Biryarên Kongraye 10an a PSK û peyamên pistgiriyê

Biryarên Kongra Dehan a Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
Biryar 1
Li ser legalîte
Heyamek berê niha Kongra Dehan a PSK civiya. Di Kongra da giftugo li ser proseya siyasiya cihan, navçe û Kurdistanê hat kirinê. PSK ji damezrandinê heya îro, di heyama 40 salan da ji bona azadiya gelê Kurd bi pêgirî xebat kir. Bi gor bîr û baweriya PSK, di encama xebata gelê Kurd û bandora proseya guhartinê, ku bi ser navçeye da girtiye, li Tirkiyê berdewam kirina siyaseta înkar kirina Kurdan êdî ne mimkun e û statuya vê welatê hêdî hêdî têkdiçe. Iro di warê xebata legal û demokratîk da zemîn bastir e, ku ev yêka berhema xebata ya salan e û berxwedan û fedakiriyê ye.
Kongra Dehan, li ber ronahiya rastiyên hanê û li ber çav girtina bîr û bawerî û pêsniyarên rêxistin û endamên Partiyê, gihîstiye vê baweriyê, ku legal bûna PSK, ku neçar mabû wekî rêxistinê jêrzemînî kar û xebatê bike, wê pirtir xizmeta doza Kurd bike.
Biryar 2:
Li ser proseya çareseriyê
Di encama diyaloga MIT û Ocalan, ku di destpêka sala 2013’an da pêkhatibû, PKK pêsta agirbes ragihand pasê biryar da, ku gerîla derkevin dervayê Tirkiyê.
Bîrurayê gistî pêsveçûnên hanê, wekî avêtina gavên bas, ku ji bona çareser kirina pirsa Kurd zanî û pistgirî lê kir.
Lê belê pas heyamek, ji ber dudiliya hikumeta Tirkiyê û biryara PKK ji bona ragirtina vekêsana gerîla bo dervayê Tirkiyê, proseya hanê xitimî.
Di heyama çûyî da, hikumet tenê bona çareseriyê gavên micîd ne avêt, her usa xwast, ku agirbesê wekî çareseriyê nisan bide. PKK jî pas ragirtina vekêsana gerîla, dest bi gef xwarinê kir. Bi vî awayî xeterek hatiye pês, ku Tirkiyê dîsa vegere bo zirufa ser û pevçûnê.
Kongra Dehan, ku pêsveçûnen hanê nirxandiye, giringî dide agirbesê. Lê belê her usa dibêje, ku agirbes bi tenê çareserî nîne.
Kongra Dehan daxwaz ji hikumatê dike, ku ji bona çareseriyê gavên jerî bavêje:
a) Herçi zûtir lêborîna gistî were ragihandinê, ne tenê gerîla ji çiyayê were xwarê, her usa penaberan jî vegerine welat û hel û merc bê amade kirinê, daku wan bi azadî besdarê siyasetê bin.
b) Divê ziruf bê amade kirine, daku rêxistinên Kurd bi nasname û bernama xwe ve bi serbestî kar û xebat bikin.
c) Divê zimanê Kurdî, ji dibistana seretayî heya zaningehê bibe zimanê perwerdeyî û her usa Kurdî li Kurdistanê bibe zimanê fermî.
d) Divê qedexeyên li ser zimanê Kurdî nemîne û bê qeyd û sert navên Kurdî bê vegerandinê.
e) Divê herçi zûtir destureka demokratîk bê amade kirin, ku têda mafê çarenus û mafên din yên netewî û demokratîkên Kurdan bêne zamin kirinê.
f) Partiya me jî terefek e di pirsa Kurdî da û di proseya çareseriyê da, hikumet ne tenê terefek, divê hemu terefên Kurd ve giftugo bike.
g) Em banga PKK dikin, ku dev jê zimanê gef xwarinê, revandina mirovan û vergirtina zarokan wekî çekdar berde, hemu hêzên xwe yên çekdar derxe derveyê Tirkiyê, ku ev yêka hanê pirtir di xizmeta proseya asitiyê da ye.
Biryar 3
li ser Herêma Kurdistanê
Kongra Dehan carekî dinê silav li desktevtiyên gelê me li Kurdistanê Basurê dike. Bi tundî siyaseta Baxda ya derheqa Herêma Kurdistanê, birîna butceya Kurdistanê mehkum dike.
Kongra Dehan daxwaz dike, ku xala 140 a Desturê Iraq ku li ser Kerkuk û navçeyên din yên Kurdî ne, herçi zûtir were ci be ci kirinê.
Kongra Dehan pistgiriya halwesta Herêma Kurdistanê dike, ku dixwaze ji bona bexteweriya gel, serçaveyên sirustiyên xwe, bi xwe bi kar bîne.
Kongra Dehan, bang li hemu hêzên Kurdistana Basur dike, ku bona çareseriya pirsan yêkitiyeke siyasî ya bi hêztir destê xwe bidine hevdu.
Biryar 4
Li ser Kurdistana Basurêrojava
Kongra Dehan ji encama serê navxweyî ya Suriyê nîgeran e û her usa dilxwes e, ku tevgera Kurd li Suriyê kariye xwe ji vê serê navxweyî dûr bêxe.
Peymana Hewlêr û pêkhatina Desteya Bilind a Kurd gavên dîrokî bûn. Lê belê rejîma BAAS ji hinek navçeyên Kurd pasekêse kir û navçêyen hanê daye destê PYD. Bi vî awayî Peymana Hewlêr têkçû, Desteya Bilind ji kar ket.
Iro PYD têda li partî û rêxistinên Kurd dike, ku ligel PYD nînin û pêsiya xebata wan digre, berpirsên wan derdixin derve û siyaseta xwe bi ser wan da disepine.
Halwesta hanê ya PYD dibe sedema hêndê, ku xeterê serê navxweyî di Kurdistana Basurêrojhilatê da mezintir be û Kurdistana Basur jî bibe besek ji vê pirsgirêkê.
Suriyê îro rû be rûyê guhartina rejîmê ye. Kongra Dehan bang li PYD dike, ku siyaseta xwe ya hanê berde.
Kongre Dehan daxwaz ji hemu partiyên Kurd dike, ku bona pêkanina yêkitiya xwe li ser bingeha Peymana Hewlêrê, bi hestên netewî tevbigerin.
Biryar 5
Li ser Kurdistana Rojhilat
Kongra Dehan carekî dinê silav li xebata azadiya gelê me li Kurdistana Rojhilat dike û pistgîriya xwe nisan dide.
Kongra Dehan bi tundî zilm û zordariya rejîma Îslamî ya Îran li ser gelê Kurd û gelên dinê mehkum dike.
Di wan demên axiriyê da darvekirin li Îranê zêdetir bûye. Kongra Dehan Dewleta Îslamiya Îranê protesto dike, ku her roj çend kes sêdare dide.
Kongra me bang li Yêkitiya Milletan û birûraye gisti dike, ku bona pêsî lê girtina darve kirinê û tundutijiya dewletê, hewlekî micîd bikin.
Kongra Dehan pistgiriya hewlên partiyên Kurdistana Rojhilat dike, ku bona yêkîtî û hevkariyê didin.
Biryar 6
li ser azadiya dînî û mezhebî
Dewleta Tirkiyê guhê xwe neda pirrengi û pirdengiyê, dixwast hemu netewe û ayînê, ku di vî welatê da hene, bixe qaliba Tirk û Îslama Sunnî. Derheqa Kurdan da siyaseta înkar kirinê bi rêva bir. Têda û zilm û zordarî li Rum, Sîryanî, Keldanî û Êzîdî û yen dinê kir û piraniya wan nefî kir.
Gelek asteng li pesiya civata Alevî, ku hêjmara wan bêtirî 20 mîlyon e, derxist, daku erkên xwe yên dînî ci be ci nekin.
Dewleta Tirk, dezgeyê Serokatiya Karûbarê Dînî li ser bingeha Sunnî-Henefî damezrand û naveroka laîsîzmê pûç kir, laîsîzm bû serposiya siyaseta dewleta Tirk ya derheqa dîn û mezheb da.
Laîsîzm, wate bê teref bûna dewlet e di warê dîn û mezheb da. Laîsîzm zaminê azadiya dîn û mezheb e.
Ji bona vê yekê li Tirkiyê divê dersê dînî îcbarî nebe û divê zemîn bê amade kirin, daku mensubên hemu dîn û mezhep erkên xwe yên dînî bi azadî ci be ci bike.
Mafê hemu mensubên dîn û mezheb heye, ku erkên xwe yên dînî di perestgehê xwe da ci be ci bike û divê mafên hanê bê desteber kirinê.
Divê rêz li daxwaza Aleviyan bê girtin, ku dixwazin cemxane wekî perestgeh bi fermî were naskirinê.
Divê dewlet destê xwe ji kar û barên dînî û mezhebî biksîne. Divê hemu dîn û mezheb kar û barên xwe bi xwe bi rêva bibe. Ku, hingê pêwîst nake, ku saziya Serokatiya Karûbarê Dînî hebe.
Iro lî Tirkiyê, pêsveçûn di warê azadiya dîn û mezheb da, rolekî girîng dilêyze di asitiya civakî da. Di vî warê da yekem gav, ku were avêtin, qebul kirina daxwazên Aleviyan e
PSK daxwaz dike, ku dewlet destê xwe ji kar û barên dînî biksine, saziya Serokatiya Karûbarê Dînî were hilwesandin.
PSK pistgiriya daxwaza Aleviyan yên wekhevî û azadiyê dike.
Biryar 7
Li ser perwerde bi zimanê Kurdî
Kurdan li welatê xwe Kurdistanê da di saya serê zimanê xwe va, karin bi sedan sal bijin. Ji îro pê va hebûna Kurdan girêdayiya bi kar anina zimanê Kurdî ve, bi kar anina Kurdî di hemu qonaxên perwerde da ye.
Li Tirkiyê, bona damezrandina dewleta netewî ya Tirk, siyaseta înkar û asimilasyona gelê Kurd bi rêva çû. Hebûna Kurdan hat înkar kirinê, ji bona ji nav birina ziman û çanda Kurdî, asîmîlasyon bûye siyaseta resmî ya dewleta Tirk. Siyaseta hanê ya dewletê ji bona gelê Tirk jî bûye ês û azar.
Lê belê siyaseta dewleta Tirk ji ber berxwedana gelê me serneket. Ji ber vê yekê dewlet demek e siyaseta xwe ya hanê piçek be jî nerm kiriye. Hinek gav avêtiye û dibêje, ku “me zimanê Kurdî serbest histiye û me bi vî awayî pirsa Kurd çareser kiriye.”
Lê belê pirsa Kurdî ne tenê azadiya zimanê Kurdî û TRT 6 û dersên zimane Kurdî bi dilxwaziyê ye. Damezrandina besa Kurdî di hinek zaningehan da nayê vê wateyê, ku pirsa Kurd hatiye çareser kirinê.
Zimanê Kurdî tên vê çaxê bi temamî azad dibe, ku gava di hemu qonaxên perwerde da wekî zîmanê perwerde were bi kar anînê. zimanê Kurdî têne vê çaxê ges dibe, gava li Kurdistanê wekî zimanê perwerde were bi kar anînê.
Her usa eger her ziman di warê fermî, di dezgehên dewletê da bi kar bê, hingê dikare bimîne û bijî. Ji ber vê yekê divê zimanê Kurdî ne tenê bibe zimanê perwerde, her usa divê bibe zimanê fermî.
Bi gor bîr û baweriya PSK, mafê rewa ye, ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û ev yêka hanê yek ji mercên serekî yên çareseriyê ye. Ji bona vê yekê jî divê herçi zûtir guhartinên yasayî bêne çêkirin.
Peyamên ku ji Kongreya 10an a PSKê hatiye hinartin;
Peyama Sekreterê Gistî yê Partiya Demokrat a Pêsverû Kurdî li Sûriya-PDPKS Ebdulhemîd Derwês
Birayê rêzdar Mesûd Tek Sekreterê PSKê
Komîta Amadekar ya Kongira 10mîn ya Partiya bira hemû endam û besdarvanên Kongrê
Silav û rêz ji bo we tevan.
Vexwendina we ji me re bo besdariya kongra dehemîn ya partiya we ya bira, bi dilgermî gihiste destê me, lê mexabin nikarim bi we re amade bibim, ji ber ku ev demeke bi sedema tendurustiya xwe ez li Parîsê dimînim.
Partiya we ya bira Partiya Sosyalîst a Kurdistan, yek ji nêzîktirîn dostên partiya me ye, herwiha pêsketin û gesbûna wê jî ciyê dixwesî û serfiraziya me ye, lewma min dixwest ku ez bi xwe di nav we de amade ba me.
Ji dilê xwe ji kongra we re serkeftinê dixwazim û hêvîdar im ku bi serkeftin karê wî derbas bibe û biryarên girîng encam bide û xebata we gestir bike û ber bi pês ve bibe.
Bi navê xwe û bi navê serkirdayetiya partiya me (PDPKS) û tevahiya heval û alîgirên wê serkeftinê ji kongra we yê dehemîn re dixwazim, wilo jî em giringiya pêwendiyên biratî û hevaltî di navbera herdu partiyên me yên bira de dûpat dikin û hêviya pêsketin û bihêzbûna van pêwendiyan dikin ji bo xizmeta Kurd û Kurdistan.
Silav ji bo kongra we, silav ji bo amadekar û amadevanan
Serkeftin ji têkosîna PSKê re û her saxbin.
Parîs
29.05.2014
Ebdulhemîd Derwês
Sekreterê Gistî yê Partiya Demokrat a Pêsverû Kurd li Sûriya-PDPKS
Peyama Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ
Rêzdar Kek Mesûd Tek, Sekreterê Gistî yê PSK!
Rêzdaran endamên serkirdayetî û nûnerên besdarbûyî di kongreya dehemîn a PSKê de!
Xûsk û birayên hêja!
Digel silav û hurmetên birayane!
Li ser navê Deftera Siyasî a PDKÎ, bi boneya pêkanîna kongireya we ya dehemîn, em bi germî pîrozbahiyê li we dikin û hêvîxwaz in ku kongireya we, pirr berhem be û biryarên wê kongrê jî rê ji bo ber bi pêsveçûn û nêzîkbûna bi armancên we û vegesîna partiya we be.
Rêzdarno!
Di vê derfetê de em bi hewce dizanin ku li ser têkiliyên PDKÎ û PSK pêdagiriyê bikin û hewcehiya berfirehtirkirin û bihêzkirina van têkiliyan bixin ber çavan. Ew têkiliya ku bi dehan salî ye di navbera me û we de pêk hatiye û berdewam gese kiriye. Pêwendiyek ku weke hewcehiyeke neteweyî, xwe derxist û di pêvajoya karê xwe de mînaka herî berçav ya sedaqet û rastbêjî û girêdayîbûna bi bingehên neteweyî bû. Em weke PDKÎ sanaziyê bi têkiliyên di navbera xwe û we de dikin û rêz û hurmetê ji helwesta bi biratî ya hertimî ya we digrin.
Taybetmendiyên bilind ên PSK, rastbîniya siyasî ya vê partiyê û emegdarî di dostayetî û helwesta di dema xwe de ya rêberatiya PSK, rûçikek tewaw siyasî û exlaqî û alîkarîkirinê bi vê partiyê bexsiye ku em hêvîdar in ew rûçik û ew siyaset her tim parastî û rû li vegesînê be. Bi vê nasyariya ku me li ser partî, rêber û têkoserên we heye, em xatircem in ku rewsa rastbîniya kongreya we û dilsozî û berçavgirtina pêvajoya bûyeran di herêmê de, dibin sedema vê ku biryarên hewce û dirust, berhemên kongreya we bin.
PDKÎ kêfxwes e bi vê ku aliyekî ve, tu astengiyeke nekariye ji giranî û girîngî û dostane bûna têkiliyên me kêm bike û ji aliyekî din ve, pêngavên we bira û hezkiriyê me, ji xebat û pêsveçûna sist bike, lewra serkevtin ji bo we û pêwendiyên bê mînak ên di navbera me de ye.
Rêzdarno!
Kongreya dehemîn a partiya we di rewsekê de tê girtin ku guhertin bi lez rû dan û rû didin. Her çend ku heya niha berhema wan guhertinan, rizgariya yekcarî ya Kurdan nebûye, lê wan guhertinan, doza Kurd û rewsa xebata Kurd, ber bi pêsve biriye û dema hasa kirina ji Kurdan derbaz bûye û pêvajoya bidestxistina mafê Kurd ketiye rojevê de. Nirxandina hemû guhertinan û nirxandina doza Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ku bakûr, basûr, rojhilat û rojava, di her yek ji wan ciyan de bi awayekî ne, ew erka herî pêwîst e û pîlanên dijminên maf û azadiyên Kurdan jî, bê qas in ku bê guman tu yek ji wan, ji we vesartî nînin.
Ya ku vedigere ser Kurdistana Îranê, hewce ye bihê gotin ku di Îranê de rejîmek bi ser çarenûsa neteweyên Îranê de zal e ku rejîmeke pasvemayî û bîrteng e. Ew rejîm ali ser bingeha îdeolojiya mesebê Sîe û felsefeya wîlayeta feqîh qalibê xwe girtiye, lewra çavkaniya cudahîdanînê ye di navbera neteweya serdest û neteweyên li jêr stemê de û di navbera peyrewên ayînan û heya di navbera peyrewên ayînzayên Îslamê de. Vê rejîmê bawerî bi demokrasî û mafê mirovan nîne û wan weke diyardeyên Rojavayî dihesibîne ku dibe li dijî wan diyardeyan bisekine.
Rejîma Îranê, bawerî bi mafê neteweyan û wekheviya jin û mêran tuneye. Eva jî di demekê de ye ku PDKÎ û xortên neteweya Kurd di Îranê de, daxwazkarê demokrasî, mafên mirovan, mafê neteweyî û wekheviya jin û mêran di nav malbat û civakê de ne û netebahî di navbera xwestekên Kurd û azadîxwazên Îranê ji aliyekî û naveroka kevneperestane û dîktatorane ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê ji aliyekî din ve, di ew qasê xwe de ye. Ji bilî vê yekê, ew rejîme vegesînerê gendeliya malî, bê exlaqî û Îtiyad û li dijî kêfxwesiya xelkê Îranê ye. Bi vê amajeya kurt em dikarin hest pê bikin ku xebata Kurdan di Îranê de, çiqas dijwar û zehmet e. Bi vî halî jî neteweya Kurd û PDKÎ, berdewam xebatê li dijî vê rejêmê dikin û ji bo bidestxistina xwestekên mirovî û demokratîk û mafê neteweyî li sêweyên curbicur de, têkosînê dimesînin, lewra hejmareke zaf ji têkoserên Kurd û bi taybetî PDKÎ, li jêr sopandin, girtîgeh yan hukmê îdamê de ne.
Di Tirkiyê de, hûn bixwe ji rewsa Kurd sareza û agehdartir in û li Rojava de jî, derfetek heye ku hekî pawanxwazî û hevmonîxwaziya aliyekî nebaya, me dikarî ku bi yekîtiya hêzên Kurd di vê para Kurdistanê de, zêdetir hêvîdar bin û bandora Kurdan bi ser pêvajoya bûyeran di wî welatî de wê zêdetir biba. Di basûr de jî, desthilateke Kurdî heye ku parastin û pistevanîkirin ji wê, erk ali ser milên me hemiyan e. Bi berçavgirtina tewahiya van rastiyan, hewcehiya yekîtiya Kurd di her parçeyekê de û hevsozî û pistevanîkirina Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê erkeke neteweyî ye ku bidestvehatina wan, dikare bandora xwe li ser doza Kurd bi gistî dane.
Em li gorî rastbîniya we birayên xwe di vê kongreyê de xatircem in ku hemû ew pirsên ku di vê peyama dostane de me bi kurtî amaje pê kirin, di kongireya we de hûrtir û zêdetir wê bikevin ber bas û sirovekirinê û her eva jî vê hêviyê çê dike ku kongireya we, encameke dilxwaz û dost dilxwesker hebe.
Silav û pîrozbahî li we rêzdaran û ji riya we ve bo hemû endam û alîgirên partiya we,
Serkevtin bo kongireya dehemîn ya partiya birayê me, Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK,
Berdewamî û ber bi pêsveçûn bo pêwendiyên tendurust û birayane, yên di navbera me de
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ
Deftera Siyasî
Gulan a 2014an a Zayînî
Cozerdana 1393an a Rojî
Peyama Yekîtiya Nistîmanî a Kurdistan-YNK
Birêz Kak Mesûd Tek, Sekreterê Gistî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Rêzdarên endamên serkirdayetî a PSKê û endamên dehemîn kongreya PSKê
Bi silavên germ,
Bi navê hemû hevalên Mektebê Siyasî a Yekîtiya Nistîmanî a Kurdistan, pîrozbahiyek germ ji bo lidarxistina dehemîn kongreya partiya têkoser a PSKê dikin.
Hêvîdar in, kongreya we pêvajoya niha a Kurdistan bi gistî û bitaybetî jî bakûrê Kurdistan li ber çav bigre û asitî û pêkvejiyan û demokrasiyê bike dirusmên serekî di xebata bidestxistina mafên netewî ya gelê Kurd li Kurdistana Bakurê.
Yekîtiya Nistîmanî a Kurdistan-YNK
Peyama Komeleya Sorisgerên Zehmetkêsên Kurdistana Îranê-KOMELE
Bo rêzdar Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
Tevî slav û hurmetan
Bi sedema lidarxistina 10mîn kongreya partiya we ‘Partiya Sosyalîst a Kurdistanê’ germtirîn pîrozbahiyên xwe pêskêsî partiya we û hemû endamên kongira we dikin.
Pir ji dil hêviya serkeftinê bo kongreya we dixwazin.
Guman li vê da nîne ku hun li demekê da kongrê lidardixin ku hemû herêm û Bakûrê Kurdistanê jî li halê guherînan de ne. Em xatircemin hun xwedî tecrubene û partiya we û endamê kongirê wê sîroveya nû bo rewsa heyî bikin û di vê barê we siyasetek munasib ji bo pêsxistina xebatê diyarî bikin. Herwiha girînge hun bo destveanîna mafên netewî mifahê ji wan derfetên kul i bakûr hatine pês werbigrin.
Em wek Komele, car din pêdagiriyê li ser vê siyaseta rast dikin ku dibe hemû besên Kurdistanê pêwendiyek kûrr di navbera xebata wan û partiyên wan de hebe û her tim pistîwanê hev û dû bin. Her bi vê munasibetê em car din pêdagiriyê li ser têkiliyên mukum û dostiniya xwe tevî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê dikin.
Hêviya kongireyeke serkeftî û pirr destkevt bo we dixwazin.
Komîteya Navendî
Komeleya Sorisgerên Zehmetkêsên Kurdistana Îranê-KOMELE
31.05.2014
Dengê Kurdistan