Nûçe
Cenazeyê Hêlîn Burkayê di roja 28ê Nîsanê de hat hildan û li Stockholmê hat binaxkirin

Cenazeyê keça siyasetmedar û nivîskar Kemal Burkay Dr. Hêlîn Burkay’ê dê roja 28ê Nîsanê de li Stockholmê li goristana Ullriksdals hat binaxkirin.
Wek tê zanîn Hêlîn Burkay, di roja 3ê Nîsanê de li Stockholmê di qezayeke trafîkê de giran birîndar bûbû û di roja 7ê Nîsanê de çavên xwe li jîyanê girtibû û çû ser heqîyê.
Cenazeyê Dr. Hêlîn Burkayê dê roja 28ê Nîsanê de bi besdarîyeke mezin ya dost û hevalan li Stockholmê hat binaxkirin.
Di vê roja xembar de bilî dost û hevalên li Stokholmê, ji gelek welatên Ewropayê jî dost û hevrêyên birêz Kemal Burkay besdarî mersima cenaze bûn û careke dî sersaxî dan birêz Burkay.
Dengê Kurdistan