Nûçe
BIRÊZ MESÛD BARZANÎ SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ XÊR HATÎ!

Serokê Herêma Kurdistanê, Birêz Mesûd Barzanî duh û îro (9-10 Çileyê Pêsîn) li Enqerê bû.
Birêz Barzanî duh Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Davutoglu ra hevdu dîtin û li ser pirsên vê dawîyê ku herdu aliyan eleqeder dikin qise kirin.
Îro jî birêz Barzanî bi serok û berpirsiyarên partiyên Kurd ra rûnist û di civînê da li ser hatina xwe ya Enqerê û rewsa Kurdistanê agahdari da. Serok û nûnerên Partiyên Kurd jî bi hatina Birêz Barzanî kêfxwesiya xwe nîsandan. Bi navê HAK-PARê ez û Wekîlê Serokê Gistî Necatî Bayram û endamê Konseya Serokatiyê Derwîs Korkmaz amade bûn.
Birêz Barzanî guhdarîye me kir û bersiva pirsên haziran da.
Birêz Barzanî û heyeta xwe îro êvarî vegeriya Kurdistanê.
Kemal Burkay
10 ‘ 12 – 2015
Dengê Kurdistan