Nûçe

Burkay: Ev xebat wê bi serkeve û azadiyê bîne welat

Siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay, ji bo Komcivîna HAK-PAR’ê ya Diyarbakrê di 5’ê Gulanê da hate bajêr. Burkay di 6’ê Gulanê da tevî Komcivîna 5’an bû û axaftinek kir.
Burkay bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir, pistî demekê vegerande Tirkî û usa got:
‘Ez gelek kêfxwes im ku pistî 32 salan nuha careke din li welat, li Diyarbekrê di komcivîna partiyeke Kurd da qise dikim. Di vê dema dirêj da kar û xebata me li der welat tucar nesekinî. Me dijî rejîma fasî ber xwe da û pistgirîya hêzên azadîxwaz û demokrat kir ku li hundir welat bi camêrî ber xwe didan. Di saya vê xebata bê westan e ku îro em li vir in, civînan çê dikin û bîr û raya xwe dikarin bêjin. Di vê dema dirêj de gelê me bedêlek mezin da, gelek eza û cefa kisand, lê ez gelek dilsa me ku kar û xebata ji bo azadiyê tucar ne sekinî û îro jî berdewam e.
PIRSA KURD BI AZADIYA GELÊ KURD WÊ ÇARESER BE
Iro rewsa Tirkîyê gor berî 12 Îlonê gelek hatiye guhartin. Her çiqas pirsa Kurd hîn çareser ne bûye jî qe nebe em dikarin pirsa Kurd di warê çapameniyê da, di civînan da û di hemû platforman da bi serbestî qise bikin. Îro kanaleke têlewîzyonê ya dewletê, TRT-Ses, seranserî rojê bi Kurdî wesanê dike. Îro partiyeke wek HAK-PAR heye ku di bernama xwe da dikare cî bide çareseriya pirsa Kurd bi siklê federalî.
Berî 12 îlonê em Kurd mecbûr mabûn ku bi nehînî, ango bi siklê îllegal rêz bin. Heya rejîmê, bi riya zorê, bi hîle û dafik besek ji me Kurdan û çepê Tirkan kisande nav serê çekdarî. Ger rejîm ewqas zalim ne baya, ger salan berê, ango di waxtê da heqê gelê Kurd bidana, qe nebe rê bidana ku em bi serbesti doza heq û azadiyên xwe bikin, ewqas ês, eza û cefa ne dihate kisandin, welat ser û bin ne dibû, ewqas xwîn ne dirijiya û nava sed salê çûyî da bi sedhezaran mirov di ser û pevçûnan da jîyana xwe winda ne dikir. Vê yekê zirareke gelek mezin da gelê kurd, her usa jî da gelê Tirk. Iro êdî gelek kes vê yekê bas fêm dike û dibêje. Lê gelo siyaset, di vê qonaxê da bikaribe guhartinekê pêk bîne yan na? Ev yek hîn ne xuyayi ye. Lê ez ji bo dahatû xwesbîn im. Sik tune di zeman da gelê Kurd hemû heqên xwe wê bistîne, azad be û pirsa Kurd bi vî siklî çareser be.
Di salên dawî da berpirsîyarên dewlet û hukumeta Tirk jî êdi hebûna gelê Kurd û pirsa Kurd qebûl dikin û dibêjin ev pirs bi riya zorê çareser nabe. Eva guhartineke bas e. Heya ji bo çareseriyê hin tist jî hate kirin, lê mixabin wê pêvajoyê berdewam nekir. Me ji bo gavên erêni pistgirî da hukumetê, lê mixabin gelek hêz û teref dij derketin, bûn asteng û hukumet bi xwe jî bi cesaret hereket ne kir, li himber astengan sunda vekisiya. Hukumet ne xwediyê bernameyeke rêk û pêk bû û mixabin, usa xuyaye ku hîn jî nine. Lê guhartinên li welat û li dinyayê êdi hatiye ber derê Tirkiyê û zorê dide wê ku pirsa Kurd çareser bike.’
DESTÛRA TEZE DIVÊ TIRKIYÊ BIKE WELATEKÎ FEDERAL
Burkay axaftina xwe usa ajot:
‘Kurd ne grûbeke piçûk in, ne hindikahî ne… Di nav sînorên Tirkîyê da erda ku Kurd li ser pirani ne, ango Kuurdistan di sisêyan da yek e, Her usa nifûsa Kurdan jî li Tirkîye dora 20-25 mîlyonan e. Ev ji nifûsa gelek dewletan zêdetir e. Pirsa gelekî usa mezin li ser esasê wekheviyê çareser dibe û siklê wê jî federalî ye. Wek nimûne, ne hewce ye ku em heya Swîsre, Belçîka, Kanada, ABD û Federasyona Rûsî biçin, va ye Iraq li tenista me ye, li wir pirsa Kurd bi siklê federali çareser bûye. Ango Iraq welatekî federal e û Kurdistana Basûr jî herêmeke federal e di nav sînorên wê da.
Lê gelo îro hukumet û parlamena Tirkiye wê bikaribe vê pirsê bi vî siklî çareser bike? Ne bawer im.
Tirkiye va ye haziriya destûreke teze dike (Qanûna Bingehîn). Eva firsendeke mezin e. Divê di destûra teze da Tirkiye bibe dewleteke federal û zimanê Kurdî ji bibe zimanê fermî wek Tirkî. Lê qe nebe ev destûr rê veke bo çareseriyê. Bona vê jî sê tist divê di destûra teze da cihê xwe bigre: Yek nasnama Kurdî bê naskirin. Ya duwemîn Kurdi bibe zimanê perwerdeyî ji dibistanê heya zanîngehê. Ya sêwemîn jî Tirkiye dev ji dewleta ûnîter (yekpare) berde, bibe dewleteke ademî merkezî…’
BILA PKK DEV JI SILEHAN BERDE
Burkay di dawiya axaftina xwe da got: ‘Siyaseta Kurd îro ne li ser xwe ye. Sistemê bi zor û zulmê, bi lîstik û dafik, bi provokasyon û komployan siyaseta me ji rê derxist û çepeçûlkî kir. Serê çekdarî çi anî, çi bir, ew tistekî din e, lê pistî vê saetê êdi pirs bi riya ser çareser nabe. Ne dewlet dikare bi riya ser ji pirsa Kurd xilas be, ne jî PKK dikare bi riya ser bi serkeve. Divê PKK ser bisekinîne û rê veke bo siyasetê. Dema sileh bi temamî bêdeng bin siyaseta Kurd jî pista xwe rast dike. Rewsa dinyayê jî êdî wek berê nine. Dema serê sar çû. Em dikarin kar û xebata xwe bi rê olaxên astixwaz û legal (eskere) bi rêva bibin.’
Burkay pistî civînê li HAK-PAR’ê bi endamên partiyê ra civîya û sohbet kir, bersîva pirsan da. Vê sohbetê jî qasî sê saetan kisand. Burkay di van 3-4 rojên xwe yên Diyarbekrê da li Hotel Prestijê ma û gelek heval, nas û dostên wi yên berê û yên teze, bi taybetî xortên Kurd hatin ziyareta wî û pê ra sohbet kirin.

LI SER QEBRÊ HEVRÊYAN
Burkay di 7’e Gulanê da, roja dusemîyê, tevî hevalan çû ser qebrê heval û hevrêyên xwe li Diyarbekrê, Haci Sait, Mahmut Yigitel, Remzi Il, Edip Samanci, Mehmet Yalçin û Wedat Aydin, li ser qebrê wan gul danîn. Her usa, him Burkay, him jî Serokê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel, li ser qebrê hevrê û sehîdan axaftin, behsa kar û xebata wan û jiyana wan kirin ku di riya azadî û serbestiya gelê kurd da derbaz bibû.
8 Gulan 2012
Dema Nû- Diyarbekir

Dengê Kurdistan

Back to top button