Nûçe

Bîranîna Serhildana 12ê Adarê

Îro li hola Pêsawa ya Hewlêrê, ji aliyê Desteya Bilind a Kurd-DBK merasîmek ji bo bîranîna Serhildana 12ê Adarê hate lidarxistin.

Dengê Azad/Hewlêr

Merasîma ku ji aliyê Desteya Bilind a Kurd ve hatibû lidarxistin, Sekreterê Gistî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesûd Tek, Cîgirê Serokê Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê Bayram Bozyel, Nunerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ yê Hewlêrê Mihemed Salih Qadirî, Nunerê Komala Zehmetkêsên Soresgerên Îranê-KOMALA Necmen Gûlperwer, Berpirsê Pêwendiyên Nistîmanî a YNKê Azad Cole, Sînemxan Bedirxan û nunerên partiyên Rojavayê Kurdistanê besdar bûn.

Merasîm rêzgirtin bo yadî hemû sehîdên Kurdistanê destpêkir.

Pistî rêzgirtinê, peyama Desteya Bilind a Kurd ji aliyê Mihemed Mehmûd ve hate xwendin. Di peyamê de hate diyar kirin ku 12ê Adar a sala 2004 destpêka soresa Rojavayê Kurdistanê ye û daxwaza yekrêzî û yekhelwestiya hêzên Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Di merasîmê de herwisa peyamên partiyên siyasî yê Kurdistanî jî hate xwendin.

Peyama Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK weha ye;

Ji Bona Desteya Bilind a Kurd li Suriyê

Birayên hêja,

Silavên germ û birayîne.

9 sal berê niha, rejîma diktator û xwinxwara BAAS li bajarê qehreman û gernas Qamisloyê da xwina xortên me rijand. Hêzên ewlekariya rejîm û nokerên wan bi hovana êrisê ser gel kirin, li ser wan da gule barandin. Di encama êrîsên hanê da bi sedan Kurd hatin kustin û birîndar bûn, bi sedan Kurd jî hatin girtin, ji kar û dibistanên xwe durketin. Bi vî awayî rûpelek din ya res di dîroka rejima BAAS a Surî zêde bû.

Hevalên hêja,

Her usa 9 sal berê niha, gelê Kurd bi yekdengî û yekhalwestî li hemû bajar û bajarokên Kurdistana Rojava û paytexta Suriyê Samê da, dijî êrîs û zilm û zordariya rejîma xwinmija BAAS serî hilda, bi mêranî berxwe da û bi vî awayî carekî dinê nisan da, ku bindestiyê qebul nake, ti caran beramber zilma netewî serê xwe nizm nake û di vê rê da bastirin kurên xwe dike cangori.

Hevalên dilovan û berketî,

Her weki hun ji dizanin bastirin diyarî ji bona sehidan, domandina riya wan e. Îro ji hemu deman li ser we û me farz e, ku rêya sehidên Qamisloyê da herin, bi yekdengî dijî dagirkeran xebat bikin, ji bona parastina deskevtiyên xwe hevkarî û yêkitiya xwe xurttir bikin.

Ez bi navê hemu endam û alîkarên xwe va careki dinê li ber huzura Sehidên Qamisloyê sere xwe diçeminin.

Ruhê wan sad, ciyê wan behîst û rêka wan berdewam be.

13 Adar 2013
Mesûd Tek
Sekreterê Gistî yê PSK

Dengê Kurdistan

Back to top button