Çaremîn Konferansa Neteweyî a Ciwanên Çar Parçeyên Kurdistanê nayê lidarxistin

Ragihandina Lijneya Rojhelatê, li hember bi rêve neçûna çaremîn konferansa neteweyî a Ciwanên çar parçeyên Kurdistanê
Xelkên nîstimanperwer ên Kurdistanê!
Ciwanên bi hest û xweragir!
Saziyên taybet bi lawên çar parên Kurdistanê!
Em rêxistinên Ciwanên Kurdistana Rojhelatê di vê rêyê de radigihînin ku bi sedema hejmarek arîse ku li jêr ve emê amajê bidenê, dawîn konferansa neteweyî a ciwanên çar parçên Kurdistanê ku erkê lidarxistina konferansa çarem a ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê li situyê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê de ye û nêzîk bi 6 mehe ku ew lijneye di hewla rêxistin û amadekariyê da ye, nayê lidarxistin.
Di vir de emê amajeyekî biçûk bi armancên konferansê û sedemên bi rêve neçûna dawîn konferansê bixine ber dîdara xwenêran:
Gelo konferansa neteweyî a ciwanan hewlek bû bo bihêzkirin û rêxistina armancên ciwanan, an pirojeyekî nezok bû ku her di destpêkê de bi armancên taybet yên hinek aliyan hate gorê?
Bi rêve birina yekemîn konferansa neteweyî a lawan li Bakûrê Kurdistanê bi bê pisikdariya rêxistinên ciwanên Kurdistana Rojhelatê bûye delîvek bo ji dayîkbûna konferansek ku bibê hebûna çendîn aliyê diyar di rêxistinên ciwanan derfetek bû bo hewlên xwe sepandina aliyên ser bi PKK, lê besdariya rêxistinên ciwanên Rojhelatê di konferansa duyem û alîkarî ligel saziyên din ên parên Kurdistanê heya astekî zor hawsengî pêk anî û hewla xwesepandina bi ser karûbarê konferansa neteweyî a ciwanan lawaz kir û karûbarê konferansa duyem, heta satekî bi basî di rasteya armancên rastîn yên xwe de bi rêve çû.
Di konferansa sêyem de, ber belaviya saziyên Rojava û zalbûna hêjmûniya rêxistinên ser bi PKK di Rojava de, konferansa sêyem kire du par ku yek ji wan li Rojava û ên din li kempa penaberên Rojava, di kempa Domîz de bi rêve çû, piskek ji sedemên parbûnê dizivre bo aliyê ser bi PKK û ji aliyek din jî xemsariya besek ji rêxistinên ciwanên Kurdistana Basûrê.
Di vir de delîvek bo parvekirin hatiye kirin û ew hewlane bo nezokkirina konferansa çarem a neteweyî a ciwanan xwes bû, lewma di destpêka birêve birina karê lijneya amadekarî ku li gor biryara konferansa sêyem ku di xala (26) de amaje bi vê yekê hetiye kirin ku konferansa çarem, erkê amadekarî û lidarxistina konferansê di sala 2014’an de, li situyê rêxistinên ciwanan ên Rojhelata Kurdistanê ye û ew cih û dema birêve birina konferansê askere dikin.
Saziyên Ciwanan ên Rojhelata Kurdistanê jî, di dawiya sala 2013’an de, yekem konferansa ciwanên Rojhelatê lidarxist û di vê konferansê de amadekariya ‘Konferansa çarem a neteweyî a ciwanên çar parên Kurdistanê’ hat gengese kirin û li gor xalek ku di biryarnameya dawiya vê konferansê de hatibû, konferansa ciwanên Rojhelatê bi yek dengî xwazyarane di sala nû de çaremîn konferansa lawên çar parên Kurdistanê bi besdariya hemû aliyan bi rêve biçe û her kes û aliyek hewla bi rê derxistina vê konferansê bide, tê protesto kirin.
Di yekemîn konferana lawên Rojhelatê de, lijneya hevahengî a rêxistinên ciwanên Rojhelatê hat lidarxistin û pistre lijneya han serdana piraniya saziyên ciwanan ên her çar parên Kurdistanê kir û di encama serdana wan de jî li semînera amadekarî bo konferansê di destpêka meha Gulana 2014’an de ku di Silêmaniyê de bi rêve çû, bi hemû rêxistinên ciwanan ên çar parçên Kurdistanê hat îlan kirin û aliyan jî ra û boçûnên xwe anîne ziman û di vê semînerê de biryara girtina konferansê di meha Hezîrana 2014’an de, li bajarê Helebça sehîd hate ber bas û pejirandin.
Hêjayê gotinê ye ku heta niha pistî çendîn civînan tevî ciwanên PKK, tu bersivek ji aliyê vê saziyê ve ne bi lijna Bakûr û ne bi lijna Rojhelatê hate dayîn.
Pas demekê û di dawî civînê de lîjneya amadekar ya konferansê a her çar parçeyên kurdistanê bona çareserkirina ew asteng û pirsgirêkan û dawî hewla wan bo besdariya rêxistinan, dîsan tu bersivek nehat dayîn, lê ewa cihê heyrîmanê ye, pistewaniya saziyên Azadî ya ciwanan ji ciwanên ser bi PKK’ê û asteng çêkirin bo bi rêve neçûna konferansê bû.
Besdarî nekirina saziyên PKK vedigere bo wê hizra ‘sedî sed’ a wê rêxistinê, ew e jî di demekê de bû ku siyaseta xwe ya dewleta kurdî guherîn bo siyaseta navxweyî di Tirkiyê de.
Ligel lîjneya Basûr bo lihevkirin û çêkirina hevdengiyê ku mixabin ji aliyê serokê lîjneyê ve ‘rêxistina ser bi YNK’ bi xemsariyek zor ve ligel lîjneya Rojhelat kar hat kirin û biryarên lîjneya Basûr jî girêdayî bi PKKê di bakurê Kurdistanê de bû.
Bi vî awayî hewildan bo bi rêve çûna konferansa netewî a ciwanan bi besdarînekirina saziyên ciwanên ser bi PKK û hejmarek ji aliyên nêzîk bi PKK di ‘Basûr’ de, bê encam ma û xeyalên ciwanên kurdistanê bo gihîstin bi armancên xwe di wê konferansê de cîbibî nebûn û hewceye em di dawiyê de sipasiya hemû ew alî û saziyên ku pistewanî û alîgiriya xwe bo lîjneya Rojhelat anîn ziman û xwe li hember erkê netewî û welatparêziyê de, xwe berpirsyar dizanin û bi hemû awayî alîkariya lîjneya ciwanên rojhelat kirine, bikin.
Peyva dawî a wê daxuyaniyê ewa ye ku biryar û helwestên aliyên Rojhelata Kurdistanê, ku di dawî civîna xwe de biryara wê yekê dabûn ku yek helwêstî û yek dengiya saziya xortên Rojhelata Kurdistanê biparêzin û amade nînin ku konferans û kongire yan her mijarek neteweyî a her çar parçên Kurdistanê bêy besdariya piraniya aliyên Rojhelatê bi fermî nas bikin û tu aliyek jî nikare bi navê Rojhelat ve yek alî biryarê bide.
Her weke berê jî lijneya Rojhelat dabû xuya kirin ku pêka biryara semînara amadekar a konferansê ku bi besdariya piraniya saziyên lawan yên her çar parçê Kurdistanê bi rêve çûbû û di encama wê semînarê de hin biryar hatin pejirandin, ew tekez li ser wan biryaran dikin û pêve pabend in. Yek ji wan biryaran ewa bû ku heyva Hezîrana 2014’an, ew konferans bi rêve biçe û li egera bi rêve neçûna wê di dema diyarî kirî de, tev saziyên Rojhelatê ku erkê wan rêxistin û birêvebirina çaremîn konferansa ciawanan e, ragehandine ku êdî ew konferansê lidar naxin.
Herwisan sedemên bi encam negehîstina tekosînên lijneya berêveber a saziyên lawên Rojhelat û ew astengên li ser rêya birêve neçûyîna konferansê dê ji bo raya gistî bidin xuya kirin. Ku di serî de me îsare bi hin ji wan sedeman kir.
Em weke saziyên lawên Kurdistana Rojhelat, hêvî dixwazin ku di paserojê de, tev saziyên Lawên Kurd di her parçeyeke Kurdistanê de, bi dûr ji demargirjî û berjewendiyên rêxistinî û hêjmûnxwaziyê, bêne ser wê baweriyê ku di wan cure harîkariyane de, tenê berjewendiya Kurd bi gistî berçav bigrin. Bi hizr û bîr kirinek han rê ji bo harîkariya bi kom û hevpar re, xwes bikin. Ewa hizrek e ku lawên Rojhelat bi hest bi berpirsayetî û welatparêzî ve, pêrewiyê jê dikin.
Bijî Kurd
Bijî Kurdistan
Lijneya Amadekarî bo Çaremîn Konferansa Neteweyî a Ciwanên har çar parçeyên Kurdistanê
25/6/2014
Dengê Kurdistan