Cenazeyê Sêrko Bêkes li Parka Azadî hat vesartin

Silêmanî: Îro (12/08/2013) di merasîmekê de çenazeyê saîrê navdar ê Kurd Sêrko Bêkes li Parka Azadî ya Bajarê Silêmaniyê hat vesartin. Cenazeyê Sêrko Bêkes doh ji Swêdê gehiste bajarê Hewlêrê û îro jî bo Silêmaniyê hat sandin.
Doh dema cenazeyê Sêrko Bêkes gehiste Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê malbata wî, hejmareke zêde ya berpirsên hizbî û hikûmî ve hat pêswazîkirin ku di nav wan de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, Cîgirê Serokwezîr Îmad Ehmed û Cîgirê Serokê Parlamentoyê Hesen Mihemed Sûre jî hebûn.
Pistî zêdeyî sê mehan li nexwesxaneyeke Stockholma paytexta Swêdê tedawî dît, roja 4’ê vê mehê saîrê navdar ê Kurd Sêrko Bêkes di temenê 73 salî de koça dawî kir. Sêrko Bêkes kurê saîrê navdar ê Kurd Fayeq Bêkes e û sala 1940’ê li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye.
Saîrê kurd Sêrko Bêkes di wesyetnameya xwe de gotibû ku dema koça dawî kir bila di sîniya wî de tenê muzîk hebe û termê wî jî li nav Parka Azadî ya Silêmaniyê bê vesartin daku li nîzîkê gora wî keç û kurên dildar bibin mêvanê wî.
BASnews
Dengê Kurdistan