Nûçe

Burkay: Gelê Kurd hewcedarî HAK-PAR’ê ye

Di 18yê Sibatê da besa HAK-PARê vebû û nivîskar û siyasetmedar Kemal Burkay bû endamê HAK-PARê. 26’ê sibatê da li navenda HAK-PARê a Kadikoyê da civinek çêbû ku endam û dostê HAK-PARê tê da amade bûn û Kemal Burkay li ser siyaset û erkên HAK-PARê qise kir û bersîva pirsên guhdaran da.

Burkay got: ‘HAK-PAR deh sal berê wek altenatifeke legal û demokrat çêbû. Wê demê Serokê PKK Ocalan hatibû girtin, dev ji hemû daxwazên xwe yên berê berda bû, partiya wî jî wekî wî kir. Hingê bêhêviyek mezin di nav Kurdan da çêbû. Divîyabû rêxistinek teze di warê legal da bê avakirin, Kurdên welatparêz di nav refên xwe da kom bike, xwedî li daxwazên Kurdan derkeve û hêvî bide gel.

‘HAK-PAR bi vî awayî çêbû. Ev partî ji bo pirsa Kurd çareseriyeke federal dixwaze. Dixwaze Kurdî jî wek Tirkî bibe zmanê fermî, perwerde bi zmanê Kurdî be. HAK-PAR her usa ji bo civakeke demokrat kar û xebat dike. HAK-PAR kar û xebata xwe bi rê olaxên demokratik, astixwaz û eskere bi rêva dibe. Dixwaze ew ser û pevçûna salan bisekine, dewlet operasyonên eskerî bide sekinandin, PKK jî dev ji sîlehan berde.

‘Di nav refên HAK-PARê da gelek Kurdên welatparêz cî girtine ku berê di rêxistinên cuda da kar kirine, bîr û bawerîyên wan li ser hin tistan ne yek e, wek nimûne, hin sosyalîst in, hin sosyal demokrat, hin lîberal, hin jî bawermendên oldar in. Lê li ser azadiya Kurdan û civakeke demokrat li hev kirine, mil bi mil kar dikin. Eva nimûneyeke gelek delal e.’

Burkay ji bo endambûna xwe jî usa got: ‘bername û daxwazên HAK-PARê gor dilê min e. Dema hîn li der welat bûm min pistgirîya HAK-PARê kir û ji kurdên rewsenbîr, welatparêz xwest ku pistgiriya HAK-PARê bikin û bibin endamê HAK-PARê. Her usa jî min digot ‘Ger vegerim welat ezê bibim endamekî wê û kar bikim.’ Nuha jî tistê kum in kir ev e, ango li ser gotina xwe mam.’

Burkay siyaseta hin hêz û rêxistinên çep yên Tirk rexne kir û got: ‘Wan siyaseta xwe ya hundir li ser dijayetiya AK Partiyê, ya der jî li ser dijayetiya Amêrîkayê ava kirine. Ev yek karekî hêsan e lê sas e. Wan bi vê helwestê di dema borî da pistgirîya Saddam kirin, nuha jî pistgirîya Besar Esad û diktatoriya Baasê dikin. Ew bi vê helwesta hisk dijî endametiya Yekitîya Ewrûpa ne. Lê divê mirov li taybetmendiya her bûyerê binêre, gelo ew tistê ku dibe gor daxwaza gel e yan na, feyde dide gel yan zirarê…

‘Yekitîya Ewrûpa jî ne tenê yekitîya sermiyandaran e, her usa yekitiya xebatkaran e, projeya asitî û demokratiyê ye. Welatên Ewrûpa bi vê yekitîyê êdi serê hevdu nakin, sînor ji nav xwe rakirin. Meclisa wan ê mistêrek heye ku tê da hemû rengên civatê yên siyasî (sosyalist, sosyal demokrat, komunîst, Xirîstiyan, Kesk û hwd.) hene. Konseya YE wek hukumeta wan ê mistêrek e. Ala wan ê mistêrek heye.’

Burkay got: ‘Zeman êdi guhariye, bi siyasetên kevn pirs çareser ne bûn û him sîyaseta dewletê ku hewl da bi darê zorê berxwedana gelê kurd vemirine, him jî siyaseta PKK ku doza serketinê dikir bi riya ser, ev herdu ji bi ser neketin. Xelkê kurd û Tirk bedêlek mezin dan. Ji 50 hezarî zêdetir kes di vî serî da jiyana xwe winda kirin. 3-4 hezar gund hatin hilwesandin û sewitandin, 3-4 milyon Kurdê me gundên xwe terk kirin, çûn li der û dorê bajarên mezin serpeze bûn, bi sedmilyar dolaran hatina welat di riya ser da çû. Lê pirsa Kurd çareser nebû, heya ji berê girantir bû. Nuha Kurd jî Tirk jî dixwazin ev ser êdî bighê dawî. Ser tistekî çareser nake lê dibe asteng li pês çareseriyê. Kurd dikarin bi riya siyasetê, bi rê olaxên astîxwaz, bi kar û xebateke gelî doza xwe bimesînin û bi serkevin. Ev dem dema siyasetên bi vî cureyî ye. Ango dem dema HAK-PARê ye. Divê em vê yekî bibînin, bas fêm bikin û bi xurti bînin zman. Da ku em gel bidin dora xwe, bi hêz bin û bi serkevin.’

Burkay her usa jî got: ‘Hin kes dipirsin, dibêjin ‘bi endametiya HAK-PARê tu çi dixwazî bikî? Gelo tuyê bibî serokê HAK-PARê?’ Derdê min ne post û miqam e. Ez ne li hêviya tistekî usa me. Ez dikarim wek endamekî kar û xebat bikim. Ez dikarim alîkarê hevalekî, yan hevalekê (mêr yan jin) bibim, dikarim sêwirmendê wan bim. Partî çi kar bidin min ez hazirim.’

Li ser pirsekê Burkay got: ‘Ez ne dijî PDPê me. HAK-PAR dikare BDPê ra bide bistîne. Li ser hin tistên ku feyda gelê Kurd tê da hebe, dikarin bi hevra kar bikin. Lê siyaseta HAK-PAR û BDP li ser hin tistan ji hev cuda ye. PKK nahêle ku BDP bi serbestî kar bike. Bi riya Îmralî, Qendîl û KCK darê wan li ser BDPê ye. Ez dixwazim ku ji der va tu hêz, PKK yan KCK têkilî karê BDP nebin, ew zor û zext ji ser wê rabe û bikaribe bi rehetî siyaseta xwe bimesîne.’

Dema Nu-Îstembol

26 Sibat, 2012

Dengê Kurdistan

Back to top button