Nûçe

Burkay darezandina orgeneral Ilker Basbug nirxand

Ronakbîr û Siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay li ser wergirtina îfada sererkanê berê yê hêzên eskerî orgeneral Ilker Basbug, do (05.01.2012) di berneya Samanyoluhaber-TV de nirxand.

Burkay doza ‘baldariya înternetê’ (internet andici) de mehkemekirina orgeneralê teqautbûyî wek gaveke erênî ya berbi demokratîzebûna Tirkiyê nirxand. Dema Burkay di TV de li ser babetê diaxifî, di wan saetande îfada Basbug dihat wergirtin. Wek tê zanîn pistî çend saetan Basbug hat girtin û ew sandin girtîgeha Silivri, cîyê ku girtiyên ‘Ergenekonê’ lê ne.

Di bernameya Sicak Gündem de, Burkay li ser pirsên rêvebira bernamê , darezandina Orgeneral Basbug nirxand. Wî got ‘ez vê darezandinê wek guherandineke berepês a muhîm dibînim, ji bo xilaskirina wesayeta eskerî, ji bo bidawîanîna amadekariyên derbeyên eskerî, daku êdî neyên kirin, ez giring dibînim. Hinek kes berê xwe didina van darezandinan û girtina sucdaran, van tistan wek neheqî nîsandidin û dibêjin `împaratoriya tirsê`ye. Na, kes û hêzên ku guhertin û pêsketinê dixwazin, divê weha nefikirin. Evana ji bo bi cîkirina demokratiyê gavên erênî ne. Sebebkî ku kesên ne curmkar jê bitirsin nîne.’

Burkay derbarî cezakirina lîderên Cüntaya Fasîst ya 1980-ê, serokê Komarê yê 7-emîn Kenan Evren û orgeneralê teqautbûyî Tahsin Sahinkaya jî got : ‘Her çend dereng mabe jî ez cezakirina ‘ wan jî wek gaveke gelekî muhîm û bas dibînim.’

Dengê Kurdistan

Back to top button