Nûçe

Burkay: Ne çil qatir, ne jî çil satir; Dengê xwe bidine HAK-PAR’ê!

Ji bo raya gistî

Ne çil qatir, ne jî çil satir;
Dengê xwe bidine HAK-PAR’ê!

HAK-PAR: Hêviya azadî, asitî û guhartinê

Himvelatiyên hêja!

Em di rewseke ne adil da dikevin hilbijartinê.

Îmkanên partiyên ku dikevine hilbijartinê ne wekhev e. Hin partî alîkariyeke mezin ji xezna dewletê digrin. Vana wekî din jî xwedî îmkanên mezin in û ji bo hilbijartinê bi sedan mîlyonan xerc dikin.

Lê partiya me HAK-PARê ji bo hilbijartinê mixabin pereyekî gelek piçûk veqetand, ew jî bi saya alikariya endam û dostên partiyê.

Ev bêadilî di warê medyayê da jî li ber çavan e. Hin partî xudan têlevîzyon û rojnameyan in û di medyayê da ji bo wan pistgiriyeke xurt heye.

Hin bi saya pere di TV û rojnameyan da dengê xwe bi firehî didin bihîstin.

Ê me wek HAK-PAR, mixabin ew îmkan tunin. Serda jî hemû grûbên medyayê, çi alîkarê hukim, çi mixalîf, heya TRT jî di nav da, van 2-3 mehên dawî, ango dema hilbijartinê wekî hemûyan li hev kirine, deriyê xwe ji me ra dadan. Xuya ye ew naxwazin dengê me bê bihîstin, xelk bizane em çi dibêjin.

Ji ber ku em ji bo pirsên mezin ê welat çareseriyên rastî dixwazin.

Partiya ku çareseriya pirsa Kurd li ser esasê wekhevî, bi siklê federalî dixwaze em in.

Partiya ku çareseriya pirsa Elewiyan bi siklekî adil dixwaze em in.

Partiya ku endametiya Yekitiya Ewrûpa û demokrasiyeke bas bi dil dixwaze em in.

Sîyaseta me ya îdareyên herêmî li gel parastina dorber û dîrokê ye.

Bu xulasa, partiya ku ala azadî, asitî û guhartinê hilda ye HAK-PAR e.

Em bi îmkanên gelek piçûk hewl didin ji ser dîwarê bêdengiyê derbaz bin, ku vê sazûmana kevn û riziyayî li pês me danîye û bigihîjin gel.

Em bi kêm hejmar erebeyên hilbijartinê, bi afîs, belavok, beyanên destan û riya internetê hewl didin dengê xwe bigihînin gel.

Hemû himwelatiyên ku wekhevî, azadî û asitî dixwazin
û li gel guhartinê ne,

Pistgirî bidin me. Her dengê ku em bigrin ji bo pêsketin û xurtbûna sîyaseteke rast û pajij e.

Xwe ji vê lîstik û dafikê biparêzin, ku dixwazin hûn ji sasîyan yekê hilbijêrin; dengê xwe nedine yê xurt, bidine yê rast.

Ne çil qatir, ne jî çil satir; ji dervayî wan jî firsend hene.

Birayên me yên Kurd! Nebêjin ez dengê xwe bidime yê ku qezenc dike, bidine wê partiya ku pirsa Kurd li ser esasê wekheviyê çareser dike.

Dost û hevalên Elewî! Dengê xwe nedine wan partiyên ku zulim li we kirine, bîr-baweriya we qedexe kirine, heya hûn qirkirine. Bidin partiya ku heqê we diparêze.

Herçi kesê demokrat û astîxwaz! Dengê xwe bidin partiya ku bi dil û can azadî û asitîyê diparêze û dijî ser û pevçûnê ye.

Ew partî HAK-PAR e, HAK-PAR partiya we ye.

Dengê xwe bidin HAK-PARê û hêviya azadî, asitî û guhartinê xurt bikin.

Kemal Burkay
Serokê Gistî yê Partiya Maf û Azadiyan

26 adar- 2014

Dengê Kurdistan

Back to top button