Nivîsar

Birêz Serok

Birêz Serok

Birêz Serok
Vê nameyê dinivîsim ji we ra
Hêvî dikim ku hûn wê bixwînin
Helbet ger waxta we hebe …
Gava berê ket nava destên min
Fermana çûyîna eskerîyê ya min
Pêwîste ez berê roja çarsemîyê herim enîya ser
Birêz serok
Ez naxwazim herim ser
Lewra ezê rasterast bibêjim
Eve biryara min
Naxwazim bibim lesker
Jiber ku min berê ji dayikbûna xwe
Dîtîye kustina bavê xwe
Sandina serê yên birayên xwe
Û girîna zarokên wan jî dît min
Gelek ês û derd kisand dayika min
Lê neha ew di gora xwe da razaye
Bombe, tang û top ne xema wê da ne êdî
Helbest û çarikên nivîsên wan jî wê hisyar nakin
Dema ku ez di hepsê da bûm
Revandin jina min
Helbet wan ruhê min jî revandin
Hemû jîyana min jî hat revandinê
Ezê sibê zû
Derîyê xwe bigrim
Li ser salên emrê xwe yên mirîyê
Û ezê bikevim ser rêyan
Guh bidim ser jîyana xwe ez
Li ser hemû rêyên Fransa’yê da
Ji Bretagne yê heyanê Provence yê
Ezê gazîya mirovan bikim
Qebûl nekin bindestîyê
Red bikin serê
Dijî ser û pevçûnan xebat bikin
Neçin serê
Ger rijîna xwînê pêwîste
Birêz serok Ji te mêrxastir kesek jî tune
Keremke berê me hemûyan xwîna xwe birêjîne
Ger bixwazin min bigirin
Tu peyayên xwe ra bibêje
Ez bê çek digerim
Ew dikarin min bikujin

Ev helbest ya Boris Vian e, navê helbestê: Le deserteur e, ango qaçaxê eskerîyê ye. Wergera tirkîyê jî ya Zeynep Oral e. Min ev helbest ji quncika nivîsê ya Ragip Zarokolu ji ARTI- Gerçek’ê girt û wergerand kurmancîyê. Jiber ku ev helbest gelekî bi zelal rastîya jîyana mirovên welatê min û ya derûdora wê tîne ziman, min ev helbest wergerand kurmancîyê. Ez wê helbestê pêskêsê xwendevanan dikim, her weha gazîya xelkê xwe dikim ku dijî ser û kustina mirovan dengê xwe bilind bikin. Heyanê careka dinê, bimînin di nava asitî û aramîyê da!

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button