Burkay:Herêma Kurdistanê dikare ji Tirkiyê re bibe model

Enqere: Sazûmankarê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û kevneserokê wê Kemal Burkay, 31 sal sûnde dev ji jiyana sirgûnê ya li Swêdê berda û di 30ê tîrmehê de vegeriya Tirkiyeyê. Burkay li balafirgeha Ataturkê ji aliyê Alîkarê Walî ve hate pêswazîkirin. Wezîrê Çandê Ertugrul Gunay û Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagis jî bi Burkay re hevdîtin pêk anîn. Ji ber vê yekê Kurdên alîgirê PKK/BDPê vegera Burkay bi hikûmeta AKPê ve girê dan.
Lê digel ku Burkay qebûl dike ku banga hikûmetê ya ji bo vegera wî tesîrdar bûye jî, ew sedema esasî ya vegera xwe bi kamilbûna demokratîkbûna Tirkiyeyê ve girê dide. Burkay li ser nakokiya digel ku partiya PSKê, ku ew avakarê wê ye, qedexe ye jî, ew çawa dikare li Tirkiyeyê serbest bigere, wiha got: ‘Ez vî ji aliyekî ve jî xwezayî dibînim. Birêxistinbûna mirovan a îlegal ji mecbûriyetê pêk tê. Lê dem tê ew nêrîn û polîtîkayên qedexe ku hûn diparêzin, serbest dibin.’
Burkay diyar kir ku pirsgirêka Kurd encax dikare bi modeleke federatîf çareser bibe û eskera kir ku Herêma Kurdistanê (Basûrê Kurdistanê) û Kibris dikare ji bo Tirkiyeyê bibe model. Burkay xwest ku Kurd di pêvajoya pêsîvekirinê de pistgiriyê bidin hikûmetê û têkosîna demokratîk dikare ji têkosîna çekdarî bandortir bibe.
Burkay li Otela Neva Palas a li Enqerê bersiva pirsên Rûdawê da.
Pistî 31 salan hûn vegeriyan Tirkiyê. We Tirkiyeke çawa dît, çi guherîn çêbûne?
Sedema serekî ya vegera min ezmûnên li Tirkiyê peyda bûyînin
Hûn dizanin ez pêsî hatim Stenbolê, pistre bi rêya bejayî derbasî Enqereyê bûm. Tista min ewil ferq kir, mezinbûna herdu bajaran bûn. Stenbol bi avahiyên pir bilind xemiliye, bajar jî pir bi rêk û pêk bûye. Ji ber civîn û hevdîtinan nikaribim zêde bigerim jî. Ji ber bi rêya bejayî hatim Enqereyê, min ev cudahiyê di bajarên ku tê re derbas bûm de dît. Li gorî 31 sal berê, Tirkiye pir modern bûye, otobanan pir bala min kisand. Bîlhesa min qet Enqereyê nas nekir. Heta otêla min, tenê hin lewha naskirî hatin. Lê rojek pistre, çûm Akdereyê, min li wir xwîska xwe dît. Min rêya wê derê nas kir. Min Xaçerêya Ziya Gokalp, fakûlteya tibê û fakûlteya hiqûqê nas kir. Wisa dixuye ku hin aliyên bajêr nû ne û bi qasî ku mirov nas neke bi pês ketiye. Hin cîh jî, digel guherîne jî, mirov nas dike.
Di warê demokratîkbûnê de te dîmeneke çawa dît?
Helbet, ew jî aliyê siyasî yên guherînê ne. Ez neçar mabûm ji welatê xwe veqetim, hatibûm qedexekirin. Di vegerê de bas hatim pêswazîkirin. Hikûmeta nû ji bo vegera min bang jî kir. Helbet tesîra vê yekê jî çêbû lê sedema esasî ya vegera min nermbûna li Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê min plana hatina xwe kir û ez vegeriyam. Pistî demeke dirêj boykota medyayê ya li ser min rabû, min fikr û ramanên xwe di gelek rojname û televîzyonan de bi serbestî got. Her wiha gel jî û siyasetmedaran jî banga vegerê li min dikir. Di van sert û mercan de min biryara hatina xwe da. Jixwe neçar mabûm çûbûm. Lê ji ber cuntayê vegera min dereng ket. Pêvajoyeke zordariyê dest pê kir. Ji ber vê yekê gelek kesên weke min nikarîn vegerin.
Partiya we PSK, ku hûn yek ji avakarên wê ne, hê jî qedexe ye. Lê hûn bi serbestî vegeriyan, wezîran bi we re hevdîtin çêkir. Hûn vê nakokiyê çawa sîrove dikin?
Ez vî tistekî xwezayî dibînim. Birêxistinbûna mirovan a bi awayê îlegal (derqanûnî) ji neçariyê ye. Lê dem tê, ew tist û polîtîkayên ku hûn diparêzin, ên qedexe, serbest dibin. Bi ya min, li Tirkiyeyê jî ev tist çêbû. Jixwe em ti caran neketin nava têkosîna çekdarî. Têkosîna me ji serî heta niha bi awayekî astiyane dom kir. Di demên dawî de êdî di warê birêxistinbûnê de azadiyek heye. Gelek partiyên kurdan hatibûn girtin, di demên dawî de êdî nayên girtin. Mînak, digel ku di bernameya HAK-PARê de çareseriya federatîf heye jî, ji aliyê Dadgeha Makeqanûnê ve nehate girtin. BDP xweseriya demokratîk dixwaze. Her çiqas sîstem niha ne amade ye van daxwazan bibersivîne jî, çavên xwe ji van nîqasan re digre. Ev jî tê vê wateyê ku guherîneke erênî heye. Her wiha di parlementoyê de grûbeke girîng a kurd a BDPê heye, saredariyên wan hene. Ev hemû tist nîsaneyên girîng ên guherînê ne. Lê ev hemû tist têr nakin. Ez vegera xwe bi serê xwe tenê weke pîvanek nabînim. Hêj gelek kesên ku nikarin vegerin hene, di girtîgehan de gelek mirov hene. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û ji bo ku Kurd bigihijin mafên xwe yên bingehîn, hêj gelek gavên ku divê bên avêtin hene. Ev karê pêvajoyekê ye. Ev pêvajo geh pês de diçe geh pasde. Mixabin hê jî pevçûn didomin. Em dixwazin çek bêdeng bibin û hawirdora diyalogê çêbibe. Em dixwazin çareserî di atmosfereke astiyane de pêk bê lê kesên vê yekê naxwazin jî hene.
Yên naxwazin kî ne?
Li aliyê dewlet û Kurdan jî hinek aliyên dijî çareseriya astiyane hene
Ji herdu aliyan jî yên ku naxwazin hene lê bi awayeke esasî aliyên di nava dewletê de ku tim dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya tundiyê çareser bikin, hene. Ev yek weke rêbaz ji xwe re hilbijartine. Ev alî ji çareseriya astiyane, ji pêsîvekirina kurd, heta ji peyva kurd jî aciz dibin. Mîlîtarîzm li vî welatî pir hêzdar e. Bi pêsveçûnên dawî re vê hêza xwe wenda kir lê hê jî li ber xwe dide. Ne tenê lesker, di aliyê sivîl de jî hêz û partiyên siyasî yên ku li dijî her cure gavên demokratîkbûnê derdikevin, hene. Partiya sereke ya muxalefetê di vî warî de roleke erênî nelîst. Tabî her çiqas rola hikûmetê di nermbûna pêvajoya de hebe jî, gavên ku bavêjin bi sînor e. Ji ber vê yekê ji bo çareseriyê, ji bo ku gavên wêrektir bên avêtin, divê hikûmet hem wêrektir û hem jî bi biryartir be. Hem jî divê muxalefet dev ji nêrîna xwe ya statûkoparêz berde û pistgirî bide pêvajoya demokratîkbûnê. Her wiha divê tevgera kurd jî polîtîkayeke bas bimesîne. Polîtîkayên bi rik, bi hêrs û bi nerazîbûn, xizmeta çareseriyê nake. Di tevgera kurd de, bar û peywireke mezin dikeve ser saziyên legal û bi taybetî jî BDP. Em li bendê ne ku BDP vê rola xwe bi cih bîne.
Divê BDP çi bike?
Mînak di sûna ku parlementoyê boykot dike, bila tevli parlementoyê bibe û ji bo çêkirina makeqanûneke demokratîk û rakirina asteng û qanûnên dijdemokratîk hewl bide. Lê pistî hilbijartinê BDPê boykot kir, CHPê boykot kir, pistre jî pevçûnên çekdarî qewimîn. Vê atmosferê pêvajo xiste nava krîzê û jehrî kir. Lê ger hatibana parlementoyê, helbet pirsgirêk di rojek de çareser nedibûn lê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, ji bo zemîna diyalogê bi hêz bibe, dikaribûn rolek bas bilîstana. Hêvî dikim payîzê vê yekê bikin. Baweriya min ev e; helwesta gelê kurd a bi awayeke demokratîk, ji çekan girîngtir e. Em di serê destpêka sedsala 21ê de ne. Hem sert û mercên navxweyî û hem jî yên navneteweyî ji bo vê yekê pir guncaw in. Gelê kurd daxwazên xwe dikare bi rêyên demokratîk û astiyane lê bi girseyî bîne zimên.
Hûn asta ku pirsgirêka kurd hatiyê û pêsîvekirina kurd a hikûmetê çawa dinirxînin? Hikûmet di rojên pês de wê bikaribe gavên wêrektir bavêje?
Gavên ku hikûmetê berê avêtin, dewam nekirin, pêvajo xitimî
Gavên ku hikûmetê berê avêtin, dewam nekirin, pêvajo xitimî. Lê hem di warê hikûmetê de û hem jî di warê Kurdan de, divê em xwe bêhêvî nekin. Em dixwazin hikûmet di dema nû de jî pêvajoya pêsîvekirinê zindî bike. Divê Kurd pistgiriya vê pêvajoyê bikin, polîtîkayeke pozîtîf bimesînin. Ji bo ku pêvajoya pêsîvekirinê careke din dest pê bike û gavên jidiltir bên avêtin, divê pistgirî bide pêvajoyê.
Hûn hevdîtina dewletê ya bi Ocalan re çawa dinirxînin? Ocalan dikare di pêvajoya çareserkirinê de roleke çawa bi cîh bîne?
Ji bo çareseriyê divê li gel Ocalan bê axaftin, lê guftûgoyên li gel BDPê giring in
Ez nizanim hevdîtinên li Îmraliyê ka ji aliyê hikûmetê ve yan dewletê ve tên kirin. Piranî tê gotin dewlet van hevdîtinan pêk tîne lê em van hevdîtinan erênî dibînin. Lê ev bi tena serê xwe, têr nake. Erê, Ocalan rêberê derdorekê ye, helbet divê pê re bê axaftin. Lê BDP jî girîng e, çimkî partiyeke siyasî ye. BDP weke partiyeke legal dikare di çareseriyê de roleke girîng bilîze. Çimkî grûba wê ya hilbijartî di parlementoyê de heye, saredariyên wê hene û pistgiriya girseyeke girîng li pistê ye.
Hûn ji bo çareseriya pirsgirêka kurd federasyonê pêsniyar dikin. Projeya ‘xweseriya demokratîk’ a BDPê dikare çareseriyê bîne?
Sinorê otonomiyê heye, lê biraderên me yên BDPê dibêjin, sinor nîne
Min berê jî nivîsandibû, di termonolojiya siyasî de tistekî bi navê xweseriya demokratîk tune ye. Tenê têgeheke bi navê xweserî heye, ew jî tirkiya otonomiyê ye. Ji ber vê yekê divê mirov an bêje xweserî yan jî bêje otonomî. Diyar e otonomî tistekî çawa ye. Her çiqas li gorî welatan hin cudahiyên wê hebe jî, aliyên wê yên hevpar hene. Yan herêmî ye, navê wê xweseriya herêmî ye. Yan jî kulturî ye, navê wê xweseriya kulturî ye. Ger herêmî be, wê sînorên wê jî hebin. Hevalên me yên BDPyî dibêjin sînorên wê tune ne lê di xweseriyê de sînor hene. Almanyaya federal bifikirin, 17 eyaletên wê hene, ev di nava xwe de weke otonom tên hesibandin. Parlementoyên wan hene, hikûmetên wan ên herêmî hene, alên wan ên herêmî hene lê di nava tevahiya Almanyayê de ne. Hem hikûmeta eyaletê û hem jî hikûmeta federal heye. Di têkiliyên derve de, Wezîrê Karê Derve van temsîl dike.Li Almanyayê wisa ye, li welatên din jî bi awayeke cuda dimese. Naveroka xweseriya ku BDP pêsniyar kiriye, hêj ne zelal e, sîlo ye. Dibe ku di rojên pês de ew bibêjin û em jî fêm bikin.
Kurd li Îraqê bûn xwedî statûyeke federal. Modela Basûr ji bo Bakur jî dikare bibe model?
Ger biryare Tirk û Kurd bi hev re jiyan bikin, divê em çareseriyek federal bibînin Çima nebe? Hem ne dûr e, nêzike jî. Îraq bi vê perçe nebû. Kurd li herêma xwe xweser in lê di heman demê de rêveberiyeke federal heye, wekhevî heye. Pistgiriya Kurdan ji bo yekparebûna Îraqê mîsogerî ye. Ew dibe, mînaka Kibrisê ku ji bo çareserkirina pirsgirêka tirk pêsniyaran dikin, dikare bibe model. Li wir 200 hezar Tirk hene, li vir 10 milyon Kurd hene. Çareseriya li Basûr dikare ji bo Bakur bibe model.Hem bi vî awayî Tirkiye jî perçe nabe. Lê ji bo vê yekê divê pêsdarazî ji holê rabin. Ji ber ku li Tirkiyeyê Kurd tim tune tên hesibandin, pêsniyarên wiha ji aliyê raya gistî ve zêde nayên fêmkirin. Ev pêsniyar rastê nerazîbûnê tên. Lê di nava demê de, wê raya gistî jî hîn bibe, rastî çi be, wê ew çêbe.
Dengê Kurdistan