Bîranînên min-4 (Çîroka bavê min)
Bavê min digot, ku ew di navbera salên 1912-1914 a gundê Qundexsazê li navça Aparanê, Ermenistanê ji dayîk bûye. Ji pey demezirandina qeydê sovêtê ra, çawa hemû gundên kurdên êzdi yê li Ermenistanê usan jî li Qundesazê da dibistanê * vedikin.
Wê demê di nav kurdan da xwendî tune bûn. Dersdarên dibistanê gundên kurdan yên ewlin ermenî bûn. Ew ji Tirkiyayê wextê qir û bira salên 1915-1920 revyabûn Ermenistana îroyîn. Welêt di nava kurda da mezin bûbûn, kurmancî rind zanibûn. Wanra cîyê kar vebûbû û ketibûne nav wê xebatê. Xwendin- perwerde dibistanên gundên kurdan da bi temamî kurmancî bi elfebêya lazo- herfê ermenî bû.
Mêla bavê min gelekî li ser xwendin- nivîsarê hebûye.
Dersdara ez hiz dikirim, tevî kurmancî usan jî zimanê ermenî ez hîn dikirim. Ji pey qedendina dibistana gund ra bi gotina dersdaran ez ketime xwendinxanna dersdarhazirkirinê ya bajarê Gumurîyê- Alêksandirapilê. Ew bajar weke 50 km ji gundê me dûr bû. Evê xwendinxanê ji bo dibistanên gundên ermeniya dersdar hazir dikir. Min xwendinxwane bi qimetê here bilind dewî anî. Dersdarê xwendinxanê temî dan kirin ku ez xwendina xwe berdewan bikim. Wan sala gêncê kurd disandine Lênîngradê xwendinê, min usan jî dikaribû Ûnîvêrsîtêta bajarê Yêrêvanê da xwendina xwe berdewan bikira, lê hale mala me giran bû. Apê min nû hatibû kustin. Apê min ji mal dertê, hema li ber derê me ji gula tivingê tê kustin. Ji ku ew gule hatibû, kê ew qetil kiribû, seva çi kesî nizanbû. Zarokê wîye hûr ustiyê meda mabûn, nefer pir bûn, xebatçiye me tunebûn, Bavo tenê nikaribû. Ji her aliya va mala me tengasiyê da bû. Vegeryam gund’.
‘ Berê li dibistanên gundên cînar Korbilaxê û Sengerê da wek rêvabir xebitîm, pasê hatim dibistana gundê xwe Qundesazê’.
Temamiya welatê sovêtê da salne pir dijwer bûn,-bavê min pasê gilî dikir,- milk û malê gundiya zorê jê distandin, kolxoz çê dikirin, gundda hewake xirab çê bûbû, xelkê nedixwestin biketana kolxozê, kesî amintiya xwe bi kesî netanî, tirs û xofê gund hildabû, sevê xebatçiyê KGB û mîlîsiya davîtin li ser mala, zilamên gund bijare digirtin dibirin. Ji her ciya besên xirab dihatin bihîstin. Kê nedixwest biketa nava kolxozê li ber pirsgirêkên mezin disekinî, xebatciyên KGB ê, komsomol û komûnîstê gundiye nezane cahil bûbûne bela serê xelkê’.
‘Min bi mecbûr navê xwe kolxozê da nivîsîbû, çend pezê para xwe kiribû nav heywanê kolxozê, lê Bavo nedixwest biketayê. Gunê wî jî nîbû. Bi pez-dewarê xwe, bi teherekî ebûra neferê giran dikir. Sewal jî ewqas zef nîbûn’.
‘Ya din jî, ku pir zora Bavo dibir û ji kolxozê ketibû rikê ew bû ku sedrê kolxozê Xano, alîkar jî Ezîm kivs kiribûn. Merivne eware, tiral, bêkar, gundda yên xebat hiz nedikirin û tistekî wan tunebû ew bûn. Hesavê sewalê ji gundîya civandî kêf-kêfa wan bû’.
‘Ew bûbûne komûnîst, deshiletdarya nehiyê gund dabû destê wan, wan jî geveze, durû û mirovê nepak yê wek xwe li xwe civandibûn, bûbûne xweyê gund, çi bêjî dikirin, sûrê wan çep-rast dibirî: giliyê xelkê bê sûc û gune ber dewletê dikirin, ser davîtine wan, didane destê KGB 1 û bê ser-berate disandin. Gundiyên nexwendiye belengaz, ku xwedyê çend pez û dewara bûn, ew pez-dewar jî bi xûdan û xûna xwe û nefera, sere wî çiyayê sar xweyî dikirin, nav dikirin kulak, kedxur, dejminê welatê sovêtê, neyarê Stalînê mezin. Di bin wan nava da xelk digirtin dikirin hebsê, bê dat û datastan unda dikirin, disandin Sîbîrê. Tenê ji gundê me 15-20 mêr êdî girtibûn. Neferê wan bê xadî mabûn. Xelkê newêribû destê xwe dirêjî hêsîrê wan bikira, xelk newêribû bigiriya. Çave dayka min jî ji hêsira ziha nedibûn, birayê wê, xalê minî kalemêrî belengaz jî girtibûn, biribûn, jê tu deng-bes tunebû. Rebenê xwedê, ne ziman zanibû, ne ji gund derketibû, dihate gunekarkirin ku endemê partiyake ermeniyaye miletçîye û dixweze gundiya rake dijî dewleta sovêtê ‘.
‘Ez sibê heta êvarê karê dibistanêva mijûl bûm. Ders rind dimesyan, zarok bi kêfxwesî dihatin dersa, dê-bav ji karê me razî bûn, alî min dikirin. Kitêb-defterê zaroka hebûn. Me haziriya zivistanê didît. Bo germkirina dersxanê me sobe hazir kiribûn, ji gundiyan êpêce sergîn me dabû hev ‘.
‘Rojekê jî wek heroj, ez dersê da bûm, niskêva derê dersxanê zerp vebû û zilamek du mîlîsî2 pey kete hundur. Sagirt tirsyayî ji cî veciniqîn. Zilam sedrê Komnehiya Aparanê Amê bû.
Hicûmî min kir, bi çêr û xeberê nerê mile min girt ji dibistanê derxistim:
-Min filan-bêvanê te hema ji îro va ez te ji dersdariyê derdixim.
– Ji bo çi?- ecêvmayî min jê pirsî,-min karekî xirab nekiriye
– Bavê te dijmine Stalîne, nakeve kolxozê, hûn neyarin Tu gerekê nekevî îskola3 welatê sovêtê.
-Ez ketime kolxozê, bavê min nakevê ez çi dikarim bikim?
-Ez te dersdariyê derdixim, tu fem nakî?
-De usane kaxazekî binivîse bide min, ku tu ji bo bavê min, min ji xebatê derdixî.
-Ezê binivîsim, qolkim, mor kim Cîyê yê wek te û bevê te dewleta sovêtê gerekê tunebe, hûn dijminê Stalînin. Hûn gerekê Sîbîra da birizin Ez carke din jî dibêjim bavê te van rojan nekeve kolxozê, di nav gundiya da xirab xererde, ezê te rêke usa da bisînim, ku çûyîna te hebe, hatin tunebe, dayka te heta hetê resa te girêde
Hema li ser piya kaxaz nivîsî, mor kir û kewkîyî rûyê min kir:
-Hilde û carke din lingê te van aliya nevînim
Min kaxaz hilda, dibistanê derketim Sîn-girî kete nav neferê mala me. Her êvar hîvyê bûn ku sev wê mirovê KGB ê, mîlîsiyê bên min û bavê min bigrin bibin’.
Bê hemdê xwe em ketibûn belayê.
Me usa jî zanibû ew karê destê kê ye.
-De ware male, ku te cave xwera xweyî kiriye, bide wan ewara, bira ew jî ji xwera kêfkin,- Bavo li nava gund da derheqa Xano û Ezîm da gotibû. Wan jî gîhandibûn Amê.
-Ez zanim wê min bigrin, bisînin,- Bavo bi hêrs digot,- dijminê min Ezîm û Amêne, ez gerekê wan herdu kûçika jî bikujim’.
Dayka min ber sekinî bû, nedihîst: ‘Kerbe! Tê me bikî belayê, nanihêrî agir ser xelkêda dibare!’
Amê ji gundê cînar Mîrekê bû. Kûrsê hildana nexwendîtiyê da hînî xwendin-nivîsarê bûbû, ketibû nava hizba komûnîsta, aktîv diçû-dihat, civata da diaxivî, kurmancên usaye aktîv, yên di gura deshilatdariya nehiyeda kêm bûn, ew û yê weke wî dikirine xebata û berdidane xelkê. Amê jî li nehiyê kiribûne wê xebata bilind, sûrê wîyî neheqiyê ser serê xelkê darda bûbû’.
Gelek sal bere mîrekiya çend malên merivê wî, ji bo nepakiyê û gevezetiyê ji gundê xwe derxistibûn, ew hatibûn gundê me, cînarê mala me bûn. Wanra digotin malê Nemkê Gavan. Xano jî Ezîm jî ji wê malê bûn, Ew û Amê jî kuraptiyê da digihîstine hev, wan sala kuraptiya wan sîrin bûbû. Li hev diçûn-dihatin, xwe sipartibûne hukumata nû, gundda tevlihevî çê dikirin, gundî dest wanda ketibûne belayê’.
Bûbûne axê gund’.
Gundda xeberdan hebû ku destê wan di kustina apê min da jî heye. Wana dixwest ziyanê bidine me, mala me bikin halê aborîyî giran, ku em bikevin derdê xwe, herin xwe bavêjine wan û heyfhildanê bîra bikin. Merivatiya me pir bûn. Sond xweribûn, ku bizanbin kê apê min kustiye, wê qira wan bînin, kesekî ji wan nahêlin, loma jî ditirsiyan. Sika me diçû li ser kê, ew jî, mêrkuja digeryan. Wan jî dixwest mêrkuj bên dîtin, av zelalbe û sika li ser wan bê hildan. Ew jî ji merivatiya mera ne xerîb bûn, em xal û xwerzî bûn’.
‘Ew bû sebeb çiqas dixwestin ziyanê bidine me, newêribûn ser mala meda bên’.
Dibistan lap bêxweyî mabû. Em du meriv dibistanê da dixebitîn. Ez û Bîmbasê gundîyê me. Bîmbasî kûrsê nexwendevanada bi teherekî hînî herfa bûbû, lê usa jî nizanbû binivîsîya-bixwenda. Malê me cînarê hev bûn. Halê mala wan pir xirab bû. Dayka min lava ji min kir, got: lawo, Bîmbasî bive ber destê xwe, bira kar-mare mektebê bike, yole bive, tistekî bistîne, pê ebûra neferê xwe bikin, yan na neferê wane qirbin. Min jî Bînbasî bire nehiyê, para perwerdê. Bi navçîtîya min Bîmbasî dibistanê da kirne kar, ku masekî pak bistîne, kivs kirin wek dersdar. Ewî karê haziriya zivistanê dikir, min jî dewsa wî ders dida
Ji pey wê bûyarê ra, meryê Bîmbasî xwe gîhandin Amê û Amê Bîmbasî kire dewsa min. Dibistana sên xirab bû’.
‘Meh pey hev diçûn, ez bê xebat dimam, kî alî da diçûm, kesî ji tirsa Amê destê xwe dirêjî min nedikir’.
Wê zivistanê tistê ecêv hatine sere xelkê4. Zivistan pir sar bû. Pez-dewarê gundiya ku bi zorê ji wan stendibûn, li avayê çend mala da civandibûn gisk ji sermê, bêxweyîtiyê qir bûn. Ne debara pak hebû, ne cî bû. Geleka sewalê xweye bas ku nedine kolxozê dizîva serjê kiribûn, toxim, debara xwe sewitandibûn Bahare xwera xelayî anî gund Ga gisk qir bûbûn, ga nemabûn ku pê erdê rakin, cot û kotan hazir nekiribû, toxim tunebû biresandana
Mala meda ne xwerin, ne nan, zarokê hûr, ez mecbûr rabûm çûme, merkeza nehiyê gunde Aparanê, bal serokê para perwerdê. Evdekî bas bû, qedrê min zanibû: Min go, heyran, gunê min tune, ez bê xebat mame, xwerin nav neferê meda tune. Seokê pare bi keser minra got: ‘Heta Amê nebêje, em nikarin tistkî alî te bikin, ez sere xwe derbas nebûme’.
Ez por-posmam ji cem wî derketim, hatime nava Aparanê, ku vegerim mal. Li wur rastî hevalekî xwe yê xwendinxanê hatim. Xwendinxwena Gumuriyê da em herd bûbûn wek bira. Ew tim dihat mala me, ez diçûm mala wan. Malê me jî bûbûne dost. Ji pey xwendinê ra ew hevalê min çûbû Rûsiyayê. Wura xwendin xilaz kiribû, li wur jî zewicî bû, ketibû xebatê. Çend roja hatibû ji bo dîtina dê ‘bavê xwe ‘.
‘Em çûne rûyê hev, me hal kêfê hev pirsî û me berê xwe da mala wan. Dema hale min hisiya, got: ‘ Were em nemekî Stalîn ra binivîsin. Emê gotinê wîye nû jî di nemê da bîr bînin. Ewî bi xwe gotîye: ‘Zarok ji bo dê- bavê xwe cawdar nînin’. Bi texmîna min wê basbe’.
Ew heftêk ‘dudu bû, ku Stalîn ew silogan gotibû. Temamiya rojneme welatê sovêtê bi wê gotina serokê mezin xemilî bûn, Dinivîsîn û pesnê aqilbendiya dewrêî gewre didan. Lê nizanim çima min guhdarî nedabiyê, fikira minra derbas nebûbû, bi wê gotina serok hale xwe bipirsim ‘.*
-Lê nema me bikeve destê Amê? Wî çaxî hale mine çawa bê? Êdî xilazbûna min wê tune be.
Em gelekî ji hev sêwirîn, pasê me qirar kir, hema çawa bûye, nemeke usa bi rûsî Stalînra binivîsîn, hevalê min xwera bive Rûsiyayê û ji wura jî bisîne. Çi dibe, bira bibe.
Me usa jî kir. Hevalê min neme hilda û çû.
Ji çûyîna hevalê min jî dû-sê meh derbaz bûbû, êdî neme ji bîra min çûbû. Çetinayî ewqas pir bûn, ku her kes ketibû derdê neferê xwe. Rojekê nemebir nemek minra anî. Têda nivîsar bû, filan rojê, filan sehetê gerekê bêyî nehiyê, filan odê. Binda jî navê Amê.
Sîn-girî kete mala me. Dayka min çokê xwe kuta. Bavo ra serkir, got eva gisk rûyê tedane, te seva pez-dewarê xwe kurê min da der’ .
Çi jî hebiya, kesî nikaribû tu çare bikira. Kincê min, xwerina çend roja jî pêra hazir kirin, bi sedî sed bawar ku wê min bigrin û bisînin hebsa Yêrêvanê. Nefer gisk hatine rûyê min, bi girî berbangda ez û Bavo re kirin berbi Aparanê
—————————————————————–
1 KGB- Komîtêya dewletêye bêqezyabûnê.
2 Mîlîsî-polîs.
3 Îskol-Skol-dibistan
4 Ji pey mirina Î.V. Stalîn ra, dewya salên 1960-î, dema arsîvên dewletê yên dizîva vekirin, dîtin wan sala zulma ecêv anîne sere xelkê welatê sovêtê. Bi mîlyona evdên bê sûc û gune nefiyayî Sîbîrê kiribûn,dadgeh û hebsên KGB da kustibûn, heqereteke mezin zarpk-neferê wan kiribûn. Zar ji malê wan derxistibûn, nehîstibûn, mekteb û zanîngeha da bixûnin.. Wî halê dijwer da ku pêsiyê wê bêqanûniyê bigrin, ev silagona Stalîn hatibû meydanê: Zarok ji bo dê-bavê xwe cawdar nîne’. Salên çêkirina kolxoza bûbû xelayîke usa ku evda gostê evda xweribûn.
Eskerê Boyik