Bihara Kurdan dê kengî bê
Bihar mizginiya xwesî û bereketê ye. Bihar mizginiya xêr û xêratkane . Bihar dawî lêanîna zivistana har û hov e. Bihar guherînê bi xwe re tîne. Bi hatina biharê kulîlk vedibin bêhna xwes li der dorê belav dikin û mirov pê kêfxwes dibe. Ji ber vê yekê ye ku bi hatina biharê guherînên cidî bi mirovan û bi tebietê re dibe. Loma jî dema li welatê ereban serîrakirina li hember dîktatoran pêk hat navê wê danîn bihara ereban.
Vê di lîteratora dinyayê de xwe weha da zanîn û qebûlkirinê. Yanî li ku û li kîjan welatî çi guherînên berbi basiyê de bibe, mirov dibêje bihara wî welatî. Ji ber welatê me jî perçeyek ji rojhilata navîn e, loma jî di guherîna wê ya ji bona azadiya welêt de wê bê gotin ku bihara kurdan.
Îcar ev bihara kurdan gelo dê çi demê bê û wê çi wextê bikaribe gel ji bin zordariya nîrê dijmin û hevalbendên wan azad bike. Heta niha gelek berxwedan û serîhildan pêk hatine lê bi ser neketinin. Loma jî pêwîst e ku di vê bihara kurdan ya ku wê bê de(2012) divê ji hemû berxwedan û serîhildanên ku li bakur bûne, dersên bas jê bê derxistin da ku bihara kurdan bi serkev e.
Wê bi serkeve heger em jî dilsozê gelê xwe û bekçî demokrasiyê bin. Wê bi serkeve heger em li hev bin, bi tevdîr û tifaq bin. Wê bi serkev e heger em bikaribin ji xwe re sîwaneke neteweyî vekin. Wê bi serkeve heger em weke kurdên bakur bibin xwedî serokekî neteweyî ku bikaribe civatê li hev ragire. Wê bi serkeve heger em di nava xwe û Kurdên Kemalîst de xeteke qalind û sor biksînin.Wê bi serkeve heger em bi temamî xwe ji hevkarî, tevkarî û bi hevre karkirina Kurdên Kemalîst dûr bixin. Serketin an jî wendakirin di destê mirovan de ye. Me re çiqasî ji welatê hez bike, mirov çiqasî bi hev bawer be, mirov çiqasî ji bona azadiya gelê xwe kar û xebatê bike, wê gavê mirovê jî bi serkev e.
Ez vê carê bawerim ku wê bihara kurdên bakur pistî vê zivistana hov pêk bê. Ji ber ku kesê di doza gelê xwe de bûye pispor. Kesê ku hemû temenê xwe di ber doza gelê xwe de daye. Kesê ku di nava xebatê de bûye xwedî tecrubeyên hêja û gîrîng. Kesê ku tim ji bona doza gelê xwe, xwe ji tu fedekariyan nedaye alî. Ew kesê ku ji bona doza gelê wî bi serkeve, heta îro çi jê hatiye xwestin li gor zanîbûn û têgihistina xwe kirî ye. Niha ew kes li welatê xwe vegeriya ye û li gor daxuyaniyên wî, ew ê bi doza gelê xwe ve weke demên xortaniya xwe de rabe û çi berpirsiyarî bikeve ser milên wî wê bike. Ew kesê xwedî tecrubeyên girîng, ew kesê xebatkar û çalak ew kesê ku ji bona azadiya gelê xwe tu caran xwe nedaye pas û tu caran berjewendiyên xwe yên sexsî jî nedaye pês, birêz Kemal Burkay e.
Baweriya min ew e ku vê carê wê brêz Kemal Burkay di nava xebata eskera ya li bakurê kurdistanê de bi awayekî çalak dest bavêje mijara azadiya kurdên bakur. Ji bona vê jî wê bixwaze ku di qada xebata eskere de gavên erênî û bi awayekî gelemperî biavêje. Ew gav ew erk îro ji wî tê xwestin. Bawerim ew ê jî vê pêk bîne. Lewra niha kurdên bakur xwe dane benda wî da ku bê ew ê çi bike, çawa gavên xwe bavêje. Her gavavêtineke wî, her axaftineke wî ji teref gel, rewsenbîr û siyasetmedaran ve tê pîvan û sopandinê. Ez bawerim ku brêz Kemal Burkay hay ji yekê heye.
Pêkanîna hêzeke neteweyî ya îro di qada xebatên eskere li bakurê kurdistanê dikare bi rehetî pêk bê. Ew jî bi vekirina sîwaneke neteweyî ku hemû kurdên dilsoz bikaribin di bin wê de cihê xwe bigirin. Ew jî li gor sertên îro partiyeke eskere ku hemû welatparêzan hembêz bike ye. Ez bi xwe di vê baweriyê de me ku vê carê wê brêz Kemal Burkay dê vê pêk bîne. Ji ber ku di vegera wî de me dît ku bê çiqasî hêvî jê tê xwestin. Me dît ku gel bi çi hêvî û daxwazan li dor wî diharin û tên. Me dît ku ew di nerîn û dîtinên xwe de çawa xwedî helweste rast û li gor berjewendiya gel e. Ji ber vê ye ku divê ew jî li gor van sertana tevbigere û wê daxwaza gel ku bikaribe hemûyan di bin wê sîwana neteweyî de bicivîne, karê xwe bike. Ez bi xwe ji vê bawerim. Çawa?
Kesên ku heta niha brêz Kemal Burkay sopandibin, wê bizanibin ku wî tenê xebata azadiya gelê xwe daye pêsiya her tistekî xwe. Di vegera wî ya welêt de jî me dît ku ew ne weke nivîskarekî lê weke siyasemederekî çalak, xwedî tecrube, kete nav kar û barê ji bona azadiya welêt. Me dît û bihîst ku ew bajar bi bajar digere, kesan dibîne, rewsa welêt fêr dibe ku wê çawa bikaribe wê tevgera ku gel li bendê ye pêk bîne. Ez bi xwe bi pêkanîna wê bawerim ku wê brêz Kemal Burkay vê yekê bike. Lê weke diyar e ku bi gulekê nabe bihar, lê vekirina gulê îsareta hatina biharê ye. Ji bona bihara kurdan pêk bê çi lazim e?
Tistê lazim hemû hene. Tenê û li gor min rêveberiyeke xurt, serokekî ku neteweyî bifikire û bikaribe xelkê li hev ragire lazim e. Pistî vê jî xelk, kes û kesayetiyên zîrek, jêhatî, kêrhatî û gel pêwîst e. Ji ber vê ye ku ne tenê ez, gelek kes li welêt brêz Kemal Burkay weke serok dibînin, loma jî divê ew jî vê pêk bîne û weke serokekî sîwana xwe ya neteweyî veke. Bi vekirina wê sîwanê jî divê kesên me yên ku bi salan ked dane vê dozê, xortên me yên ku dixwazin li welatê xwe azad bijîn, pîr û kalên me yên dixwazin berî mirinekê welatê xwe azadkirî bibînin, hêdî hêdî xwe bidin bin siya wê sîwanê da ku gelê me ji vê tevliheviyê, aloziyê xilas bibe û welêt bighêjîne azadiya wî.
Di rojhilata navîn de rola serokan gelekî girîng e. Brêz Kemal Burkay vê girîngiyê dizane. Loma jî divê bê ku wextê derbas bike, bi vê erka xwe ve rabe û jê bawerim ku ew ji me bêtir di vê zanebûnê de ye. Ez bi rehetî dikarim bêjim ku tistê xelk, gel û em dixwazin, ev daxwaza wî ya sereke ye jî. Loma jî dema daxwazî hebe kar rehetir dibe. Ez bi xwe êdî ez ê li benda vekirina wê sîwana neteweyî ku ji teref brêz Kemal Burkay de bê vekirinê, bim. Lê dema brêz K.Burkay ew sîwan vekir, divê kes û kesayetî, xelk û gel bi awayekî gelemperî pistgiriyê bidinê da ku di demeke nêzîkde bakurê Kurdistanê bighêje daxwaziya xwe. Ew daxwazî jî divê ne kêmî federasyonê be. Federasyoneke weke du miletan û jiyaneke wek hev li ser vê erdnîgariyê be.
Êdî emê bi hevre li benda hatina bihara kurdan bin. Ev bihar wê ji bona bakurê Kurdistanê azadiyê bîne. Ev bihar wê ji bona kurdên me yên bakur serbestiyê bîne. Ev bihar wê bibe cejna temama kurdan. Di vê biharê de divê hemû kurd govenda azadiyê bigerînin. Di vê biharê de, dibê serokê neteweyî ku bikaribe vê tevgerê hilgire derkeve. Loma jî ev bihar wê ne weke biharên din yên welatê me be. Divê em ji niha de haziriya xwe û vê biharê bikin.
13.01.2012
Bûbê Eser