Nûçe

Burkay: Divê yên serê çîyê bikaribin bi serbesti dakevin, yên der welat vegerin

Burkay: Divê yên serê çîyê bikaribin bi serbesti dakevin, yên der welat vegerin; Devlet jî bo vê çi lazim e bike

Dê û bavên ku ev 40 roj e vegera zarokên xwe yên serê çiyê dixwazin û li Amedê çalakiyekê bi rêva dibin, du roj e li Enqerê ne. Duh Serokwezîr Erdogan û Serokkomar Gul dîtin. Iro jî dema nîvro seredana HAK-PARê kirin û Serokê Gistî Kemal Burkay û hevalên wî ra hevdîtinek pêk anîn.

Têlewîzyonên Kurdî Rudav û War, her usa jî ajansên AA û IHA jî di dema wê hevdîtinê da amade bûn.

Burkay berê bi Kurdî, pistra jî Tirkî xêrhatina wan kir, got ew çalakiya ku we pêk anî gelek giranbuha ye û usa berdewam kir:

‘Em ta ji destpêka vê çalakiyê virda pistgiriya we dikin. Em helbet zanin xort çima derdikevin serê çiyê û çima canê xwe didin bo doz û dewayekî. Eger mezin pirs û derdên gel bikaribin bi riya siyasetê çareser bikin, ser û pevçûn çênabe. Lê mixabin mezinên vî welati ne karîn pirsan çereser bikin.

‘Lê bedêla ser gelek giran bû. Me di 30 salê dawî da 50 hezar can winda kir. 3-4 hezar gundê Kurdan û gelek bajar wêran bûn, bi mîlyonan mirovên me koçber bûn, perîsan bûn. Lê li dawî xuya bû ku bi riya zorê, bi riya ser û sewatê pirs çareser nabin. Li dawiyê herkes giha wê qeneetê ku divê pirs bi riya siyasetê çareser bin. Bona vê yekê çend caran sîleh bêdeng bûn. Va ye nêzî du salen e ku dîsa sîleh bê deng in. Tê gotin ku ev pêvajoya asitî û çareserî ye. Gor vê pêvajoyê divîya bû PKK bi temamî dev ji sîlehan berde, berê hemû çekdarên xwe bikisîne wî alî sînor û dewlet jî bo ku yên serê çiyê bi temamî dakevin, çi dikeve para xwe bike.

‘Lê mixabin ev tist ne bûn. PKK piraniya çekdarên xwe nekisand wî alî sînor, serda jî zarok û ciwanên teze dibe serê çiyê. Hukumetê jî bo daxistina yên serê çiyê bi serbestî û ji bo çareseriya pirsa Kurd çi dikeve ser milê xwe bi cî ne anî.

‘Bona vê yekê ew çalakiya we ya dê û bavê zarok û xortan gelek giranbuha ye. We got ‘Êdî bes e, em zarokên xwe dixwazin!’ Eger hêzên astîxwaz jî pistgiriya we bikin, vê carê emê bi serkevin, ser êdi bisekine û asitî bê welat.’

Burkay di dawiya axaftina xwe da usa got: ‘Em ta ji berê da dixwazin ku sîleh rojkî berê bêdeng bin û pistgiraya pêvajoya asitî û çareseriyê dikin. PKK-BDP (ku BDP vê dawiyê xwe kire bin banê HDPê) ji xwe bo gelê Kurd tistekî zêde naxwaze. Li parlamena Tirkiyê 30 endamên wan hene. Nezî sed saredarî di dest wan da ye. Ango ji bo siyasetê îmkanên wan gelek in û sileh ne hewce ye. Em wek HAK-PAR ji bo gelê Kurd ji wan gelek zêdetir heq dixwazin. Em li ser esasê wekheviyê federasyonê dixwazin. Lê em kar û xebata xwe bi rê olaxên astixwaz bi rêva dibin. Bu raya me ev bastir e. Bi vî awayî em dikarin dengê xwe bastir bidin bihîstin û ji gelê Tirk jî alîkarî bistinîn bo doza xwe yî rewa.

‘Hukumet jî divê bo ku yên serê çiyê bi serbestî dakevin, yên girtî ji hepsê derkevin û yên dervayî welat bikaribin bi serbestî vegerin, çi dikeve ser milê xwe pêk bîne. ‘

Di dema hevdîtinê da dayikên zarok û xortan jî ji bo hevdîtinê sipas kirin, gotin ji bo vegera zarokên xwe ji çîyê divê herkesê berpirsiyar û asitîxwaz çi dikeve para wan bike.

Buroya Çapamenî ya HAK-PARê

25 Heziran 2014

Dengê Kurdistan

Back to top button