Nûçe

BI YADA RAYEDARÊ KURD AV. FAIQ BUCAK

Iro salyada 55’an a sehadeta sazumankar û serokê yekemê Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkîyê (PDK-T), (KDP-T) Faik Bucaq e.

Wekî li bîr e, Faiq Bucaq roja 04’ê Tirmeha sala 1966 an, li Rûha yê navçeyê Karaköpru, bi deste xêrnexwazan hatibu birindarkirin. Faiq Bucak bîst saetan birîndar li cî mabû pasî pê hisîyan û avêtibun nexwesxanê. Mixabin ku sazumankar û rayedarê Kurd ji sedem vekêsana xwînê roja 5’ê Tîrmehé jiyana xwe ji dest da û tevlî karwanê sehîdên Kurd û Kurdistanê bu.

Bîrewer û rayedarê Kurd Faiq Bucaq di sala 1919 an de li bakuré Kurdistanê, li Rûha yé, qezaya Gresor (Sêwereg) nehîya Bucaq, gundê Hedro hatiye dinyayê. Nemir Bucak, dibistana seretayî li Grésor diqedîne. Dibistana navin li Rihayé û li Diyarbekir û Meleti dixwînê.

Faiq Bucaq di dema zarokatiye xwe da perwerdeya xwe ya netewi ji diya xwe girtibu. Faiq Bucak, di sala 1941’an de, dest bi xwendina hiqûqê dike û diçe zaningehê. Di dema xwendina zanîngehê de Bucak li gel hevalên xwe, M. Remzi Bucak, Dr.Yusuf Azizoglu, Musa Anter û Ziya Serefhanoglu ‘Dicle Talebe Yurdu’ dadmezrînin. Di heman demê de ew gûrûb bihevre bi navê ‘Civaka Parastina Kurd’ komelek saz dikin. Bucak, xwendina bilind di sala 1947’an de xelas dike.

Faîq Bucak di navbera salên 1947 û 1950 de li Enteqye staja xwe ya danêrîyê (hakimiyé ) temam dike. Pasî ku dibe danêr yekem car di sala 1950’î yan de, tayînê Sêwazê qeza Guruné dibe. Sê salan jî li Gûrûn danerî dike û pist re diçe Kozana Edenê.. Pasî dev ji danerîyê ber dide û di navbera salén ?1956-1966 de, li Ruhayé dest bi parezerîyê dike.

Bucak yek ji nivîskar û rêveberên kovara ‘Ileri Yurt’ bu. Gelek maqaleyên sîyasî û edebî nivisand, gelek helbestên wîyên welatperwerî henin ku ji wan, ‘Gazin Ji Xwedê’ û ‘Sonda Mirinê’ yên here giring in.

Îro 55 salîya sehadeta rayedar û bîrewer, sazûmankar û zimanzan û helbestvanê Kurd Faîq Bucak e. Bi vê boneye em wekî Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, wî birêz û gramî yad dikin, spasdarî û minetdarîya xwe peskês dikin bi sedema xebat û xizmetên nemir Faîq Bucak.

Faîq Bucak nayê jibîr kirin.

Pistî 55 salan careke din bila serê malbatê û dost û heval û hogir û hevkar û hezkiryan sax be. Bila serê miletê Kurd sax be.

Rûhsad be û di nav nûr û ronahîyêde razê. 05.07.2021

Latif EPÖZDEMIR
Serokê Gistîyê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button