Bi yada sehîdên Enfalê

Roja 31’ê Tîrmeha sala 1983’an , 33 mîn dor salîya sehîdên Enfalê ye. Çawa ku li bîr e, di wê roja res de, ji 8000 a zêdetir kes ji binemala Berzanîyan lî desta Besrayê, ji alîyê rejima xwînrêj a Beasîyan ve, sax hatibûn binax kirin. Pistî kû ji alîyê rejima dagirker ve Enfal hate îlan kirin, di navbera pêç salan de, di gel bûyera Halepçe, bi dehezaran kes hatin kustin.
Îro, basûrê Kurdistanê li ser rêya serxwebûnê ye. Serxwebûn xwetina Basûrê Kurdistanê qonaxê duyem a azadîya Kurdistana Basûr e. Dîrokê careke din bi zelalî da nîsan ku, zilm û zordarî ne bêpayane. Bi kustin û qetlîaman ne qabile ku pêsî li azadîyê were girtin. Gelê Kurdistana basûr di qonaxê enfalê de bi mêrxasî berxwedanek pêkanî ku ev berxwedan ji bo hemu Kurdan bu nîsana hêvî û bawerîyê. Tekosîn û berxwedana Basûrê Kurdistanê, nimuneyek berçehve di azadîya Kurdistanê de. Raste gelê Kurdistana Basûr ji bona van rojan bedeleke mezin daye. Lê ji bo azadî û serxwebûnê ev bedel hêja ye.
Di tarîxa Kurdistanê de, hetanî îro pir caran dijminan li her çar parçeyên Kurdistanê qetl^yam û kustin û tevkûjiyên dijmirovî li dar xistine. Gelîyê Zîlan, Dêrsim, Helepçe, Newala Qesaban, Qamislo û yên din, çend wêneyên dirindehîya dijminên Kurdan nin. Dîsan jî Kurd li serpê man û hebûn û helwestên xwe parastin. Jenosîd ( qirkirin) a here mezin a Kurdan bêgûman a di dema Enfalê de ye. Lewra Enfal ji bo hemu Kurdan rojek nejibîr e. Enfal rojek here res e di dîroka me Kurdan de.
”Enfal” navê ayeteke di Qûranê de. Di Qûranê de wek sûreya ‘El Enfal’ hatîye binav kirin. Enfal bi mane û wateya qetlîam û xenîmetê tê zanîn. Seddam Huseyîn ji bo kiryarên xweyên kîrêt û qirêj, bawerîya Islamê ji xwe re kir hacet ji bo pistevanîya Mislimanan. Bi biryarek nîjatperestî, li ser navê Islamê fermana Kurdan rakir. Di encama êrîsên Enfalê de, bi deh hezaran kes hetin kustin, , gund û bajêr hatin sewitandin û wêran kirin, wargehên Kurdistanîyan hatin kawil kirin, mizgeft û nimêjgeh hatin xera kirin, bi hezaran mirov ji cîh û warên xwe koçber bun, kal û pîr û jin û zarok êsîr kirin û hepis kirin. Keçên biçûk hatin firotin. Keçên Kurda wek carîye hatin firotin ku pistî çend salan çendek ji wan keçan li Misir hatin dîtin k udi dema Enfalê de bi fermana Saddam hatibun firotin. Çend kesek ji Keçên Kurd ku di dema Enfalê de hatibun firotin pistî soresê vegerîyan Kurdistanê.
Libîre ku rejima Kemalist a Turkîyê jî, di salên 1937-38’an de, bi fermana Mistefa Kemal li Dersîmê ji bo tedîp kirina Kurdên Dêrsimê, dest bi tevkujîyek mezin kiribu. Balafirên Dewletê navçe bombebaran kiribun û bi deh hezaran Kurd kustibun. Rejima Kemalist aTurk jî, wê demê keçîkên biçûkên bêkesmayî, dabu serbazan û pênasa wan winda kiribu.
Qedera wan keçikên ku ji bo wan ‘Keçikên bindawên Dêrsimê’ tê gotin û qedera ‘ Keçên Enfalê’ her wekî hevin. Ev serma giran hê jî, li ser rûyê dewleta Turk e.
Di dema Enfalê de, xesara here mezin malbata Berzanîyan dîtin. Binemala Berzanîyan di vê demê de ji 8 Hezaran zêdetir kal û pîr û zarokên xwe winda kirin. Ji heftan bigre hetanî heftêyan gelek zarûk û mêr ketin ber xezeba Enfalê.
Saddam hemû daxwazîyên kurdan bi dirindehî û xwinrêjî bersîv dikir. Saddam ji alîyek ve bi dewleta Îranê re sereke tund û dijwar dikir, di heman hal de jî, Kurdistanê bombebaran dikir. Rejima fasist a Baasê, bi navê ENFALê, seferberîyek birêve dibir ku ew yek tenê ji kustina Kurdan berîte bu. Rejima nîjatperest Iraqê, ji bo gelên Iraqê, welat kiribu gola xwînê. Di seferberîya Enfalêde 182 hezar Kurd hatin kustin. Hest (8)hezar kes ji binemala Barzanîyan li berîya Besrayê bi saxî hatin binax kirin. Kurdistan bi destê fasistan bu goristaneke mezin.
Pirsgireka Kurdan îro jî, li Iran û Suriye û Turkîyê, hê jî berdewame. Zordestî û dijwarî û tundî niha jî, li rojava û rojhilat û bakûrê Kurdistanê didome. Divê were zanîn ku ev rê û sêwazên xwindar ne çarene ji bo çareserkirina pirsa Kurdî. Çareserî bi rêya demokratîk û mirovî, di sertên sahisteyî, wekhevî û dadmendî de ye û lazime pirsgireka Kurdan bi astîyane were çareserkirin.
Divê , bas were zanîn ku heta pirsgireka Kurdan bi sêwazek astîyane çareser nebe, astî û ewlehî nayê Rojhilata Navîn.
Iro li herêma Rojhilata Navîn, li Iraq û Suriyê, li basûr û Rojavayê Kurdistanê li himberê êrisên dirindehî û hovîtiya DAIS a terorist, hêzên servanên Kurd bi mêrxasî û patrewanî li ber xwe didin. Tekosîna servanên Kurd ne tenê ji bo parastina Kurdane, lê, ew îro li navçe berxwedanek bijare ji bo parastina mafê mirovan û serefmendîya mirovayetîyê jî didin. Servanên Kurd bi gernasî, jîyana gelên navçe jî diparêzin. Ew gelên navçe ku di wextê xwe de, desthilatdarên wan bi top û bombeyan Kurda kustibun û xwestibun ku fermana Kurda ji navçe rakin.
Ev sanazîya gelê Kurde ku servanên Kurd, di rêya parastina mafê mirovan de canê xwe ji dest didin.
Ev yek dîyardeyek giringe ku Kurd çiqas dilxwaz û bengîyê azadî û demokrasîyê ne.
Xûyaye ku îro, Kurd li Rojhilata Navîn yekemîn zamin û parêzgerê astî û ewlehîya navçen e.
Sed heyf û mixabin ku Kurd hê jî, ji mafên xwe yên sereke yê mirovayetîyê bêparin.
Kurd ji 50 milyonan zêdetirin û li ser erd û axa xwe hê jî, wek bîyanîyan dijîn, bê dewletin û qedera wan di destê rejimên nîjatperest de ye.
Yad be dorsalîya sehîdên Enfalê. Xelat û dîyarî û ruhsadîya sehîdên Enfalê serxwebuna Kurdistanê ye. Tenê ev yek sehîdên Kurdistanê dike nemir û wan ruhsad dike.
Latif Epözdemir