Haber

Burkay: Sekinandina ser bas e; Ji bo çareseriyê divê hemû mafên gelê Kurd bêne naskirin

Burkay: Sekinandina ser bas e;
Ji bo çareseriyê divê hemû mafên gelê Kurd bêne naskirin

Yado Ciwan

Rojnameya Le Monde diplomatique kurdî ku bi hejmara xwe ya 41ê derket pês xwendevanan bi boneya ”Pêvaoja Çareserîyê” cîh dide rêzehevpeyvînan. Pistî hevpeyvîna bi Hevserokê BDPyê Selahattin Demirtas re, me xwest em cîh bidin nêrîn û dîtinên Serokê Partîya Maf û Azadîyan Kemal Burkay. Burkay, hem kêfxwesî û hem jî metirsîyên xwe yên der barê ‘pêvajoyê de bi me re parve kir. Burkay, banga Abdullah Öcalan ku di 21ê adarê de li Amedê hate eskerekirin çawa pêswazî dike? Ji pêvajoyê çiqas hêvîdar e? Endîseyên wî çi ne? Li gor Burkay, helwesta Abdullah Öcalan ya li hember AKPyê çima guherî? Vekisîna PKKyê ya derveyî sînor çawa dinirxîne? Ji bo bersiva van û hin pirsên din ku tên meraqkirin me pirsî birêz Burkay bersivand.

* Sekinandina ser û çekberdana PKKê, bi taybetî ji bo Kurdan tistekî bas e.

* Yê ku dev ji sîlehan berdidin, bila bikaribin bi serbestî vegerin mala xwe.

* Lê çekberdan bi serê xwe têrê neke; ji bo çareseriyê divê hemû mafên gelê kurd bêne naskirin.

* Çareserî li ser esasê wekhevî dibe, ew jî bi raya me federalî ye.

* HAK-PAR partiyeke legal, demokrat û pirrengî ye, ji hemû Kurdên welatparêz ra vekirî ye.

* Em dixwazin Suriye bibe welatekî federal û demokrat û Kurd jî herêma xwe bi destê xwe îdare bikin.

-Di van demên dawîyê de tekilî û hevdîtinên dewleta tirk û Öcalan cardin destpêkirin. Öcalan, di vê çarçoveyê de bername û nexserêyek nû da eskerekirin. Wek cenabê we jî ji nêzîk ve disopîne, ev yek di çapemenîyê de jî tê gengesîkirin. Hûn vê prosesê çawa dibînin? Hêvî û bendewarîyen dewlet û PKKyê ji vê pêvajoyê çi ne?

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan dibêje bi vê pêvajoya teze hêvî û nîyeta wan ew e ku PKKê çek berde û ev ser bighê dawî. Ango ji bo bedêla çekberdanê hukumetê ji Ocalan û PKKê ra tistek vaad nekiriye. Ger kiribe jî ne xuyayî ye. Bi çekberdanê hêviyên PKK çi ye, divê meriv li nameya Ocalan û gotinên berpirsiyarên PKKê binêre. Di nameya Ocalan da agahiyek tune ku wî û dewletê li ser çi li hev kirine. Tistê ku berpirsiyarên PKK yên siyasî û eskerî dixwazin jî ev e ku, di dema vekisînê da ji welat ber bi dervayî sînor, da ku xisarek çê nebe, divê Parlamena Tirk tevdîrên yasayî bistîne.

-Kîjan faktorên hundirîn û derveyî bûn sedem ku Öcalan û dewleta tirk cardin dest bi hevdîtinan bikin?

Wekî hûn jî zanin, Pêvajoya Osloyê bi bi berpirsîyarên PPKê ra bi destê MIT’a Tirk vesartî dihate mesandin. Lê ew hevdîtin û naveroka wê eskere bû. Hingê hêz û kesên mixalîf gelek êrisî hukumetê kirin, ango bo vê hevditînê ew gunekar kirin. Hukumet jî aciz bû û ew pêvajoya Oslo giha dawî. Lê hukumeta Erdogan vêcar bi riya Ocalan hevdîtinên vesartî dubare kir.

Hukumetê, di dema grevên birçîbûnê yên KCKyiyan da cêriband û dît ku tesîra Ocalan li ser rêxistinê hîn gelek xurt e. Helbet berê jî hayê xwe ji vê yekê hebû. Lê heya du-sê salên dawî tesîra lesker (bi taybetî yê Ergenekonciyan) li ser Ocalan gelek xurt bû. Hukumetê bi riya doz û dewayên Balyoz û Ergenekonê, tesîra leskeran sikand û karî bighê Ocalan, jê ra bide bistîne. Ocalan jî ku berê digot hertist di destê lesker da ya û tu qimeta hukumeta siwîl tune, dît ku lesker ji hêz ket, êdi nikare dest dayne ser hukim û gor kêfa xwe bike, hingê helwesta xwe guherand û bi riya MITê hukumetê ra da û stend.

-Hûn di vê pêvajoya nû de ji bo kurdan kîjan xetereyan dibînin? Di derbarê alîyên erênî û neyînî yên vê prosesê de hûn dikarin ramanên xwe bi me re parve bikin?

Xuya ye Hukumetê û Ocalan li hev kirine ji bo sekinandina ser û çekberdana PKKê. Ez ji vê yekê kêfxwes im. Ji ber ku bi salan e ez di wê bîr û baweriyê da bûm ku ji serê PKK tistekî bas dernakeve. Rêberiya PKK ta ji destpêkê gelek tistê sas kirin, êrisî hêzên welatparêz û soresger yên Bakur kir, gelek caran serê kurdên Basur kir. Her usa jî, ji ber ku rêxistineke ne demokrat bû, di nav rêxistinê da jî gelek heval û hogirên xwe êsand û kust. Li dawî jî Kurdistan ser û bin bû, gelê Kurd bedêlek mezin da û tistek bi dest neket. Serda jî îro ser bûye asteng li ber çareseriyê, li ber siyaseta Kurd bi xwe. Bona vê yekê sekinandina ser û çekberdana PKKê, bi taybetî ji bo Kurdan tistekî bas e. Bi vê yekê siyaseta Kurd ji zext û zora silehên PKKê dê xilas be, normalize be; heya BDP bi xwe jî bikaribe bi rehetî siyasetê bike, çav û guhê xwe her dem nede ser Îmralî û Qendîlê, gor kêfa wan siyaseta xwe û helwesta xwe neguhure…

Lê mirov nikare bêje ku tenê bi vê yekê, ango bi nemana ser, pirsa Kurd çareser dibe û asitî ava dibe. Nuha hukumet û besekî xurt ji medyaya Tirkan bayekî usa dimesînin, weki PKK dev ji sîlehan berde û vekise wî alî sinor, hertist dibe gulistan. Usa xuya ye ku, PKK û hevalbendên xwe jî vê pêvajoyê di alî xwe da wek serketineke mezin nîsandin, bêjin ‘me ser kir va ye asitiyê jî dikin…’

Belê dev ji silehan berdan gavekî mihîm e di riya çareseriyê da, lê têrê nake. Pirs ne tenê PKK û sîlehên wê ne. Berî PKK pirsa Kurd hebû û eger sileh bêdeng bin û PKK ji holê rabe jî pirsa Kurd dîsa wê hebe. Ji bo çareseriyê divê hemû mafên gelê kurd bêne naskirin. Çareserî li ser esasê wekhevî dibe. Bi raya partiya me (HAK-PAR) ev yek federalî ye. Ango Kurd divê li herêma xwe Kurdistanê karên welatê xwe bi destê xwe rêva bibin; ango parlamen û hukumeta wan ê herêmî hebe; divê zimanê Kurdî bibe zimanê duwemîn a fermî li Tirkiyê. Divê destûra bingehîn a teze (Makezagon) rê û cî bide vê guhartinê.

Pistî yan jî tevî sekinandina ser û dev ji sîlehan berdanê, divê ev gavên bingehîn bêne avêtin. Çareserî ev e û asitiya rastî jî ev e.

-Pistî eskerebûna van hevdîtinan hêzên wek PKK an BDPyê bi we re têkilî danîn û di derbarê naverokê de hûn înforme kirin gelo?

Hevserokên DTK (Kongreya Civakî a Demokratîk) Ahmet Turk û Aysel Tugluk li Diyarbekrê hatin dîtina HAK-PAR’e û bi heyeteke me ra rûnistin, di derheqa vê pêvajoyê da agahî dan.

-Di vê çarçoveyê de bername yan jî projeyên we çi ne? Hûn dê wek HAK-PAR helwêsteka çawa bigirin?

Siyaseta partiya me zelal e. Em dixwazin ser bisekine û PKK bi temamî dev ji sîlehan berde. Her usa jî, çawa min li jorê got, tevî sekinandina ser û pistî wê gavên ji bo çareserîya pirsa Kurd bêne avêtin.

Lê li ser metodê devberdena PKKê ji çek û sîlehan raya me cûda ye. Hukumetê berê digot bila hêzên çekdar ên PKK vekisin wî alî sînor. Vê dawiyê jî dibêje bila çekên xwe berdin û herin… PKK jî dixwaze vekise, lê ji bo vê yekê hin tevdîrên yasayî dixwaze. Em dibêjin ev yek sas e. Yên ku sîlehan berdidin çima vekisin wî alî sînor? Gelo ‘wi alî sînor’ erdê bêxwedî ye? Him jî, madem ku hevhatinek heye, ser disekine, çima ew kes bi serbestî venagerin mala xwe?

Berpirsên Hukumetê berê digotin ‘bila dev ji sîlehan berdin, ji çîyê dakevin, werin bi serbestî siyasetê bikin.’ Nuha çima gor wê nekin? Bi raya me ya rastî ev e. Divê yên dervayi welat jî bi serbestî bikaribin werin. Ango dema riya ser tê girtin divê riya siyasetê vebe. Tevdîrên yasayî jî divê ji bona vê yekê bêne girtin.

-Dema em îro li Bakurê Kurdistanê dinêrin, em dibînin ku ji bilî girseyên gel yên ku di bin tesîra PKKyê de potansîyelek din a gel heye. Em dibînin ku vê valahîyê AKP, tevgera Gülen û hêzên îslamî ji alîyê sîyasî û civakî ve dadigirin. Çima di serî de HAK PAR û hêzên din yen kurdî tesîr li ser van girseyan nakin? Tu plan û bernameyên we ji bo dagirtina vê valahîyê hene?

Belê rast e, hemû Kurd ji siyaseta PKKê ne razîne û ne bi PKKê ra ne. Piraniya Kurdan pist û deng didine partî û cimaetên dinê. Lê sebebên vê hene. Ev serê 30 salî Kurd kirin du bes. Hinek li dora PKKê kom bûn, hinek li himberî wê, li cem dewletê û hukumetê. Li dervayî van herdu aliyan jî potansiyeleke Kurd a welatparêz heye û ne piçûk e. Lê mixabin ev potansiyel ne yek e, bela wela ye. 12 Îlonê û 30 salê ku bi ser derbaz bû tevgera Kurd a welatparêz gelek êsand, gelek xisar dayê. Ji bo yekitîya hêzên welatparêz li ser siyaseteke rast me gelek kar û xebat kir. Ev HAK-PAR bi xwe jî berhemê vê kar û xebatê ye ku 11 sal berê ava bû. HAK-PAR Partiyeke legal û demokrat e û azadiya gelê Kurd û cevakeke demokrat xwe ra kiriye armanc. Hemû Kurdên welatparêz, çi liberal, çi sosyal demokrat, çi sosyalîst, heya îslamî dikarin tê da kar bikin. Ango partiyeke pirrengî ye. Lê ji bo vê yekê him divê ew kesên ku doza azadî û demokratiyê dikin, yekitî dixwazin, tenê bi gotinê nemînin, mil bidinê, bên nav refên HAK-PARê kar bikin; him jî zeman lazim e. Ez bawer im ev dem hatiye, xelkê welat roj bi roj HAK-PARê nas dike, jê ra nêzikahî nîsan dide û siyaseta Kurd ber bi normalîzebûnê diçe.

– Li Rojhilatê Navîn serûbinbûnek heye. Rewsa Herêma Kurdistanê ya de facto tê zanîn. Têkilî û danûstandinên we yên bi Herêma Kurdistanê re di çi astê de ne? Li ser siberoja Kurdistana Sûrîyeyê hêvîyên we bi çi rengî ne? Li parçeyê Kurdistana Rojhilat/Îranê bêdengîyek balê diksîne. Hûn vê rewsê çawa dinirxînin?

Pêvendiyên me bi Herêma Kurdistana Basûr ra bas in. Par payizî tevî hevalan me seredana herêmê kir, Serok Mesûd Barzanî û siyasetmedarên dinê dît. (Hingê Mam Celal li Ewrûpa bû.) Niyeta me heye îsal jî seredana herêmê bikin.

Li sûriyê serekî germ heye ku welat ser û bin kir û bû sedema mirina sedhezaran û koçberiya mîlyonan. Lê çiqas dirêj bike jî ev ser bibê nebê bighê dawî û dîktatoriya heyi hilwese. Lê pistî wê dil dixwaze, diktatoriyeke teze ava nebe, Suriye bibe welatekî federal û demokrat. Kurd jî li herêma xwe karê xwe bi destê xwe rêva bibin.

Kurd, çiqas ji dest wan hat li dervayi vî serî man, lê dîsa ew jî zirarek mezin dibînin. Di nav partiyên Kurd yên Rojava da cepheyek heye lê pêvendiyên wan gor dil û daxwaz namese, usa xuya ye ku PYD guh nade peymana navbera wan û ENKS û dixwaze hukma xwe li vî parçeyî dayne. Helwesteke han ji bo arami û dahatûya herêmê xeter e. Divê di nav partiyên Kurd da him yekitî him jî pêvendiyên demokratîk hebin. Da ku ew bikaribin azadî û demokratî bînin herêma xwe.

Rojhilata Kurdistanê di salên borî da ji bo azadî kar û xebateke bas kir û bedêlek mezin da, lê îro bêdeng e. Bi raya min ev ‘Bihara Ereban’ pistî Sûriyê tesîra xwe li Îranê jî bike û dor were vî welatî. Telasa Îranê ji bo Sûriyê ji vê ye. Bibê nebê xelkên Îranê jî ji bo azadî û demakratî dijî rejîma dîktator û kevneperest bi xurtî rabin û hêvîdar im Kurd li vî welatî jî bighên azadiya xwe.

-We demekê biryar dabû ku hûn ji sîyaseta aktîv dûr bikevin û cihê xwe ji nifsa nû re bihêlin, lê hûn vegerîyan Tirkîyeyê û bûn serokê HAKPARê. Sedemên vê yekê çi bûn gelo?

Ez deh sal berê ji serokatiya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê vekisîm, lê ne ji siyasetê. Wekî tê zanîn, pistî wê jî aktîf bûm, min li ser babetên siyasî her nivîsand, li der welat tevî gelek civînan bûm û konferans dan. Lê bi rastî niyeta min tune bû ku cardin bibim serokê yan jî rêvebirê rexistinekê. Lê min li der welat jî pistgiriya HAK-PARê dikir û digot, ger vegerim welat, ezê bibim endamekî sade yê HAK-PARê û alîkariya hevalan bikim.

Pistî vegera welat rews guharî. Min dît gelek heval û raya gistî, ji bo çareserîya pirsa Kurd û ji bo asitiyê ji min kar û xebateke aktîftir hêvî dikin. Hingê min jî pêsniyara xwe da ku rola xwe bilizîm, çiqas ji dest min hat di refê pêsîn da siyasetê bikim. Xuya ye berpirsiyariya karên gel û welat pêsîra me bernade û em siyasetmedar û rewsenbîrên Kurd, heya ku gel ne azad e û hewcedarî me ye, divê ji vî karî nerevin.

-Hûn salên dirêj serokê partîyek ku ji hêla sîyasî ve qedexe bû bûn. Niha jî hûn serokê partîyek legal in. Gelo kî ji wan zehmettir e, hûn dikarin ji kerema xwe miqayese bikin?

Ger meriv bi dil û can kar bike, herdu jî bi zehmet in, tê da pir westan û serêsî hene. Min, salan berê di çarîneke xwe da usa gotibû:

Rêberî ne hêsan e, ey mervê delal, bi ês û jan e
Karkir û hoste, hunermend e ew, bi dil û can e
Li ber qirs û qal, li dest gêzîyek, bimal ha bimal!
Tim li pê, tim li rê divê, li pist barekî giran e

Lê her usa jî, gava meriv karekî bas bike dil rehet e û gava berhemên wê bistîne gelek kêfxwes dibe.

Kemal Burkay
Serokê Gistî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)

Nîsan, 2013

Dengê Kurdistan

Back to top button