Nûçe

Bîranîn

Berzan Brahîm
Dengê Kurdistan-Mamnheim

Îro (15.01.2018) salvegera 9’mîn ji çona welatperwer, sîyasetmedar, Nivîskar û helbestvan BÊBUHAR ( Yosif Berazî) .
Cîh û rêka te gul û buhar be seyda yê me yê nemir.

Helbesta xwe ya ‘Hebs_û_zindan’ li ser dîwarê zindanên rêcîma Sûrî ya dîktator bi darkê çixatê nivîsand, ji ber helbestên xwe û her wiha andamtîya wî di Partîya Dîmokrasa Kurdî li Rojava-Al Partî gelek caran hat bincavkirin .

Azadî bo hemû dengên azad di zindanên recîma Ased ya fasîzim.

Hebs û Zindan

Hebis û zêndan kûr û tarî xewa min nayê
Ji esq û evîna gulê ketim belayê
Gula mi vebî bîn da li serê çiyayê
Min got gula min wer vir gul bê dem nayê

Gula min rengîn e gula min ges e
Gula min bi xelkê teil e bi min pir xwes e
Dunya li ser min rone dem li min rese
Dest ji gulê bernadim ku xwîn bimese

Gula min keske û sor gula min zer e
Hebis û zindan da rizyam gul bê xeber e
Gula min blindest e kul û keser e
Dest ji gulê bernadim can bidim ser e

Hebis û zindan kûr û tarî tê da dinalim
Ji esq û evîna gulê gelek bêhal im
Gula min blindest e pir dem û sal in
Kî gulê bistînê bi xwîn vêra heval im

Gula min tu xeyidî min guneh çi kir
Te ji min ra çi got min bi can û dil kir
Min mal û can da ser gelek hindik kir
Riya min gelek dûr bû va esqê kin kir

Dengê Kurdistan

Back to top button