Cenazeyê Fehmi Demir li gundê wî hat binaxkirin

Cenazeyê Serokê Gistî yê HAK-PARê ku di roja 25ê Cotmehê de, di qezayeke trafîkê de jiyan xwe ji dest dabû, îro pistî ku merasima li pês xanîyê navenda partîyê qedîya, li gundê Yenîcobê hat binaxkirin.
Di merasima li pêserî Navenda Gistî ya partîyê de, li ser dîwarê xanî alayake res hat daliqandin, û li ser tabûtê jî alayeke Kurdistanê û alayên HAK-PARê hatin raxistin. Di merasimê de axaftinên bi kurdî û tirkî hatin kirin. Merasim bi axaftina Latif Epözdemir hat vekirin, li ser jîyana Fehmî Demîr gotarek hat xwendin dûra serokê HAK-PARê yê berê rêzdar Kemal Burkay û gelek besdarên din axifîn.
Serokê HAK-PARê yê berê Kemal Burkay di axaftina xwe de weha got: ‘Me serokê partîya xwe, sîyasetmedarekî bi tecrube, hevrêyê xwe di qezayeke bê wext û nepênayî de winda kir. Ês û xema me mezin e. Heval Fehmî, yek ji wan kesan bû ku hîna di wexta rêvebirîya Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) de me bi hevra kar û xebat kir. Me ew ji niskave windakir. Berê jî me di qezayên trafîkê de hevalên xwe yên gelek hêja winda kiribûn, wek Nureddîn, Yavuz, Bozan û hin gelekên din… Her yekî ji vana di dilê me de birînek li dû xwe hîst. Bê wext çûn, hîna xort bûn çûn…’
Di merasima li ber Navenda Gistî de, bilî endam û alîgirên partîyê, kesên malbata Demîr, nunerên gelek partîyên siyasî, rewsenbîr û sîyasetmedar besdar bûn. Nûnerê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê Anqerê Omer Mîranî, Nûnerê Yekîtîya Nistimanî Kurdistan (YNK) yê Anqerê Behroz Galalî, pareserokê HDP Selahattin Demirtas, serokê gistî yê Platforma Demokrat Bakur Sertaç Bucak, Serokê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê gisti yê ÖSP Sinan Çiftyürek, Sekreterê gistî yê PSK ê Mesut Tek, Sekreterê gistî yê Tevgera Azadî Sitki Zilan û di nav wan da siyasetmedar, nivîskar Ibrahim Güçlü jî gelek siyasetmedar û rewsenbîr besdar bûn.
Di civîna binaxkirina cenaze de qelebalixeke gelek mezin ji heval, dost û hezkirîyan li gundê Yenicobê amade bûn. Cenazê Serokê HAK-PARê heta ber devê gorê bi alaya Kurdistanê hatibû dorpêçkirin.
Dengê Kurdistan