BÎRANÎNÊ MIN
Pêsgoton
Vê axrîyê ez xwe ji bîranîna xilaz nakim. Bîranîn tên û pêsîra min digrin. Evdên nêzîk, heval-hoger, nas û dost, heta xêrnexwez û dijmin, mirovên ku bi sala em di rêya jîyanê da li rex hev, bi hevra mesiyane têne bîra min.. Ji dûrayî û kûraya sala, bûyarên qenc û xirab, ronayî û tarî wek vûlkanê êgir e biçûk hisiyar dibin, min dikin di nava xwe û berbi rojên buhurî dibin.
Rojên çûyî sûnda nayên, bûyarên buhurî nikarin vegerin. Bîranîndi nava qetên mejû da vesartî dimîmin.
Mirovên, ku ez wan re mesyame, piranîya wan edî tune ne, li ser kevirê goristana navên wan nivîsar e. Nizanim, niha kevirê geleka li kune, goristana kîjan gundî, kîjan bajarî, welatî?
Lê di bîranîna da ew zêndîne
Bixwezim jî, nikarim wan jibîra xwe derxim.
Evd, eger ji sêrî nexwes nîbe jîyana xwe, hub, sêr û sûrê xwe, keser, derd û êsê xwe nikare jibîr bike, ji serê xwe derxe, bavêje.
Jîyana evd e çûyî cihaneke dergirtî ya û weke sîya wî timê bi wîre ne. Cihaneke usane ku xêncî xweyê bîranînê kes nikare dêrî veke, bikevê.
Bîranîn, vegera mirov e berbi wê cihana xweye bi bûyara derîgirtî.
Dem mirov ji pêngava dayîkbûnê berbi ya mirinê dibe.
Jîyan dem e navbera herdu qonaxa de.
Carna evd ecele dike, lez dikeve, dixweze dem zû derbasbe, ku zû bigihîje armanca xwe yan hinek tistan xilazke
Tê dernaxe ku zû berbi dewya xwe diçe.
Ji min re pirr çûye hindik maye.
Wedê fikirandinê, li pis xwe nêhêrandinê hatîye.
Ez dixwezim derê cihana bîranînan, di tev derê dilê xwe li ber xwendevana vekim, rêya xweye derbasbûyî, sêr û sirrê vesartî, bûyarên, ku bi deha sala derbas bûne, carke din zêndî bikim, binirxîneim, bi dilê vekirî xwe û xwendinvanê xwera biaxivim.
Jîyan çû, min tistek nekir, min tist ji jîyana xwe fem nekir. Nikaribû deynê evda bidayê. Deyndarê qencî, dilovanî, xêrxwezî, hizkirina geleka me
Min hinek hiz kirin wana ez hiz nekirin, hineka jî ez hiz kirin min ew hiz nekirin.
Hineka ji min fem nekirin, min ji hineka fem nekir. Dibe jîyan usane?
Bîranînan, kar û emelên rojên buhurî hisiyar kirye. Hisret û keser, posmanî û razîbûn, wundayî û destanîn, sasî û rastî ji hev elek dibin
Ez hiz dikim bîranînên xelkê bixwûnim. Eger bîranîn ji dil e, bê qelpîye, xwendina wan hewaskare, tev jî dixwezin bixûnin, bibihîn. Di wan da tistê çêkirî, fantazîya nivîskar kêm e, rastî pirr e. Bîranîn eyna jîyana mirove. Emirda evd çiqas jî jêhatî, aqil û qewat be, çiqas jî bi sans û serketî be, emir çiqas jî jêra bikene disa sistayî, xeletî û qelsayê wî hene, evdê bê derd û keser nîne. Ew kul û derdê xwe, qelsayê xwe ji teva çêtir zane. Zane lê nabêje. Eger rastîyê bêje bîranînê zêndî bibe, Çi ku xwendevan di nav kar-bar, efrandînê zanyar, hunermand, nivîskaran da navîne, di çend rêzên bîranînên wan de tê xanê.
Ez evdekî sademe. Jîyana min bûyarên mezin va ewqas jî dewlemend nîne
Lê evd çiqas jî sadebe, jîyana wî çiqas jî bûyarên hewaskar va dagirtî nîbin, lê dîsa jî tist hene..
Çi hebe, rastbe, sasbe ez rûnistime ber texte û li pey xwe dinhêrim
Kes ji mêriv rindtir jîyana wî nizane
Keremkin, cihana bîranînên min.
/Dûmayî heye /
Eskerê Boyik