Burkay: Kobanê bikeve wê komkujî çêbibe

Armanc Agîd Nêrweyî
Li Balefirgeha Tegel a Berlînê me serokê HAK-PAR’ê dît û hevpeyvîneke kurt li ser rewsa dawî ya Kurdistanê saz kir. Kesayetî û siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay ku bi salan li derveyî welat xebat dikir niha jî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê siyasetê di nav partiyeke legal de dike.
Serokê HAK-PAR’ê Kemal Burkay li ser seredana xwe bo Elmanya, rewsa dawî ya Kurdistanê û pêshatên herêmê bersiva çen pirsên BasNewsê da.
Hûn ji bo çi hatin Elmanya?
Kemal Burkay: Komcivîna Komkarê ”Federasyona Komeleyên Kurdistanê” hebû û ji bo wê ez hatim kongerya 23’an li Elmanya, ez tevlî wê bûm, berî niha dema ez li derveyî welat bûm têkeliyên min ligel Komkarê bas bûn û piraniya wan hevalên min bûn, berê jî min di Komkarê de cîh girt, li ser bûyerên dawî ên welat li Basûr û Rojava me sohbet kir û axifîn.
Kongreya Komkarê çawa derbas bû?
Kemal Burkay: Pir bas derbas bû û bi baweriya min, komîteyek nû hat hilbijartin bo desteya Komkarê, hevalên xwedî tecrûbe cîh girtin, di kongreyê de heval axifîn herwiha mêvan jî, bi nerîna min bas derbas bû, slogana bingehîn a kongreyê serxwebûna Kurdistanê bû, xwiya ye ew dem hatiye çawa li welat li Basûrê Kurdistanê amadebasiyek heye daku Kurd dewleteke serbixwe ava bikin. Kurdên diasporayê jî pistgiriya wê dikin, bêgûman derfet pêwist in, Iraq zehmete wek berê bimîne, ew serên mezhebî rê na de vê yekê, nerîna me jî ew e yan divê Iraq bibe sê bes herêmeke Sune, herêma Erêbên Sî’e û herêma Kurdan weke konfederal an ji sê welat jê çêbibin, eger Erebên sune û Sî’e li hev bikin wê bibin sê herêm, lê eger li hev nekin sê welat çêbibin bastir e li gor min.
Rewsa Kurdistanê ber ku ve diçe?
Kemal Burkay: Li her parçeyekî rews cuda ye, tevgera her parçeyekî li gor wî parçeyî birêve diçe, îro parçeyekî Kurdistanê bi awayekî azad e, lê hê jî pirsgirêk hene, vê dawiyê êrîsa DAIS’ê zerareke mezin da Basûrê Kurdistanê jî, lê tistê bas ew e, birayên me yên Basûr zû xwe komî ser hev kirin û berê wan êriskaran û ew ciyên di bin destê wan êriskaran de rizgar kirin û ciyên din jî wê rizgar bibin. Di warê aborî û kulturî de pêsveçûneke bas hebû, ez bawer im wê dewam bike, bêgûman tistek din jî xwiya bû xelkê me astîxwaz e, lê divê li hember êrisên derve amade bin, artêsek nîzamî pêwîst e bi çekên giran bin û xwe amade bike û bê perwerde kirin, bi raya min ew jî erkekî giran e li pês rêvebiriya Herêma Kurdistanê ligel pirsên aborî, divê derheqê vî karî de werin.
Li Rojava rewseke din heye, Sûriye ser û bin bûye û xwiya ye ew saziya heyî anku hikûmeta heyî nikare zêdetir li ser desthilatê bimîne, lê çiqasî din li ser desthilatê dimîne ne diyar e, pêsniyara me ew e ku Sûriye jî bibe welatekî federal û demokrat û Kurdên me yên wî parçeyî jî bi awayekî federal an jî otonom xwe birêve bibin, bêgûman divê yekîtiya wan hebe daku bikaribin bighin armanca xwe û statuyeke wan hebe. Berî bi salekê li Hewlerê partiyên Rojavayê Kurdistanê bi pêsengiya Serok Barzanî rûnistin, li hev kirin û Desteya Bilind ava kirin, lê maxabin ev yekîtî ne mesiya, PYD’ê rê ne da ew tevger bimese, eger Kurd bixwazin biser kevin û li himber dijmin bihêz bin, divê rêzê li hev bigrin û hebûna hevdû qebûl bikin, ew yekîtiya navbera ENKS û PYD’ê divê bimese.
Li Bakurê Kurdistanê jî hikûmeta Tirk dibêje ev du sal e bi navê pêvajoya astî û çareseriyê xebatek heye, lê bi rastî projeyekê diyar a rêk û pêk xwiya nake ji bo çareseriya pirsa Kurd, an ku hikûmet dixwaze PKK li Bakurê Kurdistanê dest ji çekan berde, em jî dixwazin ku êdî çek bê deng bin û astî çêbibe lê divê heqê gelê Kurd jî bên naskirin li ser bingehê wekheviyê, bi raya me ew jî federalî ye wek Kurdistana Basûr statuya îro an ku divê Kurd li herêma xwe li Kurdistanê bi destê xwe xwe birêve bibin, zimanê wan bibe zimanê fermî li Tirkiyê û perwerde bi zimanê Kurdî be li Kurdistanê û di dibistanan de, hê ev tist çênebûne û haziriyek jî nîne li ser esasê wekheviyê çawa ku em dixwazin û dibêjin.
Li Rohjilatê Kurdistanê, diyar e gelê Kurd bi salan li ber xwe da ji bo otonomiyê lê dewleta Îranê ew heq nasnekir û pirsa Kurdî heta îro ajot û hat, bi raya me li Îranê jî pirsa Kurd bi awayekî federal çareser dibe, ew dewletana Tirkiye, Îran, Sûriye û Îraq divê rojekê berî rojekê heqê miletên bindest nas bikin, bi vî awayî astî li welatan çêdibe, û demokrasî tê wan welatan, dawiya dawî jî bivê nevê dê wiha be, hingê miletê Kurd dikare ligel cîranên xwe Tirk, Ereb û Faris û ên dinê di nav astiyê de bijîn.
Hûn ji bo Kobanê çi pêsbînî dikin, wê bikeve gelo?
Îro êriseke DAIS’ê liser Kobanê heye, sê aliyên Kobanê hatine dorpêçkirin û tenê deriyekî wan bi Tirkiyê re heye, lê mixabin Tirkiyê jî rê na de ku rêyekê vebike ku alîkarî bighin Kobanê, em jî daxwazê ji Tirkiyê dikin ku wê korîdorê veke bo Kobanê, daku alîkariya derve hem ji Kurdistanê hem jî ji welatên derve bighin Kobanê, rewsa wê gelekî kirîtîk e û metirsiyeke mezin heye, eger DAIS bikare bi temamî Kobanê bixe bin destê xwe dê komkujiyek çêbibe, me wek HAK-PAR’ê çend peyam û beyanname derxistin û me gazî hikûmeta Tirkiyê kir ku rê negire û alîkariyên derve bighin Kobanê.
Îro mirov nikare bêje sedî sed wê bikeve, bas li berxwe didin, welatparêzên me li Kobanê bas li ber xwe didin, dîsan li Hewlêrê hevdîtin hene di navbera ENKS û PYD’ê de, em hêvîdar in ku ew serbikeve û Kurd hêza xwe bikin yek, wê demê hem li Kobanê hem jî li eniyên din li Cizîrê dikarin derbeyên mezin li DAÎS’ê bixin.
Hûn ji PKK’ê çi dixwazin, ji Qendîl derkevin û bên Diyarbekirê siyasetê bikin?
Bila li Kurdistana Bakur ser bi temamî rawest e, PKK dest ji çekan berde û were wek partiyeke legal siyasetê bike û dikare jî bike, partiyên legal hene ji xwe, ên derveyî welat bi serbestî vegerin welat, efûyeke gistî derkeve, herwiha birêz Ocalan jî ji zîndanê derkeve û herwiha girtiyên din ên siyasî jî bên berdan, evna daxwaza me ye.
basnews
Dengê Kurdistan