Celal Talebanî koça dawî kir

(Rûdaw) ‘ Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Gistî tê YNKê Celal Talebanî li Almanya koça dawî kir.
Peyamnêrê Rûdawê li Almanya ragihand, ku Celal Talebanî demek berî niha pistî têkçûna rewsa tendirutiya wî li Almanyayê koça dawî kir.
Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, îro rewsa tendirustiya Celal Talebanî xirab bibû û di rewsa komayê de bû û ji ber wê di bin çavdêriya hûr a pizîskan de bû.
Sekreterê Gistî yê YNKê Celal Talebanî ji bo çareseriya pizîskî roja 11-09-2017ê çûbû Almanyayê.
Her îro pistî nîvro hin zanyarî û nûçe derbarê koça dawî ya Sekreterê Gistî yê YNKê Celal Talebanî hatibûn belavkirin, lê pasê ev agahî ji aliyê çavkaniyekê ji mala Talebanî ve hatibû redkirin.
Çavkaniyê ji mala Celal Talebanî pêstir agahiya koça dawî ta Talebanî derewand û ji Rûdawê re gotibû, ku tendurustiya Mam Celal xirab bûye. lê canê xwe ji dest nedaye.
Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Gistî yê Yekîtiya Nistîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, roja 17ê Kanûna 2012ê li Bexdayê krîza mejî derbas kir û rewsa wî ya tendurustiyê têk çû, pasê ji bo çareseriyê bo nexwesxaneyeke Almanyayê hat sandin.
Pistî çareseriyê Talebanî roja 19-07-2014 vegeriya Silêmaniyê. Pistre careke din bi mebesta çavdêriya pizîskî Celal Talebanî bo Almanyayê û pasê jî bo Nemsayê hat sandin û di Îlona 2016ê de jî vegeriya Silêmaniyê.
Ji wê demê ve rewsa tendirustiya Talebanî bastir bû û car bi car serkirde û kesatiyên siyasî yên Kurdistanî, Iraqî, herêmî û cîhanî li Silêmaniyê serdana wî dikirin.
Herwiha di meha Tebaxa îsal de li ser vexwandina fermî ya Komara Îslamiya Îranê serdana Tehranê kir.
Jiyannameya Mam Celal
Celal Hisamedîn Nûrellah Talebanî, kurê Xedîce û naskirî bi Mam Celal, di sala 1933 de li gundê Kelkan li bintarê Çiyayê Kosret ji dayik bûye.
Sala 1959 fakulteya Yasayê li Zanîngeha Bexdayê timam kiriye û li ser karê siyasî jî berdewam bûye.
Di destpêka Soresa Kurdistanê de, di sala 1961 de ku pasê weke Soresa Îlonê hat naskirin, roleke sereke dîtiye.
Di salên pasê de rojnamevan û siyasetmedar û pêsmerge bûye, herwiha kesekî nêzîkî Mela Mistefa Barzanî bûye.
Di nîveya duyem a salên 60î ya sedsala bihorî de nakokî li gel serkirdatiya Soresa Îlonê de hebûye û ewên ku li gel wî hevnêrîn bûn, di dîroka hevçerx a Kurdistanê de bi baskê Celalî tên naskirin.
Pistî rêkevtinnameya 11ê Adara 1971, Mam Celal bo nûneratîkirina Soresa Kurdistanê bo heyamekê çûye Beyrûtê.
Sala 1976 li gel çend hevalên xwe yên li bajarê Sam a paytexta Sûriyê, Yekîtiya Nistimaniya Kurdistanê damezrand û bû sekreterê gistî yê vê partiyê.
Dengê Kurdistan