Nivîsar

BONA NIVÎSKARÊN ASYA Û AFRÎKA YÊ

Birayên min,
bila porên min yên kêj we nexapînin
Ez ji xelkê Asya yê me.
Hûn nenêrin ji rengên çavên min yên sîn
Ez ji xelkê Afrîka yê me.
Di welatê min de dar sî bernadin binê xwe
fena ku di warê we da jî wusa ye.
Nanê xelkê di welatê min de nava devê sêr da ye
ejderha radizin li serê kanîyan de
û dimire xelkê welatê min di pênce salîya xwe da
fena ku warê we de jî wusa ye.

Hûn nenêrin ji porên min yên kej
Ez ji xelkê Asya yê me.
Rengê çavên min yên sîn bila we nexapînin
Ez ji xelkê Afrîka yê me.
Ji sedî hestê nikarin bixwînin û binivîsînin
xelkê welatê min.
Helbest dikevin ser zar û ziman, dibin sitran
fena alekî dikevin ser destan helbest
di nav xelkê welatê min da
divêm warê we da wusa ye.

Birayên min,
Pêwîste helbestên me tevî gayên rût
bi hevra cot bikin di zevîyan de
Di zevîyên rizê de heyanê çokên xwe
bikevin nava çamûrê jî.
Bikarin ji hemî pirsan bipirsin helbest
Divê hemî ronahîyan berhevkin
Di serê çata rê û dirban de bisekinin
fena kevirên kîlometran helbestên me.
Ji berê herkesê bibînin dijminê ku êrîsa me dike
Bikaribin dijî serê berxwebidin
Li dinê de tek welatekî bindest, tek merivekî kole
Hetanê ku li rûyê ezmanê de nemîne ewrên atomê
Mal û milkê xwe, aqil û fikrê xwe, canê xwe bidin
ji bona azadîya mezin helbestên me.
Çileye Pasîn, 1962, Moskova

DÎSA LI SER WELATÊ MIN

Welatê min, welatê min, welatê min,
ne kuma serê min maya karê xelkê te,
ne jî solên ku ez pê erdê te gerîya bûm,
îsligê min ya dawî jî ji zûda peritî,
ji qûmasê Sîle yê bû.
Tu neha di qirîya porên min da,
enfarkta dilê min da,
di xetên enîya serê min da yî welatê min,
welatê min, welatê min…
Pirag, 08.04.1958
………………..

Salên min sêstin,
Ji nonzdeh salîya xwe û virda xewnekî dibînim
baran, çamûr, havîn, zivistan
di xewê da û bi hisyarî
ketime dû xewna xwe û dimesim.
Çi ji min nebir ku fîrqatê;
qasî kîlometran hêvî, bi tonan keder,
porên ku min se kirîbûn, destên ku min hêjandin.
Tenê nikarim ji xewna xwe dûr bikevim.
Bi xewna xwe ez gerîyame,
Ewropa, Asya û Afrîqa yê
tenê Amerîka vîze neda min
ji behran, çîyan, çolan zêdetir
mirovan re hez kir min
û ji wana metel mame ez.
Hepisxanan de ronahîya azadîya min bû
Nefîbûnê de qatixê nanê min bû
Dawîya ewran de û destpêka rojan de:
doza serketinê ya herî mezin ya welatê min bû.
1962

Xwendevanên delal, ev her sê helbest yê Nazim Hîkmet’ê ne û min wergerandîye ser kurmancîyê. Heyanê careka din bimînin di nava asitî û aramîyê de!

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button