Çend Dîmen Ji Sefera Min Ya Kurdistana Azad (2)
Di besa nivîsara xwe ya berî vê da, min gotibû, ku sefera min a Kurdistana Azad a vê carê, taybetî bû, ji ber ku min berê xwe da sazîyan, dem û dezgehan, sistema dibistanan/perwerdê, kar û xebatên ji bo cîwanan, her usa karê çandî.
Min dixwest, ku ez bingeha dewletbûnê bibînim. Pêstaçûna welatekî, bajarekî ji rê û dirbên wî va, avahî û jîyana rûnistvanên wî welatî, wî bajarî va tê pîvandin. Lê belê welatek ji alîyê perwerda xwe va, çand û hunera xwe va, her usa jîyana mîrovan ya rojane va di nava harmonîyekê da pêsta neçe, roj bi roj nûjenîya pêk neyne, tê wê wateyê ku, problem hene. Hela, di vê pêstaçûnê da edaletek tunebe, ji bo hemû komikên netewî, bê layane xizmet neyê dayîn, ew pêtaçûn seqet e. Hemû ev kar û xebatana jî bi riya dem û dezgehên bi rêk û pêk va têne mesandinê.
Tistên ku min dixwest ev bûn, lema jî li ser tikaya min berêz Xêrî Bozanî ji bo 27.06.2014 an ba wezîrê perwerdê yê wê demê, berêz Dr. Ismet dem ji bo hevdîtina me xwestibû. Saet 11:00 da da, em tevayî çûne Wezareta Perwerdê, ba Wezîrê hêja, berêz Dr. Ismet. Wezîrê hêja, ji pistî pêswazîyeka dilgerm ji min pirsî: Pirsê te hene mamoste?’ Min bi tika jê xwest, ku ew di derheqa perwerda dibistanî da, hinek agahî bide min. Wî jî gelekî vekirî, hema ji hêlîna zarokan ta pola 12 an qalê kir. Ji pola yekê ta nehan hemû zarok, divê herin dibistanê. Yen ku dixwazin berdewam bikin, pola 10 ta 12 an dixwînin. Ji pistî wê derbasî xwendina zankoyê dibin.
Min ji wezîrê hêja pirsî, ka gelo zarok kîjan zimanî dixwînin? Mebesta min taybetî zimanê kurdî/ kurmancî bû. Wezîrê hêja got: Zimanê kurdî ji pola yekê ta yanzda tê xwendinê, sala pêsya me pola dwanzda jî wê zimanê kurdî/kurmanci bixwîne. Deverê soranîaxêv jî kurdî/soranî dixwînin. Zimanê ingîlîzî û erebî jî li dibistanan têne hînkirinê’ Ji pistî qewheyeka tal me xatirê xwe ji wezîrê hêja, Dr. Ismet xwest.
Ji pistî hevdîtina gal wezîrê berêz, em çûne ba mudurê gistî yê basa perwerda zarokên turkmanan. Mudurê berêz bi dilekî ges qala rewsa zarokên turkmanan kir. Ji hêlîna zarokan ta xwendina bilind zarokên turkmanan bi zimanê xwe va perwerda xwe dibînin. Di nava danûstandinê da min pirsek ji mudurê berêz kir; min got: Taybetmendîyeka kurdan ya dîrokî heye. Ew jî bêtifaqtiya wan e. Gelo cîwata we turkmanan cewane?’. Mudurê berêz kenya û got: ‘Em û kurd ji sersalan vir da tevayî dijîn. Em hema notilanî hev in. Cîwata me jî rengîn e. Yen ku dibêjin, em tirk in, hinek dibêjin em ereb in, lê rastiya me ew e, ku qedera me bi qedera kurdan va girêdayî ye. Îro em bextewar in, ku zarokên me zimanê dayîkê fêrdibin. Di bajarê Hewlêrê de, zarokên hemû turkmanan bi derfetên Hukumata Herêmê va diçin dibistanan.’
Rêveberê Gistî yê besa Turkmanan
Ji pistî agahîyên dûr û dirêj, me xatirê xwe jê xwest, em derbasî ba mudurê gistî yê besa suryanîyan bûn. Berêz Nazar Hanna Putrus û cîhgirê wî pêswazîya me kirin.
Rêveberiya Suryaniyan
Berêz Nazar Hanna kêfxwesiya xwe ji bo ziyareta me anî ser ziman û qala rewsa zarokên suryanîyan kir. Wî jî anî ser ziman ku, em gelekî pê dilxwes in, ku zarokên wan perwerda dibistanî bi zimanê xwe va dibînin. Li ser pirsiyareka min, barêz Nazar Hanna got: ‘Em cewa pê ne dilxwes bin? Îro li bajârên Duhok û Hewlêrê 8700 zarokên suryanîyan bi minîbûsan va diçin dibistanan, mesrefa wan Hukumata Herêmê hildide ser mile xwe. Ev jib o zarokên me xêra xwedê ye.’ Li ser piriyara min, berêz Nazar Hanna berdewama axaftina xwe da got: ‘Zarokên me, di dibistanan da hinek dersan erebî, kurdî an jî îngîlîzî dibînin. Ji xêcî vê jî, projeka me heye, ku tevaya dersan tenê bi zimanê îngîlîzî tê dayîn. Eger ev proja serkeve, dibe ku derbasî hinek dibistanên di jî bibe.’
Xwendevanên berêz, van derfetên ku, berêz Nazar Hanna qalê dike, li van dewletên Ewropayê jib o zarokên kurdan tunin.
Ji istî van agahîyên têr û tijî, me xatir ji wan xwest û em zivirîn maqama Berêz Xêrî Bozanî. Dr. Kurmanc hat, ez ji wê derê hildam û em tevayî çûne wezareta Çand û Lawan ba Rêberê besa rêxistinên sivîl. Rêberê besê berêz Fazil Omar xwe pêswaziya me kir. Berêz Fazil dûr û dirêj li ser kar û xebatên ku ew ji bo cîwanan, rêxistinên medenî dimesînin agahî dan me. Pasê rewsa cîwanên kurdan yên ku li Almanyayê dijîn, ji min pirs kir. Min jî qasî ku min karibû qalê kir. Di dawîya danûstandinê da, berêz Fazil Omar pêsniyazî anî û got: ‘Em amade ne, ku hinek caran cîwanên ji Almanya bikin mêvan, caran jî çend cîwanên kurdistanî bisînin Almanyayê.’ Dr. Kurmanc jî pistgirî da vân gotinên berêz Fazil Omar. Ji pistî van gotinên bi wate, me xatirê xwe jê xwest.
Di 27.05.2014 an da hevdîtina dawiyê li wezareta Çand û Cîwanan, li ba Rêveberê Gistî berêz Jamal Husên bû. Ji pistî pêswazîyeka dilgerm, Dr. Kurmanc ez dame nasîn, armanca seredana me anî ser zimên. Berêz Jamal Husên hinek agahî li ser projên xwe dan. Hinek pirsîyarên wî jî di derheqa cîwanên li dervayî welên da hebûn. Her usa berêz Jamal Husên jî dewa tevxebatê kir. Di dema pêsya me da hinek gavên bêne avêtin.
Ji bo vê programa têr û tijî, dixwazin carek di berêz Xêrî Bozanî û Dr. Kurmanc ra bêjin, gelek sipaz. Ji pistî hevdîtinan ra Dr. Kurmanc ez birim otêlê. Danê êvarê Xêrî Bozanî, Sêx Zêdo, Kek Azad û çar cîwanan Sengalî û ez, em tevayî birin xwaringehekê, danûstandineka gelek kêrhatî bû.
(dûmahik heye)
Fettah Timar