Bo pistgiriya serxwebûna Kurdistanê komîteyek li bajarê Mannheim amadebû

Roja Pêncsemê15-06-2017an Kurdên bajarê Mannheim û bajarokên hawirdora wê civiyan, da ku komîtekê li bajarê Mannheim ava bikin, ku pistgiriya serxwebûna Kurdistanê bike, û amadebûnên “Festîvala Serxwebûna Kurdistanê li Kölin ê” Roja 26-08-2017an bê rê ve bibe.
Kesên ku di vê komîteyê de dê cî girtin, û yên ku wê amadekirina Festîvalê jî bikin, kesên sivîlin û karê wan dê ne di bin navê ti partiyê ango dezgehê de be.
Di civînê de tevahiya partiyên Kurdistanê û Komeleyên Kurdî li ewropayê, û hin kesên sivîl besdar bûn, û bi yek dengî erênî dan kar, herwiha birêz Halit Karaman bi navê HAK-PAR, û birêz Hisên Guler bi navê Komkar Ludwigshafen axifîn.
Birêz Halit Karaman di axaftina xwe de anî ziman ku ev kar li ser milên hemû kurdan bi tevahî erk e, û em amade ne ku pistgiriya her karî bikin, eger bikeve xizmeta Kurd û Kurdistanê.
KOMKAR LUDWIGSHAFEN
Berzan Ibrahîm
Dengê Kurdistan