CEJNA QÛRBANÊ PÎROZ BE

Cejin ji bona bawermendan rojên manedar in. Piranîya miletê Kurd jî li ser ola îslamê jîyana xwe a bawermendîyê dimesîne. Miletê Kurd ji alîyê çar dewletên ku kaso ji xwe re dibêjin “misliman’ ve hatîye dorpêç kirin. Sazumana dijraber a maf û berjewendîyên miletê Kurd guh nade birayetîya olî.
Îro li herêma rojhilata naverast tenya miletê Kurd e ku li ser esil û astarê islamîyeta xwerû jîyana xwe a bawermendî dimesîne.
Dewletên ku welatê Kurdan di bin hikmê xwe de bi darê zorê idare dikin her tim bi gef û lefzan, dema pirsa Kurd ango pirsa çareserkirina Kurd tê holê hemu bi hev re dibêjin “em birayên olî ne’ Lê ew bi xwe li gor birayetîya olî tevnagerin. Ji bo ku miletê Kurd negêje wekheviya maf û berjewendîyên xwe digel miletên hawîr, çi ji dest tê bikar tînin.
Miletê Kurd jî div ê serdema nû de,dixwaze di welatê xwe de bi serbilndî azad bijî. Miletê Kurd dixwaze bi cinarên xwe re ast û wekhev bijî. Ji zilm û zordarîya dewletên serdest rizgar bibe. Miletê Kurd dixwaze bi cînarên xwe re li ser binyatek hevbes a wekhevîya berjewendîyên netewî û mirovî, bi cinarên xwe re, ast û dost bijî.
Bi hêvîya ku miletê Kurd di cejnên ayende de azad, serbixwe û serbilind,di welatê xwe de bi dilsahî cejnên xwe pîroz bike, ez cejna hemu Kurdên misliman pîroz dikim, jîyaneke bextewer û serfiraz ji bo hemu Kurdistanîyan daxwaz dikim.
Cejna Qûrbanê li hemû Kurdên bawermend pîroz be.
20.07.2021
Latif EPÖZDEMIR
Serokê Gistîyê HAK-PAR’ê
Dengê Kurdistan