Careke din li ser rewsa Sûriyê; Çareserî federalî ye

Rews li sûriyê roj bi roj aloz dibe. Ew sereki hundur e ku va ye ji salekî zêdetir e berdewam e. Sam û Heleb jî bûye warê ser û her roj bi dehan, carina bi sedan kes têne kustin, ku di nav wan da gelek xelkê sîwîl, jin û zarok jî hene. Gund û bajar ser û bin dibin û tevî bi deh hezaran kustî û birîndar, xelk ês û cefayeke mezin dikisîne, bi sedhezaran kes ji bo ku xwe ji agirê ser biparêzin xwe davêjîn welatên cîran, Tirkiye, Iraq, Urdin û Libnanê.
Him Sûriye di vî serî da bûye du bes, him jî cîranên Sûriyê û dinya. Tirkiye, Siûdî û Qatar, her usa jî Amerîka û Ewrûpa Xerbî pistgirîya mixalefetê dikin; Lê Îran, Ûris û Çîn li pist rejîma Baas in. Iraq jî di vî warî da ne yek helwest e; Hukumeta bi serokatiya Malîkî pistgirîya Esed dike. Hîzbûllayê Libnanê jî ku Sîa ye, li pist Esed e Lê Hukumeta Herêma Kurdistanê dixwaze Esed biçe.
Der û dora Besar Esed jî her diçe vala dibe. Lê dîsa jî Esed ber xwe dide, dev ji hukum bernade û rê venake bo guhartinê.
Helbet berpirsê vî serî berî herkesî hukma Baas û malbata Esed e. Wan va ye ji 40 salî zêdetir e dîktatoriyek ava kirine û rê nadin ku mixalif bi rê olaxên astiyane bi rêz bin, di warê siyasetê da cî bigrin. Wan li himber daxwaz û hewldanên gel, bi destê esker û îstîxbaratê tim zor û zulm bi kar anîn û gel bêdeng kirin. Usûl û adetên dîktatoran usa ye, ewana bi zora xwe û bi dezgeyên xwe bawer in û usa difikirin ku ew zor û ev dezge heya heyayê bikaribe gel bêdeng bike û bi xwe jî bikaribin li ser post bimînin.
Lê ne usa ye, roj tê ev zor û zulm pere nake û vedigere xudiyê xwe.
Ger Partiya Baas û Esed bi xwe baqil bana guh didan daxwazên gel, bi destê xwe reform çêdikirin, bê ser û pevçûn derbazî demokrasîyê dibûn. Hingê ne ewqas xwîn dirijîya ne jî Sûriye dikete rewseke usa xirab ku nuha zehmet e jê derkeve.
Nuha agirekî usa bi Sûriyê ketiye ku Baas û Esed ne dikarin vemirînin, ne jî dikarin bihêlin birevin. Lê xuya ye, agir vemire jî Partiya Baas û malbata Esed êdî nikare li Sûriyê hukum bike. Wek gelek dîktatorên herêmê dawiya wan jî êdî hatiye. Bibê nebê Sûriye ji wan xilas be.
Lê pistî Baasê û pistî Esed çi be, kî bê ser hukim û li Sûriyê rejîmeke çawa ava be, ew ne xuyayî ye.
Ger sazî û hêzên mezin ên dinyayê, Rêxistina Milletên Yekbûyî û dewletên mezin li hev nekin û jê ra çareyekî nebînin, rewsa Sûriyê hîn xirabtir be û zirara xwe bide der û cîranan jî. Va ye ji nuha va çîkên vî serî derbazî welatên cîran dibe û tistên ku van rojên dawî li Libnanê û li Tirkiyê dibin nimûne ye.
Cîranên Sûriyê û dewletên mezin jî, derdê wan ne avabûna demokratiyê ye li Sûriyê. Her yek gor mafê xwe helwestekî digre. Derdê Melîkê Siûdî ev e ku Baas û Esed biçe, tesîra Îranê li herêmê kêm be û li Sûriyê Sunnî bêne ser hukim. Tirkiye jî dixwaze rejîma heyî biruxe, lê Kurd nebin xudî statuyeke wek Kurdistana Iraqê, çi xwemuxtarî, çi federalî Îsrail ditirse pistî Esed Ixwanî Mislîmîn bên û ji bo wan ji berê xiraptir be Ewrûpa û Emêrîka jî ji vê yekê ditirse.
Meleyên Îranê ditirsin pistî Sûriyê dor were wan. Derdê Ûris ev e, ku Esed biçe hevalbendê xwe yê esasî li rojhilata Navîn û bingeheke xwe ya wek Lazqiyê li dora Behra Sipî winda bike. Tirsa Çînê jî wek Rûsiya ev e ku pistî Esed rejîmeke dostê Amêrîka bê ser hukim.
Bona vê yekê dewletên mezin li hev nakin û Rêxistina Milletên Yekbûyî heya îro nekarî helwesteke xurt bigre, da ku bi yekdengî têkilî karê Sûriyê bibe, ser bide rawestandin û jê ra çareseriyekê bibîne.
Hingê pistî nuha wê çi be? Gelo dinya li himber vê trajedîyê usa parçebûyê bimîne û lê sêyr bike?
Xuya ye usa namese. Divê bi taybetî dewletên mezin li ser pirsa sûriyê li hev bikin û helwestekî mistêrek bigrin û bi destê Rêxistina Milletên Yekbûyî bi cî bînin.
Bi raya min çare ev e ku him ser bê sekinandin û him jî Sûriye di aliyê sîyasî û îdarî da bê guhartin, saziyeke demokrat ava be. Saziyeke usa ku him hilbijartinên serbest çêbin û xelk hukma teze bi dengên xwe hilbijêre, him jî bandûra piraniyê li ser yên dinê çê nebe, ango vêcar jî Nusayrî, Durzî, Xirîstiyan nekevin bin zor û zulma Ixwanan yan jî Îslamiyên radîkal. Kurd jî heqê xwe yên çandî û sîyasî bistînin.
Siklê sazîyeke usa federalî ye. Ango Kurd, Erebên Sunnî, Nusayrî û Durzî li ciyê ku piranî ne divê herêmên federalî, meclîs û hukumeta xwe ya herêmî ava bikin. Xirîstiyan jî divê xwedî mafên xwe yên olî bin û li wan tu zulim nebe.
Hingê her usa jî him ji bo Îsraîl xeter çê nabe, him jî Sûriyeya demokrat û federal nabe peyayê tu dewleteke mezin.
Bi raya min, çareserî ev e. Helbet li Sûriyê demokratiyeke rêk û pêk di rojekî da, di salekî da ava nabe û jê ra waxt lazim e. Li hemû welatan usa bûye. Sûriye jî Iraq jî, hemû welatên Ereb ku dîktatorî hildiwesin ew jî, di zeman da wê tecrube bistînin û biguhurin.
Kurdê me jî, bo ku ji vê guhartinê û ji vê dema dîrokî îstîfade bikin û bikaribin herêmeke federal ava bikin, divê yekitîya xwe pêk bînin û ji pirdengî û pirrengiya civatê ra hurmetkar bin. Ev yekitîya ku bi alikariya birêz Mesûd Barzanî pêk hat, gor esasên wê bikin û bi hev nekevin. Hingê dikarin li herêma xwe saziyeke federe ava bikin û pistî hilbijartineke serbest, meclîs û hukumeta herêmî saz be û karê herêmê bi riya van sazîyên netewî bi rêva biçe.
21 Tebax 2012
Kemal Burkay