Çanda Kurdên Sovêtê

Pirtûka Eskere Boyîk ya bi navê ‘Çanda Kurdên Sovête’ di sala 2012 da di nav Wesanên Deng’da li Istembolê çap bûbû. Ango ji ser ra du salî zêdetir zeman derbaz bû. Lê mixabin dereng mam behsa vê berhema delal bikim. Wê demê ez bi kar û xebata siyasî gelek mijûl bûm û firsend ne dît. Nuha va ye piçek wêsa xwe digrim, li derdora xwe dinêrim û dibînim ku di hay û hûyê rojane da hin tist ji ber çavê me derbaz dibin diçin, lê bala me nakisînin; yan jî em di derheqê wan da bala nas û dostan nakisînin.
Eskerê Boyîk wek sair û lêkolînerekî Kurd gelek jîrek û berhemdar e. Ev pirtûka wî jî berhemê ked û xebateke bas e, 560 rûpel e û tê da jiyan û berhemên gelek nivîskar, zana û hunermendên Kurd ên dema Yekitiya Sovyêt hatiye tomarkirin. Ji Erebê Semo, Qanatê Kurdo, Heciyê Cindî, Eliyê Evdirehman, Casimê Celîl, Ahmedê Mirazî, Karlanê Çaçan, Xelîlê Çaçan Muradov, Ferîkê Usif, Semend Siyabendov bigir, heya nivîskarên salên 1970’yi-80’yi, wekSekroyê Xido, Tosinê Resîd, Wezîr ê Eso, Celîlê Celîl, Têmurê Xelîl, Nura Cewarî, Zera Usiv û gelekên din, di derheqê jiyan û berhemên 60 zêdetir nivîskar, zmanzan û dîrokzanên Kurd da agahiyên bas tê da cî digre.
Em Kurdên Bakur, ango yên Kurdistana Tirkiyê, herçî ku di emrê min da ne, em, di guhê me da kilam û stranên Radyoya Rewanê, bi dengê Qerabetê Xaço, çirok û destanên wek Mem û Eysê, Xecê û Siyabend mezin bûn. Di salên 1950’î da radyo ketine gundan û guhê me li ser Rayoya Rewanê, ya Bexdayê û ya Kirmansahê bû.
Sala 1972 ji ber derba eskerî ya 12 Adara 1971 cara pêsîn ji welat revîm û li Elmanya du salan mam. Di wan du salan da min edebiyata Kurdên Sûriyê û Sovyetê naskir. (Hawar, nivîsên Celadet û Kamuran Bedirxan, yên Osman Sebri, Nureddin Zaza û Cigerxwin Her usa jî berhemên Kurdên Sovyêt, wek Romana Erebê Semo-Sivanê Kurd, Sinco Qîza xwe Dide Mêr, siêrên Eskerê boyik-Kulîlkên Çiya û hwd Di wê demê da, ango pistî 35 saliya xwe, li der welat hînî xwendin û nivîsandina zmanê xwe bûm.
Di sala 1974 vegerîm welat û me Partiya sosyalist a Kurdistanê ava kir, Riya Azadî û Roja Welat derxist. Me ji welatê Sovyetê gelek hezdikir ji ber du sebeban: Yek em sosyalist bûn, ya duwemîn jî, ji ber siyaseta Sovyêt ku rê li ber Kurdan vekiri bû û çanda Kurdî li vî welatî pêsva diçû. Li wir mektebên Kurdî hebûn, radyoya Rewanê bi Kurdî wesan dikir, Rojnama Riya Teze bi kurdî derdiket, bi sedan pirtûkên Kurdî çap dibûn û li wi welatî, li komarên wek Ermenya, Gurcistan û li Moskow û Leningradê bi dehan, bi sedan rewsenbîrên Kurd digihan Kurd ketibûne defteran
Pistra, di sala 1980 da, pistî derba ekseri ya 12 Îlonê em Kurdên Bakur cardin koçber bûn, gelekê me berê xwe da welatên Ewrûpa. Em bi dehan salan li wir, li Elmanya. Franse, Swêd û ên din man. Me li van welatan komele û çapxane avakir, kowar û kitêb derxistin. Di wê demê da pêvendiyên me û Kurdên Sovyêt xurt bûn, hatin çûn çêbû. Em ji wan gelek tist hîn bûn û me berhemên wan jî çap kir.
Lê mixabin, ber bi dawîya salên 1980’yî ji bo Yekitiya Sovyêt û Kurdên Sovyêt xirab hat. Sistema wan welatan ser û bin bû. Ew îmkanên çandî ji bo Kurdan nema. Gelek rewsenbîrên Kurd koçber bûn û wan jî berê xwe dan welatên Rojava. Yek ji wan jî Eskerê Boyik bi xwe bû.
Nuha dema li kitêba wî ya ‘Çanda Kurdên Sovêtê’ dinêrim, ew dema borî, wek filmeke sinemê ji ber çavên min derbaz dibe. Nav û sûretên wan camêren delal, Erebê Semo, Qanatê Kurdo, Heciyê Cindî û gelekên din
Di wan sal û demên borî da, ku severeseke giran li ser çar aliyê Kurdistanê girtibû, wan çireyek vêxist û ronî da. Wan ji gelê xwe ra xizmeteke delal kir. Wan romana Kurdi ya ewlin nivîsandin, wan di serrastkirina gramera Kurdi da karekî bas kir, wan folklora Kurdi ya dewlemend tomar kir, wan -tevî dostên me yên Ermenî û Ûris wek Hasretyan û Lazaref- diroka Kurdan nivîsandin.
Ked û xebata wan di çanda Kurdî da pir e, giran e, xezîne û gencineyeke giranbuha ye.
Hevalê Delal Eskerê Boyîk, bi vê kitêba xwe ya teze karekî dinî hêja kiriye. Spas ji wi ra!
15 Adar, 2015
Kemal Burkay