin du qat. Derûdorên HDPê sasîyên mezin kirin û nehistin ku HDP di van pênc mehan bi aramî derbaz bike. Bi vî awayî HDP bi tistên ne hewca ra mijûl bû. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka kurd,AKP di bin benda jilbijartinêda histin nine û serokatîya Erdogan jî qet nine.

Bi teybetî va sasîya mezin bû sedem; bo serketina AKPê. Piranîya kurdan êdî serê qirês naxwezin û dijî serê qirêj jî bêgav mane. Bi neçarî carik din navbera xirebande ya rind hilbijartin.

Di rêya çareseriya pirsgirêka Kurd de Partiya Maf û Azadîyan dengên xwe kirîye du qat. Di programa Partiya Maf û Azadîyan de wekhevî û asitî(federasyon) heye. Ago navbera du gelan de „wekhevî û asitî’ zêra zer e.

Niha Partiya Sosyalista Kurdistan jî li welar xabatin xwe yê siyasî didomîne. Di programa Partiya Sosyalista Kurdistan de jî wekhevî û asitî heye.

Ez bawar dikim ku Partiya Sosyalista Kurdistan li Kurdistana Bakur pêsîya rêya siyaseta Kurdistanê vedike. Li Kurdistana Bakur gav bigav wekhevî û asitî dibe nimûne.

Lê belê wekhevî û asitî bi serê xwe nabe. Bi teybetî çareseriya pirsgirêka Kurd, yêkem bi partiyên kurdan va girêdayî ye. Bi hevra têkosîn kirin bi serketin ne.

Balkêş e ?
Close
Back to top button